Yemenê: Semîner li ser reformên qanûnî û serxwebûna medyayê hate lidarxistin

Beşdarên semînerek nîqaşê ya li Marîbê, Yemenê hat lidarxistin, daxwaz kirin ku reformên qanûnî yên berfireh bên kirin da ku serxwebûn û pirrengiya rêxistinên medyayê li welêt bê parastin.

RANÎA ABDULLAH

Navenda Nûçeyan – Rewşa niha ya azadiya medyayê li Yemenê ji ber hebûna gelek desthilatdarên cuda bi giranî xirab dibe. Ev yek bûye sedema zextên berfireh û zêdebûna binpêkirinan li dijî rojnamevanan, di heman demê de rêxistinên medyayê bi pirsgirêkên qanûnî, ewlehî û aborî re rû bi rû dimînin. Ev yek  ku ji bo wan dijwar dike ku serxwebûna xwe biparêzin û erkên xwe yên pîşeyî bicîh bînin.

Di bin sernavê "Di navbera binpêkirin û kêmasiyên qanûnî de… Reforma qanûnî ya pêwîst ji bo garantîkirina serxwebûn û pirrengiya rêxistinên medyayê", Rêxistina Neteweyî ya Rojnamegerên Yemenê (Sada), bi hevkariya Rêxistina Piştgiriya Medyayê ya Navneteweyî (IMS), roja Pêncşemê 18ê Hezîranê li Maribê semînerek nîqaşê bi beşdariya akademîsyen, parêzer û rojnamevanên jin û mêr li dar xist.

Roja azadiya çapemeniyê ya Yemenê

Semîner bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Yemenê hat lidarxistin û rewşa azadiya çapemeniyê li welêt bi rêya pênc kaxezên xebatê yên ku li ser pirsgirêkên yasayî, saziyî û teknîkî yên ku rêxistinên medyayê pê re rû bi rû dimînin, nirxandin.

Parastina yasayî ji bo baştirkirina azadiya çapemeniyê

Dîrektora rêvebera rêxistina "Sada" girîngiya pêşxistina çarçoveya yasayî ya ku karê medyayê rêk dixe da ku xwe bigihîne veguherîna dîjîtal, destnîşan kir, tekezî li ser pêwîstiya bi pergalek bitûnî kir ku dê parastina yasayî û dîjîtal a rojnamevanan xurt bike.

Mona Ebû Esba, berpirsa çavdêrî û belgekirinê ya rêxistinê, cureyên binpêkirinên ku saziyên medyayê pê re rû bi rû dimînin û mekanîzmayên parêzvaniyê ji bo kêmkirina wan pêşkêş kir. Di beşa yasayî de, Ragda el-Muktarî, endamek ji şaxa Komeleya Hiqûqnasên Taîzê, kêmasiyên qanûnên heyî nîqaş kir û pêşniyar ji bo baştirkirina wan ji bo parastina azadiya çapemeniyê pêşkêş kir.

Şer û rojnamevantî

Li kêleka semînerê, rojnamevan Fatîma el-Xalîdî ji ajansa me re got: "Salên şer bandor li ser kapasîte û aramiya min a pîşeyî kir. Her wiha bandor li ser rêxistinên medyayê yên ku min tê de dixebitî kir."

El-Xalîdî, destnîşan kir ku aramî roleke mezin di performansa rojnamevanan de dilîze, diyar kir ku ew ji ber şer zêdetirî sê caran ji cih û warê xwe hatiye derxistin, ku ev yek bûye sedema xwe-sansurek cidî. Wê got, "Divê em pir zêde li ser kîjan çavkaniyên agahdariyê bikar bînin bifikirin, ku bandorek neyînî li ser karê me dike."

Wê her wiha behsa kêmkirina mûçe û feydeyên darayî kir û diyar kir ku gelek rojnamevan ji ber vê sedemê dev ji pîşeyê berdane. El-Xalîdî wiha qala xwe dike: "Ez ji bo kanalek dewletê dixebitîm, lê dema ku kanal ket bin kontrola Hûsiyan, ez ji kar hatim avêtin û mûçeya min jî winda bû.”

Wê girîngiya semînerên bi vî rengî destnîşan kir û tekez kir ku ew ji bo rojnamevanan pir girîng in ku li hev bicivin, ezmûn û ramanan parve bikin pêşniyaran ji bo kêmkirina dijwarîyên ku ew pê re rû bi rû dimînin pêş bixin.

Beşdaran di dawiya semînerê de, diyar kirin ku divê hevrêziya di navbera rêxistinên medyayê, rêxistinên mafên mirovan û derdorên hiqûqî de were xurtkirin; ev yek dê beşdarî reformên hiqûqî bibe ku azadiya çapemeniyê garantî dike û mafê raya giştî yê gihîştina agahdariyê xurt dike.