Têkoşîna Komara Îslamê bi hilweşînê re: Ji xwepêşandanên qadê heta hêzên wekîl
Bi fikara di siya zextên derve û zêdebûna xwepêşandanên hundir de, nûçeyên der barê zêdebûna hebûna hêzên wekîl li bajarên Îranê balê dikşînin. Ev yek ji nîşandana hêzek zêdetir, weke îşareta krîza baweriyê û atmosfera ewlehiyê tê nirxandin.
ŞÎVA ELYASÎ
Kirmanşan – Di dema hefteya ku hikûmeta DYE’yê daye Îranê ku wê neçarî qebûlkirina daxwazên xwe bike, rêveberî ji bo parastina desthilatdariya xwe, hêza xwe ya dawî spartiya hêzên wekîl û hewl dide bi kar bîne. Ji destpêka şer ve heta niha û bi tirsa ku ji nû ve xwepêşandanên gel geş bibin, rêveberî bi riya zext û gefê hewl dide her roj yên alîgirê xwe derbixe qadan. Zorî li xebatkarên giştî, endamên girêdayî wan û alîgirên îdarî yên bi mûçe û leşker bi zextan bi konvoyan an jî meşên li dar xistine anîne qadan. Li derdora tesîsên enerjiyê û navendên hesas zîncîra mirovî ava kiriye û hewl dide dîmenê ‘desteka gel a berfireh’ nîşan bide. Ev dîmen ji krîza rewabûnê û rêveberiyek ku xeteriya hilweşînê dijî zêdetir, hewl dide dîtina desthilatdariya bi îstîqrar bide avakirin.
Rêveberî ji hêzên derve destek digrin
Li gel vê, li gelek kolanan konên şînê yên ji bo mirina lîder hatin danîn, ne tenê xebatên olî bû. Li van qadan endamên alîgirên hikûmetê bi cilên sivîl li van cihan bi cih kirine, rasterast, tevgera gel dişopînin û hebûna wan erkek cuda ye. Lê belê zorbûna endamên navxweyî tenê asta pirsgirêkê bû. Li gorî gotinên şahidan û raporên ji gel tên, rêveberî ji bo hebûna xwe ya li kolanan zêde bike, ji hêzên wekîl ên ji derveyî Îranê destekê digre. Hat diyarkirin ku komên wek Heşdî Şebî, di vê çarçoveyê de ketine welat, ji sînorê rojava ketinê û li bajarên cuda bi cih bûne. Hinek şahid destnîşan dikin ku ev kes bi malbatên xwe re hatine û li bajarên weke Kirmanşan û Qesrî Şîrîn bi cih bûne. Ev rewş ji hebûnek demkî zêdetir e, îşaret bi plana bicihbûnek demdirêj dike.
Di salên dawî de, di dema serhildanên gel de, hebûna bi çek a zêde bal kişandibû, armanc ew bû ku gelek caran bi awayekî tund xwepêşandanan bitepsînin. Li bajarên weke Kirmanşan, hinek hêzên di demên xwepêşandanan de hatin bicihkirin bi Erebî diaxivîn, ev jî gumanên der barê hebûna hêzên wekîl de bi hêz dike. Ev endam bi awayek vekirî û weke avakirina hakîmiyeta qada tevgerê bal kişand.
Zarokên di navbera 10-18 salî de li qadên leşkerî tên dîtin

Di şertên heyî de, bi xetera zêdebûna bêîstîqrariyê re rêveberî, li dijî pêla nû ya xwepêşandanan amadekariyê dike û hewl dide ev hêz amade bibin. Lê belê bi temamî ev hêz ne nû ne. Hat îfadekirin ku beşek jê ev demek e li Îranê ne, hatine perwerdekirin û bûne parçeyek tora ewlehiyê. Şahid diyar dikin ku bi taybetî piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ zarokên di navbera 10-18 salî de li qadên leşkerî hatine dîtin û ji temenê zarokatiyê ve hewl dane weke endamên îstîxbaratê mezin bikin. Hat diyarkirin ku di xwepêşandanên meha Çileyê de hejmarek zêde endamên ciwanên ku bi zimanê cuda diaxivîn hatin dîtin.
Li gorî çavdêriyan di vî şerî de, ev hêzên wekîl, ne tenê di meşan de, di xalên kontrolê de jî cih girtine. Di xwepêşandanên alîgirên hikûmetê de bi awayekî eşkere bikaranîna alên Heşdî Şabî di nava endamên ku vê rewşê destek dikin de ne.
Hebûna hêzên wekîl li Îranê ne nû ye lê belê êdî ji rewşek sînordar derketiye û bûye parçeyek ji pergala ewlehiyê. Ev guherîn dide fikirandin ku rêveberî ji bo ewlehiya hundirîn bi qasî pêwîst e ji hêzên xwecihî bawer nake û zêdetir dilsozên pergalên ji neteweyê wêdetir e.
Rêveberî ji hêzên xwecihî bawer nake
Her wiha hêzên nîv leşker, ji bo avakirina kontrola li ser civakê bi kar anîn, dibe ku rê li ber zêdebûna tundiya li dijî xwepêşandanan veke. Ev endamên ku xwedî ceribandina şerên herêmê ne, gelemperî ji kontrol û hiqûqa hundirîn zêdetir, bi mantiqa şer tevger dikin. Ji ber vê, li gorî hêzên ewlehiyê yên fermî, îhtimal heye ku zêdetir bê kontrol û mudaxeleyên tund werin kirin.
Di salên dawî de, ne aramiya civakî û tunebûna ewlehiyê ger li ber çavan were girtin, mirov dikare bibêje, baweriya rêveberiyê bi hêzên xwecihî kêm bûye. Ji ber vê, tê fêmkirin ku hatiye riya avakirina hêzên alternatîf ên dilsoz û pêbawer. Ev endam, ji ber hem îdeolojîk, hem jî aborî girêdayî domandina pergalê ne, di demên krîzan de dikarin wekî amûra zextê werin bikaranîn.
Gelemperî, bi taybetî li bajarên ku berê zextên tund jiyane, hebûna hêzên biyanî û ne xwecihî, di civakê de bêbawerî, hêrs û fikaran zêde dike. Ev rewş zextên demên berê bi bîr dixe û xetera ku tundî dîsa zêde bibe ava dike. Niha ev hêz zêdetir, di meş, xalên kontrolê û xwepêşandanên sembolîk ên hêzan de cih bigrin jî îhtimal heke ku di xwepêşandanên nû de rasterast bibin amûra zextê û li ser civakê pêleke din a tirsê bidin avakirin.