Talîbanê 5 jin binçav kir

Zexta Talîbanê li ser jinan zêde dibe. Talîban bi îdiaya ‘li gorî quralên nixumandinê tevnegeriyane’ li Heratê 5 jin binçav kir.

Navenda Nûçeyan – Talîban li deverên cûda yên bajarê Heratê 5 jin binçav kir. Li gorî şahidan, hêzên girêdayî Wezareta Fermankirina Qencî û Pêşîlêgirtina Xerabiyê ya Talîbanê tevî ku ew jin qûralên nixumandinê pêkanînbûn hatine binçavkirin. Li gorî îfadeyên şahidan jinên hatine binçavkirin çaketên dirêj, çarçefên nimêjê û maske li xwe kiribûn. Lêbelê, ev yek ji bo binçavkirina wan nebû asteng.

Derbarê aqûbeta jinên hatine binçavkirin û li kuderê tê girtin hê agahiyek nehate parvekirin. Talîbanê jî hîn derbarê vê mijarê de daxuyaniyek nedaye.