TAJÊ: Rizgarkirina dîlgirtiyên Êzidî berpirsiyariyeke exlaqî ya civaka navnetewî ye

Di çarçoveya pêngava ‘ji bo azadî û edaletê, tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê’ de TAJÊ gelek name ji dewlet, sazî û kesayetan re şand û xwest ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan tîmeke taybet were avakirin, DAIŞ’î bi sûcê jenosîdê werin darizandin.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) di çarçoveya pêngava ‘ji bo azadî û edaletê, tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê’ di serî de Iraq û dewletên ku jenosîda li ser Êzidiyan qebûl kirine, ji dewlet, sazî û kesayetan re bi dehan name şandin.

Di nameyan de daxwaza avakirina tîmeke taybet ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan û dadgehkirina sûcdarên DAIŞ’î bi sûcê jenosîdê hat kirin.

Her wiha di nameyê de hat diyarkirin ku mafê azadiya kesên dîlgirtî heye. Her malbateke ku kesên wê winda ne, mafê zanîna rastiyê heye bal hat kişandin ku divê dewlet, sazî û kesên pêwendîdar, berpirsiyar ji gotinan zêdetir gavên şênber bavêjin.

Berdevka Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico der barê çalakiya şandina nameyan de ji ajansa me re axivî.

Rîham Hico bi bîr xist ku di çarçoveya pêngava di 17’ê Tirmehê de dabûn destpêkirin û wê 25’ê Mijdarê bi dawî bibe, gelek kar û xebat dane meşandin û got: “Di çarçoveya pêngavê de me hem li Şengalê hem jî li Ewropayê gelek kar û xebat meşandin. Di vê çarçoveyê de semîner hatin dayîn, serdana dîlgirtiyên hatine rizgarkirin û malbatên wan hat kirin. Dîsa bi malbatên ku hê jî zarokên wan di destên DAIŞ’ê de ne re jî hevdîtin pêk hatin.”

Rîham Hico xebatên ku di çarçoveya pêngavê de hatine kirin wiha vegot: “Di dema borî de bi malbat û dîlgirtiyên hatine rizgarkirin re civîn li dar xistin. Di wê civînê de nêrînên xurt derketin. Dîsa di çarçoveya vê pêngavê de me şêwrek li dar xist. Di wê şêwrê de de di warê yasayî û destûrî de rewşa dîlgirtiyan çawa be hat nîqaşkirin. Dîsa siyaseta ku li ser dîlgirtiyan tê meşandin, psîkolojiya dîlgirtiyan bi berfirehî hat destgirtin û plansaziyek hat derxistin.”

Rîham Hico anî ser ziman ku ev plansazî ne tenê di çarçoveya pêngavê de ye û got: “Ji ber ku doza dîlgirtiyan ji bo me armanceke demdirêj e. Dibe ku pêngav bi dawî bibe lê heta çarenûsa dîlgirtiyan neyê diyarkirin wê xebatên me jî berdewam bikin.”

Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Rîham Hico di axaftina xwe de anî ser ziman ku di çarçovaya pêngavê de taybet ji dewletên ku jenosîda ser êzidiyan qebûl kirine ji dewlet, sazî û kesayetan re name tên şandin û got: “Me di nameyê de daxwazên xwe yên samîmî anîne ser ziman. Êdî mijara dîlgirtiyan ji destê Iraqê, Suriyê û Tirkiyê jî derketiye. Dîlgirtî îro li gelek ciyan belav bûne. Divê saziyên navnetewî, bi Iraq, bi civaka êzidî û dîlgirtiyên ku rizgar bûne re hevbeş plan deynin da ku dîlgirtiyên din rizgar bikin.

Wê name şandin heta 25’ê Mijdarê bên şandin û pêngav bi dawî bibe. Lê belê heta keçeke êzidî jî di destê Daîş’ê de bimîne wê tekoşîna me berdewam bike.”

Name bi vî rengî ye:

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, li dijî gelê Êzidî fermaneke giran û hovane hat rakirin. 12 sal di ser wê rojê de derbas bûn. Di encama vê fermanê de, nêzî 6.000 kesên Êzidî ketin destên DAIŞ’ê û hatin dîlgirtin.

Em wekî gelê Êzidî, bi taybetî weke jinên Êzidî, girîngiyeke mezin didin mijara kesên dîlgirtî ku heta îro çarenûsa gelekan ji wan ne diyar e. Tevî derbasbûna 12 salan hê jî bi hezaran kes winda ne û çarenûsa wan nayê zanîn. Malbatên wan her roj û her sal bi hêviya rizgarkirina zarok, xizm û kesên xwe ne.

Di van 12 salên borî de, li herêmên ku em li wan dijîn, gelek guhertinên siyasî û leşkerî çêbûne û şerên cuda rû dane. Bi taybetî li Sûriyeyê ku gelek ji dîlgirtiyên Êzidî yên di destên DAIŞ’ê de li herêmên wekî Îdlib û deverên din hatine girtin, rewşeke aloz û bê ewle heye.

