Têkoşîna ÎHD’ê ya çil salan: Em bi îsrara roja ewil berdewam dikin

Komeleya Mafên Mirovan a "di tarîtiya 12’ê Îlonê de" hat damezrandin, 40 salî ye. Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî, diyar kir 40 sal in ji bo parastina mafên mirovan têkoşîna xwe didomînin.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di têkoşîna mafên mirovan de 40 sal li pey xwe hişt. Komeleya ku di sala 1986’an de hat damezrandin, bi çalakiyên xwe yên çavdêrî, rapor û parêzvaniyê ya ji windakirinên bi darê zorê û qedexekirina îşkenceyê bigre heta azadiya ramanê û binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de, wekî yek ji saziyên herî damezrandî yên tevgera mafên mirovan derket pêş.

ÎHD’ê di çalakiyên xwe yên 40 salan de, têkoşîna xwe ji dîrokê ve heta Îro dinirxîne, balê dikşîne ser pirsgirêkên berdewam ên di warên mafên mirovan de. Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî, di salvegera 40’emîn a ÎHD’ê de, têkoşîna mafên mirovan ji ku derê hatiye û ber bi ku ve diçe û mîrateya ku ÎHD’ hiştiye, ji ajansa me re nirxand.

Gulseren Yolerî, tekez kir ku têkoşîna 40 salî ya komeleyê ne tenê dîroka saziyek e, di heman demê de bîra parêzvaniya mafên mirovan a li Tirkiyeyê jî.

Mîrateya 40 salan a parêzvaniya mafên mirovan

Gulseren Yolerî, diyar kir ku têkoşîn di bin binpêkirinên giran ên mafên mirovan, windakirin û zilmê de tê domandin û destnîşan kir ku tecrûbeya îro çêbûye, bi berxwedana nifşên berê pêk hatiye û têkoşîna mafên mirovan a ku komele îro didomîne berdewamiya vê mîrateya dîrokî ye û wiha got:

"Komeleya Mafên Mirovan, 40 sal in di qada mafên mirovan de têkoşînek bênavber dimeşîne. Dema ku em mezinahiya binpêkirinên mafên mirovan ên ji ber pirsgirêkên pergalê yên di nava dewlet an pergalê de derdikevin û bedelên giran ên ku di vê têkoşînê de hatine dayîn difikirin, pêkan e mirov bibêje di 40 salên borî de kevneşopiyek girîng hatiye avakirin. Ev yek bi taybetî di warê domdarî û îsrar an jî biryardariya têkoşînê de bi awayekî pir eşkere tê dîtin. Beriya her tiştî, ez dixwazim li vir careke din bi rêzdarî hemû hevalên xwe û parêzvanên mafên mirovan ên ku me di vê heyama 40 salan de mîrateya ji rabirdûyê ji me re maye û ruhê têkoşînê xurt kir û di vê riyê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr bînim.

'Têkoşîneke ku jin li eniya pêş in’

Gulseren Yolerî bi gotinên; "Komeleya Mafên Mirovan di tarîtiya 12’ê Îlonê de hat damezrandin," da zanîn ku binpêkirinên mafên mirovan ên di serdema 12’ê Îlonê de hatine jiyîn ne tenê atmosfea zilmê, di heman demê de avabûna têkoşîneke nû ya ji bo mafan jî bi xwe re anîn. Gulseren Yolerî, diyar kir ku hevgirtina bi taybetî ji aliyê jinan ve tê rêvebirin, veguheriye tevgereke mafên mirovan a saziyî û têkoşîna ku îro jî berdewam dike, li ser bingehên di vê serdemê de hatin danîn, mezin bûye û wiha berdewam kir:

