Jinên Koye sed sal in genimê xwe li aşê Mam Xidir dihêrin
Her çendî kargeh zêde bûne, gelek tişt ji welatên din tên bazarê jî li Kurdistanê genim li gelek herêman wekî berê maye. Jinên Koye li mîrasa genim û dan xwedî derdikevin û bi rêbazên kevin gemin û danê xwe dibin aşê Mam Xidir dihêrin.
ŞILÊR KOYE
Koye – Bi hatina payîzê û derketina tîrêjên rojê re, jinên navçeya Koye yê girêdayî bajarê Hewlêrê, herêma başûrê Kurdistanê, ji bo çêkirina genimê şamî, savar, dan berê xwe didin aşê kevnar ê bi navê Mam Xidir. Her çendî temenê aşê sedsalî be jî hê gelek kes tenê baweriya xwe bi vî aşî tînin. Bi destê xwe zadê zivistanê amade dikin da ku zadek paqij bibin malê.
Aşê Mam Xidir wekî yek ji girîngtirîn, kevintirîn û bedewtirîn aşê li Koye tê nasîn û ev nêzî sedsalek e bê rawestan dixebite. Li hemberî Qişleya Koye ye û rûbera wê 801 metreyên çargoşe ye. Niha ev aş 99 salî ye. Heta îro jî xebata xwe ranewestandiye, serê sibehê qerebalix dibe. Aşê Mam Xidir nêzî sed salan bêyî ku raweste, dizivire. Cudahiya vî aşî ji aşên din ew e ku aşê herî kevnar ê bi agir li Kurdistan û Iraqê dixebite ye û amûrên wê têk neçûne, bi rûnê reş kar dike. Welatî hê jî ji bo amadekirina ar, genim, genimê şamî, ceh, nan, birinc û arê nokan berê xwe didin vî aşî.
‘Ev aş 99 sali ye hê jî dixebite’
Kurê Mam Xidir ê aşvan Zana Xidir wiha got: “Niha ev aş 99 salî ye û hê jî dixebite. Em her roj saet 6’ê sibehê ji bo hêrandina genim tên vê derê. Ev aş heta roja îro maye, bi saya girîngî û jêhatîbûna Mam Xidir dikaribûye heta îro bimîne. Armanca me ew e ku em vî aşî zindî bihêlin. Ev yekem cihê ku zindî ye û heta niha maye. Ev der bûye nasnameya Koye.”
‘Tama danê bazarê tune ye’
Welatiya navçeya Koye Awaz Teyar a 65 salî ku demek dirêj e danê xwe li vî aşî dihêre wiha got: “Beriya Enfala deşta Koye em hatin vê derê. Dema ez 25 salî bûm, bi bavê xwe re dihatim aşê Mam Xidir. Me genimê xwe dihêra û heta niha jî berdewam dike. Îsal ji ber nexweşiya xwe, ez nikaribûm. Bûka min ji bo min dihêra û ez bi wan re hatim ji bo ku amade bikim. Min hem savar, hem jî danê bazarê nexwariye. Min carek savar ji bazarê kirî hevjîna min nexwar. Ji ber ku tu tama danê bazarê tune ye û dema tê kelandin, dibe wekî hevîr. Ji derveyî wê ew ne weke genimê xwemalî bi fêde ye. Bi taybetî dan bi her awayî gelek xweş e.”
Awaz Tayer di axaftina xwe de jiyana berê anî bîra xwe û diyar kir ku jiyana wê demê, ji ber xwarina bi tendurist gelek ji ya niha baştir bû, wiha got: “Her çendî wê demê em gelek diwestiyan jî kes wekî niha nexweş nediket. Wê demê hemû mirov bi kêfxweşî dijiyan.”
‘Genimê xwemalî bi fêde ye’
Qedriya Cebar a ji gundê Hacî Qelaye bi malbata xwe re hatiye genim dihêre, têkildarî girîngiya xwarinên xwemalî û berhemên dest wiha got: “Ev genimê me bi xwe ye û em bi xwe çêdikin. Ji ber ku em dixwazin ê destê me be. Ger nebe jî yê bazarê jî ne pirsgirêk e. Xelk bi kar tînin ji ber ku derfeta her kesê tune ye bi xwe genim bihêre û bikaribe bîne aşê.”
‘Ez hewl didim xwarinên bi tendurist amade bikim’
Jineke ciwan a bi navê Beyan Emer ku hatiye aşê Mam Xidir, genim bihêre wiha dibêje: “Ez karmendek im lê hewl didim ji bo malê xwarina bi tendurist amade bikim û her sal genim û savarê çêdikim. Ji ber divê em xwe bisipêrin berhemên xwemalî, bi taybetî niha genim gelek zêde ye û bi tendurist e, genim paqij e û em bi destên xwe amade dikin.”