Çalakvanên Mexmûrê: Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, di roja xwe ya hezar û 165’an de bi biryardariyek xurt didome.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 222’an, di roja xwe ya hezar û 165’an de bi biryardariyek xurt didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 221’an Salih Şirnexî axivî.
‘Çalakiyên me wê berdewam bikin’
Salih Şirnexî diyar kir ku armanca çalakiya wan mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd e û balkişand ser girîngiya mezinkirina komînan û wiha got: “Armanca çalakiya me mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di vê pêvajoya ku hatiye destpêkirin de pêwîst e wek gelê Kurd em erkê xwe pêk bînin. Ger me erkê xwe pêk anî em ê bikaribin Rêbertî bi fîzîkî azad bikin. Bi taybetî wek xelkê wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî yek ji erkên me yên sereke mezinkirina komînan e. Pêwîst e her kes di komînan de cihê xwe bigire û xebatên xwe pêş bixe. Em tenê bi vî şêweyî dikarin bibin bersiv ji demê re. Em cardin dibêjin heta em Rêberê xwe bi fîzîkî azad nekin, wê çalakiyên me berdewam bikin.”
Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma nû û dirûşmeyan dawî bû.