Piştî êrîşên ku di mehên Çile û Sibatê yên îsal de rû dan, Kampa Holê hat belavkirin. Li gorî agahiyên me, di vê kampê de gelek jinên Êzidî yên dîlgirtî hebûn ku ji ber tirs û gefan nikaribûn nasnameya xwe eşkere bikin. Piştî belavbûna kampê, çarenûsa van jinan hê jî ne diyar e. Nayê zanîn ku ew wan birine li ku û di çi şert û mercan de ne.

Ev pirsgirêk ne tenê bi Sûriyeyê ve sînordar e. Li welatên din, bi taybetî li Iraq û Tirkiyeyê jî hê kesên Êzidî yên dîlgirtî hene ku çarenûsa wan divê were zelalkirin.

‘Heta niha jî nêzî 3 hezar kesên Êzidî winda ne û çarenûsa wan ne diyar e’

Me weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo ku dengê van kesên dîlgirtî û malbatên wan bigihîjînin raya giştî û saziyên berpirsiyar, dest bi hemleyeke bi navê: “Ji bo Edalet û Azadiyê, Tu Jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” kiriye.

Armanca me ew e ku bi derbasbûna salan re êş û azarên gelê me neyên jibîrkirin, çarenûsa dîlgirtiyan were zelalkirin, kesên dîlgirtî werin rizgarkirin û edalet were bicihanîn.

‘Em dixwazin ku ji bo çareserkirna vê pirsgirêka mirovî gavên berbiçav bên avêtin

Em bawer dikin ku rizgarkirina dîlgirtiyên Êzidî ne tenê berpirsiyariya gelê Êzidî ye, berpirsiyariyeke mirovî, exlaqî û hiqûqî ya civaka navnetewî ye.

Heta îro jî nêzî 3.000 kesên Êzidî, bi taybetî jin û zarok, winda ne û çarenûsa wan nediyar e. Ji ber vê yekê, em ji we daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin hemleya me û ji bo çareserkirina vê pirsgirêka mirovî gavên berbiçav bên avêtin.

Di vê çarçoveyê de, daxwazên me yên bingehîn ev in:

1. Avakirina tîmeke taybet ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan

Em daxwaz dikin ku bi hevkariya saziyên navnetewî, dewletên pêwendîdar û aliyên berpirsiyar, tîmeke taybet were avakirin. Erka vê tîmê divê lêgerîna dîlgirtiyên Êzidî, zelalkirina çarenûsa wan û rizgarkirina wan be.

2. Dadgehkirina DAIŞ’iyan bi sûcê jenosîdê

Em daxwaz dikin ku sûcdarên DAIŞ’ê ne tenê bi sûcên terorîzmê her wiha bi sûcên jenosîdê, sûcên li dijî mirovahiyê û kiryarên ku li dijî gelê Êzidî hatine kirin, li dadgehên bên darizandin. Ji bo pêkanîna edaleta rastîn, girîng e sûcên li dijî gelê Êzidî di çarçoveya hiqûqa navnetewî de bên nirxandin û kesên berpirsiyar li gorî yasayan bên darizandin.

3. Avakirina komîsyoneke navnetewî ji bo kesên winda û lêkolînên DNA’yê

Em daxwaz dikin ku komîsyoneke navnetewî ya taybet were avakirin, bi riya lêkolînên zanistî, tomarên nasnameyê û testên DNA’yê çarenûsa kesên Êzidî yên winda were zelalkirin.

Ev komîsyon dikare roleke girîng di nasîna kesên winda, peydakirin û vegerandina dîlgirtiyan her wiha di bersivdayîna malbatên ku bi salan e li bendê ne de bilîze.

4. Bicihanîna berpirsyariyên navnetewî

Em ji dewletên ku jenosîda li dijî gelê Êzidî bi fermî nas kirine, daxwaz dikin ku vê naskirinê bi gavên pratîkî û berbiçav bidomînin.

Naskirina jenosîdê ne tenê helwesteke siyasî û exlaqî ye her wiha berpirsiyariyên girîng di warê parastina mafên mexdûran, lêgerîna kesên winda, rizgarkirina dîlgirtiyan û pêkanîna edaletê de bi xwe re tîne.

Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku dewlet û saziyên navnetewî li gorî berpirsyariyên xwe yên yasayî û exlaqî tevbigerin û ji bo rakirina encamên vê jenosîdê gavên pêwîst bavêjin.

Daxwaza piştgiriyê

Em wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi rêzdarî ji we daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin vê hemleya me û ji bo rizgarkirina dîlgirtiyên Êzidî, zelalkirina çarenûsa kesên winda û pêkanîna edaletê bi me re hevkariyê bikin.

Em bawer dikin ku bi hevkarî, berpirsyarî û hewldanên hevpar, dikare hêviya malbatên ku bi salan e li benda kesên xwe ne, were zindîkirin.

Kesen ku dîlgirtî ne, mafê azadiyê heye. Her malbateke ku kesên wê winda ne, mafê zanîna rastiyê heye. Her mexdûrek jenosîdê mafê edaletê heye.

Em hêvî dikin ku ev maf ne tenê di gotinan de bimînin, lê di pratîkê de jî werin bicîhanîn.