Tevgera Jinên Xezayê qirkirin şermezar kir: Rewş roj bi roj trajîk dibe

Tevgera Jinên Xezayê bi sernavê ‘ji qirkirina bi rêya birçîhiştin, bi zorê ji cihê xwe kirin û qetilkirina li Xeza re na’ daxuyaniyek têkildarî êş û qirkirina ku gelê Xezayê di bin êrîşên Îsraîlê de dijîn weşand.

Xeza – Tevgera jinên Xezayê, plana Îsraîlê ya dagirkirina Xezayê şermezar kir. di plana mijara gotinê de, tê pêşbînîkirin ku Xeza ji nûve dagirbikin û gelê li bakur bi zorê berbi herêmên başûr ve bibe. Ev paqijiya etnîkî weke qonaxak nû ya sûcên qirkirinê tê pênasekirin.  

Tevgera Jinên Xezayê ya Tora Saziyên civaka Sivîl ya Filistînê, plana Îsraîlê ya di 8’ê Tebaxê de ya dagirkirinê ku armanc dike koça bi zorê ji bakur berbi başur ve bibin şermezar kir û bi senavê ‘Ji qirkirina bi rêya birçîhiştin, bi zorê ji cihê xwe kirin û qetilkirina li Xeza re na’ daxuyaniyek weşand.  

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şerê ku ev 675 roj in bênavber didome, pêvajoyek a qirkirinê ye û di encama êrîşên Îsraîlê ya li Xezayê de ji sedî 85 bînesazî hatin texrîbkirin, zêdeyî 61 hezar kes jiyana xwe ji dest dan, 152 hezar û 850 kes jî birîndarbûn û ji van zêdeyî 50 hezar kes bi astengdariya mayînde re rû bi rû man. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku zêdetirê 28 hezar jin û 15 hezar jinên qûrban jî di nav de nêzî 2 milyon Filistînî ji cih û warên xwe bûn.

Rewş roj bi roj zêdetir trajîk dibe 

Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku hêzên Îsraîlê li dijî zarokan sûcên ‘herî hovanê ya dîroka modern’ kiriye û zêdetirê 18 hezar zarok qetil kiriye ku piraniya wan hê di bin kavilan de ne. Di heman demê de, hate îfadekirin ku zêdetirê 55 hezar jin ji ber dorpêç, birçîbûn û kêmaniya xizmetên tenduristiyê di bin xeteriya mirinê de dijîn. Rojane 160 welidîn ji şertên bingehîn ên jiyanê bêpar tên encamdan. 

‘Jinên Filistînê barê herî giran a şer hildigrin’

Midura Navenda Karê Jinên Xezayê Amal Siyam, diyarkir ku daxuyanî ‘dest daniye ser birînê’ û rastiya ku cîhan înkar neke pêşkêş kiriye û wiha got: “Ev ne hejmarên teqez in, jiyanên ku her roj ji qeydên mirovatiyê tên derxistin. Dayîkên ku zarokên xwe winda kirin, zarokên keç ên biçûk ên bêdayîk mayîn, jinên ku bi tenê debara malê pêktînin... Ev şertên ku tu mirov nikare xwe li ber bigre ye. Jinên Filistînê, di vî şerî de barê herî giran hilgirtiye. Ne tenê di aliyê fîzîkî de, di aliyê de morel de jî piştgirî didin malbatên xwe. Jinan herçend mal û spartgehên xwe winda dikin jî malbatên li ser lingan dihêlin.”

Amal Siyam, bang li cîhanê kir ku li dijî vê trajediyê bikevin nava tevgerê û got: “Pêwîstiya me bi peyamên piştevaniyê nîne, pêwîstiya me bi gavên şênber ku vê qirkirinê bide sekînandin heye.” 

‘Jinên Filistînê her roj bi mirinê re rû bi rû ne’

Midura Komeleya Lêkolînan a Jinên Filistînê Sahr Yaghî, anî ziman ku tiştên li Xezayê tên jiyîn ji bo wijdana cîhanê ezmûnek mezine û wiha got: “Plana koça bi zorê ya ji bo dagirkirinê ne nû ye, lê belê îro li ber çavê hemû kesê, birçîbûn bi erêkirina navnetewî pêktînin. Em qûtbûna ji xaka xwe û mirina ji birçîbûnê qebûl nakin. Jinên Filistînê, her roj bi êrîşên hewayî, birçîbûn û nexweşiyê re bi mirinê re rû bi rû ne. Jinên me yên ducanî, li ser erdê dirazin, nexweş xwenagihînin dermanan, dayîk bi nan û avên nepaqîj zarokên xwe têr dike. Ev ne kêmaniyek xwezayî ye, polîtîkayek bi zanabûn a li dijî tunekirina civaka me ye.” 

Sahr Yaghî, bang kir ku divê demildest parastina navnetewî, rakirina dorpêçê, vekirina rêyan, ketina xwarin û dermanan were pêkanîn, korîdorên mirovî ava bikin û ji bo rojnamevanan destûr bêdayîn ku bikevin Xezayê û sûcên Îsraîlê belge bikin û bersûc bên cezakirin.  

‘Jin di nava hilweşînan de jiyana xwe ava dike’

Aktivîsta jinan Hanan Siyam, tiştên bi êş ên hatine jiyîn wiha anî ziman: “Me dît ku jin di kavilên malên hilweşiyan û li kolanan de, bêyî bijîşk û tîman zarokên xwe welidandin. Hinek jinên din zarokên xwe di gorên komî de veşartin, ji ber êrîşan nekarîn bi merasîman veşêrin. Tevî van şertan jinên Filistînê neşkestin. Me li qadê mutfaqên seyar ava dikir û wisa koçber têr dikir. Her wiha me di konan de perwerde dida zarokan û piştgiriya derûnî dida jinên ku hemû tiştên xwe windakirine. Li Xeza jin aktiv û pêşengin. Jin di nava hilweşînan de jiyana xwe ava dike û gel û nasnameya xwe diparêze. Ji ber vê ez hertim dibêjim; têkoşîna me ji cîhanê re peyame, dagirkerî dibe ku malên xwe xirab bike, lê belê îradeya me naşkîne.”  

Jinên Filistînê bi xeteriya girtin û mirinê re bi rû ne

Di rastiya şer a li Xezayê de, jinên Filistînê tenê ne dayîk, hevjîn, xwîşk e, weke bingehê civakê barê herî giran digre li ser milê xwe. Di bin dorpêçê de jin, bijîşk, hemşîre, mamosta ye. Jinan, hertim bi xeteriya girtin, mirin û ji cih û warên xwe bûn re rû bi rû ne.

Li gorî rapora Yekîneya Jinan a Netewên Yekbûyî, ji Cotmeha 2023’an heta niha ji sedî 70’ê kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane ji jin û zarokan in. Ev şer di dîrokê de rêjeya ku herî zêde çek hatî bikaranîn e.