Rêxistinên jinan bertek nîşanî Talîbanê didin: Zewacên zarokan tên rewakirin

Tora Tevgera Jinan û Tevgera Jinên Efganî ya Yekbûyî ya ji bo Azadiyê, prensîba nû ya Talîbanê ya li ser “veqetandina jinûmêr” wekî hewldanek ji bo rewakirina zewaca zarokan û çewsandina jinan bi nav kirin.

Navenda Nûçeyan –Tora Tevgera Jinan û Tevgera Jinên Efgan a Yekbûyî ya ji bo Azadiyê, di daxuyaniyek hevbeş de, destûra nû ya Talîbanê ya bi navê “Cudakirina Jinûmêr” bi tundî şermezar kirin û ew wekî “belgeyeke şermezar ku koletiya keçan rewa dike” bi nav kirin.
Rêxistinên mafên jinan hişyarî dan ku Talîban piştî ferzkirina sînorkirinên berfireh ên li ser perwerde, kar û hebûna jinan a di civakê de, niha jî hewl dide ku zewaca zarokan û zewaca bi zorê ya keçan di bin navê Şerîetê de bi fermî yasayî bike.
Bikaranîna mekanîzmayên hikûmet û olî ji bo sînorkirinên zayendî bibin yasayên mayînde
Daxuyaniyê diyar kir ku polîtîkayên dawî yên Talîbanê beşek ji bernameyeke rêxistinkirî ne ku gav bi gav jinan ji qada giştî dûr bixe, her wiha kontrola tevahî li ser jiyana keç û jinên Efgan bi dest bixe. Torê destnîşakir ku Talîban mekanîzmayên hikûmet û olî bikar tîne da ku hewl bide sînorkirinên zayendî bike yasayên mayînde.
Sûcên li dijî zarokatiyê û pêşeroja Efganistanê

Tora Tevgera Jinan û Tevgera Jinên Efgan a Yekbûyî ya ji bo Azadiyê, zewaca zarokan wekî “tawanek li dijî zarokatiyê, mirovahiyê û pêşeroja Efganistanê” bi nav kirin û tekez kirin ku destûra nû ya Talîbanê keçên Efgan vediguherîne mexdûrên tecawiza qanûnî û koletiya modern”.
‘Encamên zewaca temen biçûk pir in’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin li şûna ku di temenê biçûk de bi zorê werin zewicandin, divê mafê keçan ê perwerdehiyê, azadiya hilbijartinê û jiyana serbixwe hebin. Rêxistinan hişyarî dan ku belavbûna zewaca zarokan dikare encamên berfireh ên psîkolojîk, civakî û aborî ji bo nifşê pêşerojê yê Efganan bi xwe re bîne.

Her wiha parêzvanên mafên jinan tekez kirin ku zewaca bi zorê û zarokan, yek ji awayên herî eşkere yên tundiya li ser bingeha zayendî ye û yasayîkirina wê, binpêkirinek eşkere ya mafên bingehîn ên zarok û jinan e.
Bila kiryarên Talîbanê bên darizandin’
Her du rêxistinan bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî û hikûmetên li çar aliyê cîhanê kirin ku Talîbanê wekî sûcdarên “cûdakariya zayendî” û “sûcên li dijî zarokan” bibînin û şermezar bikin. Her wiha xwestin ku rê li ber darizandina navnetewî ya rayedar û sûcdarên van polîtîkayan vekin û wiha gotin: “Divê keçên Efgan li dibistanê bin, ne di zîndana zewaca zarokan de bin. Divê li hember polîtîkayên sînordar ên Talîbanê bêdeng nemînin û piştgiriya pratîkî ji bo jin û keçên Efgan zêde bikin.”
Sînorkirinên li ser jin û keçan berdewam in’

Piştî vegera Talîbanê ya ji bo desthilatdariya li Efganistanê, Talîbanê sînorkirinên berfireh li ser jin û keçan ferz kirin, sînorkirinên ku rexneyên berfireh ji rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî girtine. Qedexekirina perwerdehiya keçan ji pola şeşan pê ve, girtina zanîngehan ji bo jinan, sînorkirinên kar li gelek rêxistin û saziyên nehikûmî, sînorkirinên li ser rêwîtiyê ya bêyî mahrem û gav bi gav dûrxistina jinan ji qada giştî, di nav polîtîkayên ku di salên dawî de hatine bicihanîn de ne.
Di van deman de weşandina destûra nû ya Talîbanê fikarên li ser tundkirina qedexeyan û belavbûna zewaca zarokan li Efganistanê derxistiye holê. Mijarek ku çalakvanên mafên jinan bawer dikin ku dikare bibe gefek cidî li ser pêşeroja bi milyonan keçên Efgan.