"Tiştê ku em jê re dibêjin 'tarîtiya 12’ê Îlonê' di rastiyê de atmosfereke ku mafên mirovan bi tevahî tune dihat hesibandin bû. Heyameke ku îşkence, mirina bi îşkenceyê ya di binçavan de û darvekirin, di lûtkeya herî bilind de bû. Heyameke hemû hemî sazî hatin girtin û siyaset qedexe bû. Lewma dema ku em li kesên di vê heyamê de têdikoşiyan dinêrin, dibînin ku bi taybetî jin di eniya pêş de bûn. Komeleya Mafên Mirovan, lûtkeya têkoşîna ku ji aliyê jinên xizmên wan di girtîgehan de bûn û dixwestin wan sax û bi tendurist vegerînin, di wan şert û mercên dijwar û zehmetiyê de xebitî. Di wan şert û mercan de, pir dijwar bû ku mirov wê têkoşînê bidomîne. Me xwişka xwe Dîdar Şensoy, di çalakiyeke wisa de winda kir. Piştre Vedat Aydin û gelek rêhevalên me jiyana xwe ji dest dan. Veguherîna wê têkoşînê ku di girtîgehan de û bi daxwazên tengtir dest pê kir, veguherî têkoşîneke mafên mirovan a bi vê perspektîfa berfireh. Dibe ku ew balê dikşîne ser nêrîna cîhanê û perspektîfên wan kesan ku di wê serdemê de ji bo vî welatî rûspîtî bûn. Ango ji wê rojê ve rêxistinkirina têkoşîneke ewqas fireh û berdewam û ji hundirê wê tarîtiyê ve bi firehiyek wisa li temaşekirina li cîhanê rewşeke girîng e. Em wekî mirovên ku vê mîrateyê mîras girtin û hewl dan wê bigihîjînin roja îro, hê jî vê parêzvaniya mafan didomînin.”

'Pergala otorîter tepeserker û tekparêz a dewletê didome’

Gulseren Yolerî, diyar kir ku her çendô piştî 40 salan wesfa binpêkirinên mafên mirovan guheriye jî pirsgirêkên bingehîn berdewam dikin. Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku taybetmendiyên pergalê yên dewletê di berdewamiya binpêkirinên mafên mirovan de diyarker in û bal kişand ku lewma parêzvanên mafên mirovan bi salan e ji bo heman daxwazan têdikoşin û gotinên xwe wiha domand:

"Di rojên ku ÎHD hat damezrandin de, sazî dihatin girtin, îşkence û mirina di bin îşkenceyê de hebû. Mirov di bin çavan de dihatin windakirin. Qedexeyên siyasî hebûn. Darizandinên neheq hebûn. Darvekirin hebûn. Dema ku em qiyas dikin ka kîjan mafên bingehîn wê demê dihatin binpêkirin û kîjan îro tên binpêkirin, em dibînin hema bibêje koma mafan ango yên em jê re dibêjin mafên bingehîn, îro tên binpêkirin. Di vê astê de, em bi pirsa 'Hûn 40 sal têkoşiyan we ewqas bedel daye lê çi bûye?' re rû bi rû dimînin. Piştre, em vê yekê tînin bîra xwe. Erê, dewlet bi berdewamî û bi biryardarî van binpêkirinên mafên mirovan didomîne. Ji ber ku di rastiyê de tiştê em her dem dibêjin ev e: Dewlet bi rastî bi parastina pirsgirêkên xwe yên pergalê ango şopên xwe û pozîsyona xwe, van binpêkirinan pêk tîne. Ji ber ku dewlet ne demokratîk e. Dewlet ne li aliyê mafên mirovan e. Dewlet, bi pergala xwe ya otorîter, zordar û tekparêz hem hat damezrandin hem jî di vê pêvajoyê de vê pergala xwe parast. Heta roja îro jî di vê mijarê de tawîz neda. Ji ber vê yekê me çavderî kir ku pirsgirêkên hêsan û tên çareserkirin jî di nava kodên pergalê de asê mane û heta roja îro jî bê çareserî dimînin. Lewma em dibînin ku têgihîştina me ya têkoşînê dikare wekî parêzvanên mafên mirovan wekî reformîst were hesibandin, bi daxwazên ku li vir derketin holê, têkoşîn û riya pêkanîna wan li hev nayê. Belê em têkoşînek reformîst dimeşînin. Ji ber ku em dixwazin di nav vê pergalê de mafên mirovan serdest be. Lê belê pergal ewqas hişk e û xêz û çarçoveyên ewqas dijwar dixwaze ku tenê guhertinên şoreşgerî di pergalê de dikarin daxwazên me bi cih bînin û dibe ku ev sedema herî girîng e dewlet ewqas tund nêzî parêzvanên mafên mirovan dibe. Ji ber ku em behsa daxwazên şoreşgerî ku dê bi rastî pergalê veguherînin dikin. Tekeziya li ser îsrar û biryardariya têkoşînê ya ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve, ji ber ku em dizanin ev guhertinên şoreşgerî çiqas dijwar in. Ango em dizanin ku ev guhertinên şoreşgerî dê bi rêbazên kurt, demên kurt an jî rêbazên hêsan çênebin. Lewma di salvegera 40’emîn a ÎHD’ê de, her çendî em 40 sal in bi xurtkirina ruhê têkoşînê û parastina wê daxwazên xwe tînin ziman jî mîna ku em îro nû dibêjin li pişt radiwestin û em hewl didin daxwazên xwe xurttir bikin, her roj bi dengekî bilindtir bînin ziman.”

