Talîbanê amûrên muzîkê şewitandin
Li bajarê Herat ê rojavayê Afganîstanê "polîsên exlaqî" yên girêdayî Talîbanê amûrên muzîkê şewitandin.
Navenda Nûçeyan- Piştî dagirkirina Afganistanê ji aliyê Talîbanê ve, hema hema her roj binpêkirina mafan derdikeve pêş. Vê carê jî Talîban li bajarê Heratê ku dikeve rojavayê welêt, amûrên muzîkê şewitandin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Afganîstanê Bahtar, daxuyaniya Alîkarê Serokê Komîteya Pêşîgirtina Fezîlet û Pêşîlêgirtina bêexleqiyê Fêwextê Şêx Ezîz El-Rahman El-Muhacir parve kir. Endamê Talîbanê diyar kir ku guhdarîkirina muzîkê qedexe ye û ji ber vê yekê rayedaran amûrên muzîkê berhev kirine û şewitandine. her wiha diyar kir ku pêşxistina muzîkê "gendelî" ye û muzîk dibe sedema "rêvebirina xelet a ciwanan û hilweşandina civakê".
Kanala nûçeyan a TOLOnewsê jî wêneyek ku tê de komek amûr û hoparlor li bajêr dişewite belav kir.
Talîbanê piştî ku di sala 2021’an de desthilatdariya Afganîstanê bi dest xist, weşana muzîkê qedexe kir. Di van demên dawî de, xwediyên salona dawetê hatine hişyar kirin ku ji muzîkê dûr bisekinin. Dema ku hunermend û muzîkjen ji welêt derdikevin, bûyerên ku wek rêgezên îslamî binpê bikin tê dîtin, wek dawet û şahiyên bi vî rengî qedexe ne.