Têkildarî komploya 15’ê Sibatê jinên ciwan li Şengalê semîner dan

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi armanca agahdarkirina jinên ciwan ên Êzidî û Ereb derbarê komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, semînerek dan.

Şengal – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi boneya salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Xanesora Şengalê semînerek ji bo jinên ciwan lidarxistin. Di semînerê de jinên ciwan derbarê dîrok û armanca komployê de hatin agahdarkirin û perspektîfa ji bo valaderxistina komployê hate dayîn. Di semînerê de peyamên dawiyê yên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin

Semîner îro piştî nîvro li Pirtûkxaneya Vejîn a Xanesorê hate dayîn. Ji derveyî jinên ciwan ên Êzidî jinên Ereb jî beşdarê semînerê bûn. Semîner ji aliyê Endama YJCŞ’ê Şîlan Şengalî ve hate dayîn.

‘Fikirê azad ji bo ciwanan lazime’

Şîlan Şengalî di despêka semînerê de bal kişand ser ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtîgeh kir cihê lêhûrbûnê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Rêber Apo li zîndanê manîfestoya azadiyê diyarî gelan kir. Komplo li ser daxwaza dewleta Tirk pêkhat. Di şexsê Rêber Apo de azadî û demokratîk hate dîl girtin. Lê em dizanin azadî herî zêde ji bo jin û ciwanan lazim e. Fikrê Rêber Apo herî zêde ji bo jin û ciwanan lazime. Lewma herî zêde jî jin û ciwan li dijî komployê bertek nîşandan û rabûn ser piyan.”

‘ji derveyî Rêber Apo ti çaresiyereke din nîne’

Şîlan Şengalî diyar kir ku bi tekoşînê ewê zîndana îmraliyê bişkînin û wiha got: “Bi saya çalakiyan, bi keda jin û ciwanan, berxwedana gerîlayên azadiyê, dewleta Tirk neçar ma careke din berê xwe bide Îmraliyê. Dewleta Tirk jî dizane, ji derveyî Rêber Apo ti çaresiyereke din nîne. Lê hîn jî çalakiya me ne gihîştiye wê astê ku em zîndana Îmraliyê parçe bikin. Divê em têkoşîna xwe sist nekin û heya azadiyê li ser piyan bin.”

Piştî axaftinê, têkildarî komployê û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah a li Îmraliyê de sînevîzyonek hate nîşandan.

Jinên ciwan piştî semînerê li kolanên Xanesorê geriyan û belavokên jib o meşa 14’ê sibatê belav kirin û ji her kesî re gotin werin em bihevre li Rêberê xwe xwedî derkevin.