Têgeha nû ya mêtingehiyê: Şerê Taybet
Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Ayşegul Ayaz a got bi têgaha metîngehî ya nû re çarçoveya şer bi rêbazên "şerê taybet" hêbûna xwe avadike, da zanîn bi "Pêvajoya Civaka Aştî û Demokratîk" re înşa bi hişmendiya azadiyê re bê kirin.
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Dema ku bi jin bi dirûşmeya "Sedsala 21’an dê bibe sedsala jinan" têkoşîna xwe mezintir dikin, hikûmetên serdest ê mêr jî, ji bo astengkirina têkoşîna jinan tundiyê zêde dikin. Ji dîrokê heta roja me ya îro, bedana jinê her tim mîna tiştekî divê were bidestxsitin hate dîtin. Bi rêya bedana jinê ne tenê ji bo jinan, di heman demê de hat xwestin ji bo neteweyên ku ew jin girêdayî ne jî peyamek bê dayîn. Hikûmet-dewlet a bi taybetî civakîbûna jinê hedef digre, ji ber ku dizane nikare xwe di zemînekî ku nirxên civakî xurtin de hebûna xwe avabike, jmîna êrîşekî îdeolojîk serî li şerê taybet dide.
Dema ku ev rêbaz li Kurdistanê û gelê Kurd vediguhere polîtîkayek, bandora wê yên li ser civakê hêj didome.
Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Ayşegul Ayaz, pirsên me yên der barê şerê taybet, armanca wê û çawaniya pêkanîna wê ya bi taybetî li ser jinan û civakê de bersivand.
*Di van rojên ku têkildarî aştiyê gavên dîrokî tên avêtin de, yek ji mijarên herî zêde tên nîqaşkirin têgeha "şerê taybet" e. Gelo destpekê hûn dikarin şerê taybet hinek vekin? Gelo şerê taybet çi ye û bi kîjan polîtîkayan tê pêkanîn?
Di destpêkê de bal kişandina li ser diyardeya şer girîng e. Gelo diyardeya Şer kengî ket rojeva mirovahiyê? Dîrokek pir dirêj dihewîne, lê li kudere dest pê kir? mirov dikare têkildarî vê mijarê çend tişt îfade bike;
Şer, bi kiryarên xepskirin û mêtingerî yên ku li ser civaka xwezayî û civaka jinan a bi êrîşên komên kujer ên bi zanebûn ên ji bo derketina şaristaniya dewletê zemîn avadike, dest pê kir. Her çend mirovahiyê bi hezaran salan xwe di civakek aştiyane de hebûna xwe da berdewamkirin jî, diyardeya şer bi rabûna şaristaniya dewletê piştî êrîşên vê koma kujer a bi zanebûn hêj zêdetir bipergalî bûn. Bê guman, ev şeran heta roja me ya îro bi gelek şêweyan berdewam kir. Em bi şerên mêtingehî, şerên ku ji aliyê împaratoriyan ve tên meşandin û herî dawî di sedsala 20’an de bi rastiya şerekî ku bi şerê cîhanî re gerdûnî dibe re rû bi rû man. Şer, tevahiya êrîşên bipergalî yên hêzek serdest li ser civakek li ser bingeha avakirina serdestiya xwe, mêtingehî, xespkirin û desteserkirina nirxên wê dike ye. Lêbelê, di sedsalên 19 û 20’an de, ev şer berfirehtir û kûrtir bû.
Hêzên serwer êdî dagirkeriya bi awayekî tund û desteserkirina cihekî terikandin, ji ber ku serweran piştî demek fêm kirin ku ev pir yek bimesrefe û pir zêde xizmeta berjewendiyên wan nake û hêj zêdetir berê xwe dan êrişên li ser bingeha derûnî û îdeolojîk. Em vê yekê di rastiya îroyîn de dibînin. Hûn dikarin gel, beşek ji civakê an jî ferdek bi rêya zexta tund heta astek tepeser bikin. Lêbelê, piştî veguherandin û desteserkirina zîhniyeta wan û desteserkirina jêhatibûna wan, bi her awayî birêvebirin û ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn hêsantir dibe. Her weha pêkane ku têgeha şerê taybet bi xwe jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin.
Çarçoveya şer guherî
Dema ku temaşeye îro dikin, em dikarin bibêjin ku şerê ku em dikarin bigihînin 200 salên dawî, bi piranî li ser bingeha zihnî, bi awayekî temamî tûnekirin, guhertin, veguhertina hebûna gel, mêtingehiyek tê meşandin. Dema ku beriya niha armanc desteserkirina ax û bicîhanîna pergalek mêtingehiyek tund bû jî, bi pergala ku em jê re dibêjin mêtingehiya nû re çarçoveya şer bi rêbaza şerê taybet hebûna xwe didomîne. Êdî armanc ew e ku çanda wî gelê, hebûna wî, hişmendiya wî ya dîrokî, baweriya wî, hişmendiya wî ya zayendî ya ji bo jinan û nirxên wî yên azadiyê desteser bike, li wir afirandina xerîbiyê ye û heta radeya ku ew ji xwe xerîb bibin ji aliyê serdestan ve tevlî pergala dike û rê û rêbazan bikaranîna ji bo berjewendiyên xwe mîsoger bike. Bê guman, ev yek di bingeh de êrîşên îdeolojîk in. Gelo li kêlaka vê yekê amûrên şerê tund tên bikaranîn? Bê guman tên bikaranîn. Dema ku li cihekî bombebaran tê kirin, em dikarin têgeha şerê taybet mîna rê û rêbaza girtina hiş û karanîna wê ji bo berjewendiya kesane ya bi hemû rêbazên mîna medyayê, çand, huner û werzîşê re, pênase bikin.
*Yên ku herî zêde rastî şerê taybet hat gelê Kurd e. Gelo gelê Kurd di vê pêvajoyê de çi jiyan kir?
Dema ku em ji aliyê Kurdistanê ve li diyardeya şerê taybet dinêrin, rastiyekî ku bi taybetî di 100 salên dawî de hewil tê dayîn ku bi temamî bi rêya rejîmek şerê taybet bê birêvebirin heye. Parçekirina sînorên welatekî ya ji hêla hêzên biyanî ve û pêkanîna vê yekê bi rêya sînorên çêkirî ji aliyê dewletên serwer ve, veguheriye pozîsyonekî ku beriya tiştî vê gelê ji nasnameya xwe biyanî dike, diyardeya nasnameyê parçe dike û li vir zemînên meşandina polîtikayên cûdatir amede dike. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, ji damezrandina Komarê heta roja îro înkarkirina hebûna Kurdan, polîtîkaya şerê taybet a herî bingehîn e. Ango di 100 salên dawî de ji bo ji gelekî re qebûlkirina “Tu edî tuneyî” an jî ji bo ku gel xwe îqnayê vê yekê bike, polîtîkayên pir giran hatin meşandin. Ji Plana Îslahê ya Şark heta piştî serhildanan, koçberkirinên bi darê zorê û qirkirinan li ser vê gelê çêbûn. Bê guman, li kêlaka vê yekê rêbazên şerê tund jî li Kurdistanê hatin meşandin û hewl dan gel li ser vê bingehê were tepeserkirin. Pirsgirêka keçên winda yên Dêrsimê hêj di hundirê me de mîna birînek kûr dimîne. Hêj yek ji pirsgirêkên herî bingehîne ku divê rûbirû bibin. Li Kurdistanê bi vekirina dibistanên keçan re, bi armanca tunekirina Kurdîtiyê û afirandina nasnameyek nû ya Tirkî polîtîkayên pir cidî hatin meşandin.
Bi modernîteya kapîtalîst re tora şerê taybet a arestebûyîn kûrtir bû
Bi amûrên ku modernîteya kapîtalîst bi teknolojiyê re pêşxist re, tora şerê taybet a arestebûyîn kûrtir bû. Divê 20-30 salên dawî bi awayekî cuda bên nirxandin. Di encamê me de li Kurdistanê rastiyek tevgera azadiyê ya 50 salî heye. Di vê wateyê de, têkoşînek gelê Kurd a li ser bingeha derketina ji înkara nasnameyê, ji nû ve girêdana bi nasnameya xwe re û ji nû ve xwedîderketina nasnameya, dide meşandin heye. Bivê hişmendiya azadiyê re dijberiyek wêrek a li hember pratîkên ji wan rewa hatiye dîtin, heye. Li ser vê bingehê, em dikarin bibêjin ku şiyarbûnek ji bo ji nû ve avakirina jiyana xwe heye. Di gelê Kurd de hişmendiyek azadiyê ya pêşdikeve heye.
Li dijî vê şiyarbûnê, polîtîkayên ku amûrên nûjen ên ji medyaya civakî bigre heya karanîna amûrên ragihandinê yên roj bi roj diçe kûrtir mîna amûrek şerê taybet tên bikaranîn hene. Ango, sînordarkirina şerê taybet tenê bi mijara madeya û fihûşê wê nêrînek teng be. Yên ku îro li Amed dijîn vê yekê pir baş dizanin ku her roj rûbirûbûna bi dengê balafirên şer jî bi xwe amûrek bingehîn a şerê taybet e. Li vir atmosferek tirsê ya pir cidî ku tê xwestin bê afirandin heye. Çi hûn jin bin, çi Kurd bin, çi Elewî bin, nasnameya we çi dibe bila bibe, ger hûn tevgerekî ku derdikeve derveyî nasnameya ku serdest ji we re diyarkiriye nîşan bidin, peyama tiştên ku dê bi serê we were bi rêbazên pir cûda tê dayîn.
Me di salên 1990’î de bi berfirehî şahidiya van rêbazan kir. Tirs hestek pir mirovî ye, lê amûrên ku wê veguherîne şerê taybet afirandin. Mîna belavkirina dîmenên îşkenceyê û çandina tirsê bi rêya van dîmenan. Zarokên Kurd di YIBO (Dibistanên Herêmî yên Şevîn) de ji nasnameyên xwe tên dûr xistin û ji kêliya ku zarokek bi zimanê xwe yê dayikê mezin dibe, dikeve hawirdora dibistanek dewletê, karanîna wê nasname an jî ziman mîna sûc tê hesibandin. Mînak, mamosteyên ku li herêmê hatine tayînkirin, ji xwendekaran fermana "ger kesek li malê bi Kurdî biaxive, agahî bidin me” hate dayîn. Zarok tên sîxurkirin û li dijî malbatên xwe têne dûrxistin û ji bo pêkanînên xwe bikartînin. Bê guman, di nava van pêkanînên şerê taybet de girtin, operasyon, îşkence û koçberkirina bi darê zorê jî heye.
Heyraniya Ewropayê: Cihê koçberiya bi zorê koçberiya modern girt
Mînak îro cihê koçeriya bi zorê koçberiya modern girtiye. Dibe ku di destpêka sedsala 20’an de koçberiya bi darê zorê hebû, yan jî di salên 1990’an de valakirina gundan hebû, ferzkirina cerdevaniya bi darê zorê hebû lê îro modernîteya kapîtalîst çi dike? Bi heyrankirina Ewropayê yan jî bi heyrankirina ji bo hinek tiştan, wekî ku jiyana rastîn ew be, axê bê nasname hişt. Dibe ku yek ji mijarên bingehîn ku Kurdistan îro pê re rûbirû ye ev be. Mirov êdî bi dilxwazî axa xwe dihêlin û diçin. Bêguman pirsgirêka aborî weke amûrek hat bikaranîn. Di medyaya dîjîtal nasnemay jina bi awayê ne zelal weke amûrek tê bikaranîn. Rastî çi ye, şaşî çi ye, kîjan exlaqî ye, kîjan nîn e? Tevlîheviyek hatiye afirandin. Weke ku her tişt dikare were jiyîn, avakirina cîhanek sanal û li dijî tiştên dibin bêbertekbûn heye. Bi vê yekê hewl didin ji bo berdewamiya pergalê kes bikin amûr. Li vir armanc ew e ku ser û hişê mirov desteser bikin. Kesan ji zanîna azadiyê, îradyeya azadiyê bêpar dihêle, tîne rewşeke ku serî ji her tiştî re bitewîne.
Êrîşên ku nahêlin gel bêhnê bigre, li pey hev tên kirin jî perçeyek şerê taybet in. Bi taybetî bi sala 2015’an re û dûre piştî berxwedana rêveberiyê xweser, êrîş zêde bûn. Hewldana derbeyê hincet hat nişandan bi Biryarnameyên di Hukme Zagonê de, di zagonan de tevlîheviyek çêkirin. Mirovan di bodûman de şewitandin, dûre qeyûman avêtin ser şaredariyan. Operasyonên berfireh hatin lidarxistin, gelê Kurd bi girtin û êrîşên pir mezin re rûbirû ma. Bi van jî nesekinîn. Bi taybetî di 10 salên dawî de civak li hemberî xwe biyanê bû, polîtîka ketin meriyetê. Tiryar, fuhuş, dizî û xizanî, hewldanên sîxurkirinê di van salên dawî de zêdetir bûn. Di çarçoveya hinek xebatan de em malbaran ziyaret dikin. Her malbat ji me re vê dibêje; ‘Berê li sûrê her kesê cîranên xwe nas dikir êdî em nizanin cîranên me kî ne. Ango guherîna demografîk çêbû. Li wê dere demokrafya hat guherandin, mirov tenê hatin hiştin. Jinan di malê de hatin hepskirin, wan bê temînat hiştin. Xizaniyê bi vê yekê kûrtir kirin nebû dawiyê jî tiryak, sîxurî, çetekarî û fuhûsê bi pêş xistin.
Bi van êrîşan ku li ser hev hatin gel hê nizanibû çi dijî, pêleke din a êrîşan destpê kir. Ev yek dûre te tîne xalek ku îradeya te ya azadiyê jî felç dike. Bêguman gelê Kurd ne ji nasnameya xwe dest berda ne jî teslîm bû. Îradeyek pir mezin raber kir lê bi vê yekê re di nava civakê de jî hêdî hêdî di bin navê olperestiyê de di nava civakê e gelek terîqet çêbûn. Erîşê kafeyan kirin, jin li malên xwe rastî gefan hatin, avêtin ser qehwexaneyan, pevçûnên çekdarî tên jiyîn.
*Di hedefa şerê taybet de di serî de jinên ciwan, ciwan hene. Gulistan Doku, Îpek Er, Narîn Guran û herî dawî Rojîn Kabaîş ên bûn hedef hê jî di rojeva me de ne. Gelo em dikarin van tiştên diqewimin weke polîtîkayeke çewisandina civakê pênase bikin?
Ber bi roja 25’ê Mijdarê ve mijarek ku bala me dikşîne şîdeta mêr-dewletê ye. Ez difikirim, nabe mirov vê tenê weke şîdet an jî kuştinê pênase bike. Rastî ev e; ciwan hêvî û pêşeroja gelê xwe ne, hêza dinamik, guherînê ne, her dem li qadan in, îtiraz dikin, difikirin, lêpirsîn dikin.
Armanca esasî ya êrîşa li dijî ciwanan jî ev e. Bi taybetî jinên ciwan, ji bo ku hişmendiya zayendî û nasnemeyê ji holê rakin, pir hewldan li dijî wan hatin kirin. Îpek Er, Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û Narîn Guran. Ev çend navên ku bûne sembol in le em doza bi hezaran jinan dişopînin. Em hewl didin wê têkilya sîstematîk a qirej a li pişt van dozan deşîfre bikin. Di pişt mirina Îpek Er de çawişê pispor Musa Orhan heye, ev yek tesaduf nîn e. Li Kurdistanê yek ji pêkanînên li dijî jinan ku tê zanîn jî ev e. Bi destên polî û leşkeran bi hestên jinên ciwan dilîzin, têkiliyê bi wan re datînin, wan li dijî gelê wan weke çekek bi kar tînin. Divê bal were kişandin ku ev bûyerên şexsî nîn in. Dema ku em dibêjin ‘li pişt ve yekê şîdeta mêr-dewletê heye’ em behsa pergala ku mêrîtiya desthilatdar ava kiriye dikin. Dewleta ku ciwanek dirûşm berz kiriye di demê de dibîne û digre, çawa dibe ku Gulistan Doku ya windabûyî nabîne? Ev nîşan dide ku rastiyeke tê veşartin heye. Di mirina Rojîn Kabaîş de jî gumanên bi heman rengî hene. Ketina rektor a nava bûyerê, tevgera bi guman a hêzên ewlekariyê, di mijara vê cînayetê de alîgiriya ATK’ê ya bi mêran re, nîşan didin ku ev bûyerên şexsî nîn in. Divê were gotin ku ev êrîşên pergalî ne û li vê derê yên tên hedefgirtin, jinên ciwan ên azad, nasnameya jinên azad e.
Hezkirin û evin weke amûrek hat bikaranîn
Rastiya mêrîtiya ku jinên ne li gorî pîvanên wî bin napejirîne, şîdetê li wan dike, dema ku bi şîdetê jî têr nabe dikuje û ji aliyê darazê ve ji ceza rizgar dibe, ji kuştinê cesaretek mezin digre heye. Hestên herî paqij hezkirin û evin weke amûra şer tên bikaranîn. Divê ev yek bibe sedema înfialê. Jinek dikeve rewşeke wisa ku evîndara celadê xwe dibe. Li Amedê di kafeyek de jinek ku xwe bi nasnameya tevgera azadiyê da nasîn, li ser jinên li wê derê dixebitîn, zexta fihûşê kir. Divê mirov li ser vê mijarê pir bifikire û di heman demê de li dijî vê yekê polîtîkayeke pir cidî bimeşîne. Pergal bi îsrar hewl dide van meseleyan di tarîtiyê de bihêle. Rê û rêbazên şîdetê diguherin. Divê rê û rêbazên me jî dewlemendtir û afrînertir bin. Ji bo em veqetîna di navbera me û civakê de çêbûye bi dawî bikin divê em benavber bixebitin.
*Di civakê de dejenerasyona çandî jî bi van polîtîkayan tê kirin. Gelo şere taybet çawa sîrayetî nava civakê dike? Xebatên we yên li qadan çêbûn hûn dikarin encamên ku we girt ji me re binirxînin?
Weke Komeleya Akademiya Jinan li Sûrê xebatek me çêbû. Em difikirin vê di demek nêz de bi raya giştî re parve bikin. Bi taybetî di 10 salên dawî de, ji ber guherînên li Sûrê çêbûn, me zêdetir hewl da ji bo em fam bikin jin çi dijîn xebatan meşand. Tabloya ku derket holê ji texmîna bi xetertir e. Berê li van deran çanda taxan hebû, jin di malan de nebûn, bê tirs derdiketin derve lê îro jin dibêjin ku ew ditirsin derbikevin derve û nasnameya xwe bînin ziman. Diyar kirin ku wisa mehkûmê xizaniyê bûne ku neçar mane ji bazirganiya tiryakê re jî çavên xwe bigrin.
Ji ber ku zarok bi zimanê xwe perwerde nabînin, bi zimanê xwe mezin nabin, ji çanda xwe biyanî mezin dibin, jixwe gelek pirsgirêk hene. Ev polîtîkaya 100 salan a hikumetê ye lê bi taybetî di xebatên me yên qadê de jî me dît; bi rastî jî hewl didin zarokan bi temamî bê pêşeroj bihêlin. Ev yek bi heyraniya çandên biyanî tê kirin. Ciwanên taxê berê mezin û rûspiyên taxê mînak digirtin lê îro tîpên mafyayî mînak digrin. Li kolanên Sûrê yên ku mirov di nava xizaniyê de dijîn, li aliyekî kafeyên luks hatine vekirin û ciwan dibin şahidên vê yekê.
Ger em li ser Amedê yan jî bi taybetî Sûrê biaxivin divê em bibêjin ku xizaniya jinan gelek encamên negatif bi xwe re tîne. Jinên ciwan neçar dimînin di karên bê ewle de bixebitin. Jin di malan de tên hepskirin, kes nizane şîdet li wan tê kirin, rastî tecawizê tên an jî bi tiştên çawa re rûbirû dimînin? Ger tu nekevî malan tu nizanî. Av dejenerebûna çandî ye jixwe. Jibîrkirina ziman, çand, kevneşopî li aliyekî, armanca esasî ew e ku civakek ku bikaribe bijî nemîne. Avanekirina ekolojiya jiyanê bi xwe jî dûrbûna çandî ye. Dikarim bibêjim ku me hemû hewldanên şerê taybet bi awayekî pir cidî dît û şopand.
*Polîtîkayên şerê taybet zêdetir dibin sedema zêdebûna şîdeta mêr. Hûn di vî warî de çi dibêjin?
Ên dikujin, destdirêjî û şîdetê dikin, ji aliyê daraza mêr ve tên parastin. Piştî ku kravatê girê dide û dibêje ez poşman im, cezayên wan tên daxistin. Em dizanin mêrên ku dizanin hêzek li pişta wan e çendî hovane dibin. Mêrîtiyek zordest ji gorê hatiye rakirin. Hebûna milîtarîzmê, ewqas zexta li ser civakê, xwedîtina di nava xizaniyê de, tunebûna qadên civakî û cihên ku xwe lê îfade bike, tunebûna qadên çandî, hemû piştî demek dibin şîdeta li ser jinan. Di pêvajoyên avakirina zayendperestiyê de, mêr, dema ku bindestên çîneke din bûn, dema dihatin malê kerba xwe ji serê jinan derdixistin deşarj dibûn. Ji ber wê yekê van hemû polîtîkayan bi biyanîbûnê re vediguherin şîdeta li dijî jinan.
*Ji bo zanîn û şiyariya di warê polîtîkayên şerê taybet de peywirek çawa dikeve ser civakê? Rêxistinên jinan û pêşengên wan di vê mijare de divê çi bikin?
Em di pêvajoya ku li ser Aştî û Civaka Demokratîk nîqaş tên kirin de ne. Em her dem vê tînin ziman; civakîbûna aştiyê ji aliyê jinan ve mijareke bingehîn e. Bi vê yekê re, em bi berpirsyariya têkoşîna bi şîdetê re, zanabûna jinan, xebatên ji bo guhertina ferasetê, avakirina qadên jiyanê re rûbirû ne.
Yek ji pêkanînên qeyûmên ku avêtin ser şaredariyan jî girtina saziyên jinan bûn. Gotin qey dê bi vê yekê ser şîdetê bigrin, li dijî jinan vê weke çek bi kar bînin. Em ji bo Amedê bibêjin; saziyên ku ji nû ve vebûne û li dijî şîdetê têdikoşin pir kar dikevin ser wan. Divê derî bi derî bigerin, jiyan û serpêhatiya her jinê hîn bibin. Divê em gund bi gund, tax bi tax bixebitin. Bi atolyeyan, bi xebatên hayjêbûna şîdetê, destpêkê divê di xala zihniyetê de xebatên ku hêzê didin, pêşî vedikin û ronî dikin bi civakê yan jî jinan re werin kirin.
Di vê pêvajoyê de gelek rolên girîng ên dikevin ser tevahiya civakê hene. Malbat divê zêdetir bi lêpirsîn, bi rexne, bi çanda xwe, bi pîvanên xwe yên azadiyê, zarokên xwe mezin bikin. Ev yek berpirsyariya wan e. Divê em malbatê zêdetir demokratîk bikin, biguherînin an jî dema ku bûyerek li kêleka me çêdibe, em hestiyar nêz bibin lewre pergal ezezîtiyê çêdike. Civakê bê bertek û hest dihêle. Berpirsyariya me ew e ku ger tiştek dibe, em bizanibin ku ev yek civakî ye, tu bûyer şexsî nîn e. Ji bo vê jî divê refleksa civakî, zanîna civakî û rêxistinbûna civakî em ava bikin. Berpirsyariya me ew e ku em bi tevgera jinan re xebatan zêdetir bikin. Ger behsa aştiyê were kirin dê bi vê yekê çêbibe. Ger behsa civaka demokratîk tê kirin ew jî dê bi van rê û rêbazan bi pêş bikeve.