'Çarçoveya têkoşîna mafên mirovan berfirehtir bû’

Gulseren Yolerî, tekez kir ku tevî vê wêneyê giştî yek ji destkeftiyên herî girîng ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) beşdariya wê ya di belavkirina hişmendiya mafên mirovan a ji bo civakê ye û anî ziman ku têgeha mafên mirovan niha li qadeke zêdetir berfirehtir tê pejirandin û belavbûna parêzvaniya mafan li beşên cuda yên civakî têkoşînê xurt dike. Gulseren Yolerî, axaftina wiha domand:

"Tabloya li Tirkiyeyê tabloyek wiha ye lê bi gelemperî di warê pêşxistina mafên mirovan de Komeleya Mafên Mirovan ji bo vê civakê di warê hişyarkirina mafên mirovan, baştirkirina zanîna mafên mirovan, afirandina çandeke mafên mirovan û bi vî awayî gihandina hişmendiya maf û parêzvaniyê de pir sûdmend bûye. Ger îro hêj parêzvanên mafên mirovan hebin ger ciwan hê beşdarî vê têkoşînê dibin û ger ew kesên ku 40 sal in têdikoşin hê bi heman biryardariyê têkoşînê didomînin, ev ji ber ku wan daxwaz û parêzvaniya di civakê de xurt kirine ye. Îro em dikarin pêşketinên di warên mafên jîngehê, mafên ajalan, mafên zarokan û mafên jinan de ji vê yekê binirxînin. Di salên berê de, dema ku me behsa mafên mirovan dikir, me tenê behsa çend mafên bingehîn kir. Herî zêde behsa azadiya derbirînê dihat kirin. Lê îro dema ku em derdikevin kolanan, em dibînin ku her cure daxwaz wekî mafek tê bilêvkirin. Ango têgeha mafên mirovan niha di civakê de derbasdar e. Pêkan e ku mirov vê yekê heta di beşên herî muhafezekar de jî pir zelal bibîne. Dibe ku em ji bo heman naverokê parêzvaniyê nekin lê êdî pêkan e ku em îro di jiyana giştî de ramana 'ev mafê min e' yan jî “mafê xwe dixwazim” bibîhîsin. Ev tam encama anîna têkoşîna ji bo mafan û hişmendiya mafan a ji bo civakê ye. Dibe ku ev yek ji destkeftiyên me yên herî mezin ên îro be. Ev di warê misogerkirina berdewamiya têkoşînê de jî girîng e.”

'Em cîhaneke ku hewceyê parêzvanên mafên mirovan nebe dixwazin’

Gulseren Yolerî bi gotinên; “em naxwazin bibêjin gelek salên din”, tekez kir ku weke parêzvanên mafên mirovan armanca wan a dawî cîhaneke ku hewceyê parêzvanên mafên mirovan nebe ye û wiha bi dawî kir: "Ji aliyê erdnîgariya ku em lê dijîn û ji bo Komeleya Mafên Mirovan em hez nakin bibêjin 'Gelek salên din.’ Ji ber ku armanca me ya dawî cîhaneke ku tê de binpêkirinên mafên mirovan tune bin û hewcedarî bi parêzvanên mafên mirovan nebe ye. Lê rastiya îro ji me re dibêje ku ev armanc hê dûr e. Lewma em dixwazin heta hewcedarî hebe, ev têkoşîn bi awayekî xurt, bi biryar û domdar berdewam bike."