HRANA: Zêdetirî hezar sivîl li Îranê hatin kuştin
Rêxistina HRANA’yê ragihand ku ji destpêka êrîşên DYE û Îsraîl yên li dijî Îranê ve heta niha zêdetirî hezar welatiyên sivîl hatine kuştin û 5 hezar welatî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Di 28’ê Sibatê de DYE-Îsraîlê li dijî Îranê êrîşeke berfireh da destpêkirin, heta niha jî şer bênavber didome. Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê hejmara daneyên kuştî û birîndarên sivîl parve kir.
Li gorî daneyan, ji destpêka êrîşan ve heta niha hezar û 97 welatiyên sivîl hatine kuştin, ji van 181 zarokên di bin 18 salî de ne. Her wiha hejmara birîndaran jî gihîşt 5 hezar û 402’an, ji van 115 zarok in. Her wiha hat diyarkirin ku di nava 24 saetên borî de Îsraîl û Emerîkayê, êrîşî 34 cihên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirine.