Li Îranê Zêdetirî 312 seatan înternet hatiye qut kirin
Di ser qutbûna înternetê ya li Îranê de 312 saet derbas bûn û girtina agahiyên jiyanî, der barê demên şer û aloziyan de ji gelên li Îranê dijîn zehmetir dibe.
Navenda Nûçeyan – Net Blaks, saziyeke serbixwe ya çavdêriya înternetê, ragihand ku di ser qutkirina înternetê ya li Îranê de 312 saet derbas bûne. Ev sêyemîn car e di sala 2026’an de ku internet li Îranê bi awayekî berfireh tê qutkirin. Berê jî di dema şerê 12 rojan û di xwepêşandanan de, înternet demek dirêj qut bû.
NetBlaks diyar kir ku di heman demê de pêşî li ragihandina rastiyê tê girtin û sivîl ji agahdariyên jiyanî bêpar dimînin.
Qutkirina înternetê di demên şer de, dema ku pêdiviya welatiyan bi hişyariyên ewlehî û tenduristiyê heye, bûye sedem ku bikarhêner bi zehmetiyên mezin ên gihîştina agahiyan û xizmetên online re rûbirû bimînin.