TAJÊ ji bo ferman wek jenosîd were nasîn name ji 19 welatan re şand

Komîteya Dîplomasiya TAJÊ ji bo 19 welatên ku fermana 3’yê Tebaxê wek jenosîd nas nekirine, name şand û ji wan xwest ku fermanê wek jenosîd qebûl bikin

Şengal – Bi nêzhatina 11’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxê Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo 19 welatên ku fermana 3’yê Tebaxê wek jenosîd qebûl nekirine, name şand.

Komîteyê di nameya xwe de diyar kir ku 11 sal li ser fermana 74’an re derbas bû lê hîn jî êş û birînên fermanê nehatine dermankirin, trajediya fermanê derbas nebûye û wiha got: “11 sal di ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Êzidî li Şengalê pêk anî re derbas dibe. Civaka Êzidî fermana 74’an li pêş çavên cîhanê jiya. Di vê fermanê de bi hezaran mirovên Êzidî hatin kuştin, dîlgirtin û ji cih û warên xwe koçber bûn. Qurbaniyên herî zêde yên fermana 74an, jin û zarok bûn. Jinên Êzidî hatin dîlgirtin, firotin, tecawizkirin, îşkencekirin û kuştin. Bi sedan zarok, pîr û kal ji tî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. 11 sal di ser fermana 74’an re derbas bû lê hîn jî êş û birînên fermanê nehatine dermankirin û trajediya fermanê derbas nebûye. Heya niha 2 hezar û 900 mirovên Êzidî ku piraniya wan jin û zarok in di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtî ne. Bi sedan jî çarenûsa wan bi tu awayî nayê zanîn. Hîn bi dehan gorên komî hene ku nehatine vekirin û hîn jî gorên nû tên dîtin.

14 welat fermanê wek jenosîd qebûl kirine

Komîteya Dîplomasiyê di nameyê de bi bîr xist ku 14 welatan bi fermî fermana 3’yê Tebaxê wek jenosîd qebûl kirine û ev nirxandin kir: “Di nava 11 salan de 14 welatan bi fermî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û kiryarên çeteyên DAIŞ ê li dijî civaka Êzidî wek jenosîd pejirandin. Me Tevgera Azadiya Jinên Êzidî dosyek berfireh li ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an amade kiriye. Em vê dosyaya ku bi belge û agahiyên girîng îspat dike ku fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî li Şengalê hat jiyîn jenosîd e, pêşkêşî we dikin. Em ji we daxwaz dikin ku hûn jî bi erk û berpirsyartiyên xwe ya mirovî rabin û fermanê bi fermî wek jenosîdê nas bikin.

Ji bo parastin û pêşîgirtina êrîşan jinan xwe birêxistin kirin

Me weke jinên Êzidî ji bo pêşî li qirkirina jin û civaka xwe bigirin, piştî jenosîda sala 2014’an di sala 2015’an de, destpêkê weke komeke jinan bi navê Meclîsa Jinên Êzidî xwe bi rêxistin kir. Weke bersiva jenosîdê li dijî jinan û civaka Êzidî me rêxistina xwe ava kir. Ji bo jin bibe xwedî hêz û bikaribe parastina xwe ji ferman û êrîşan bike, me xebatên xwe mezin û berfireh kir. Di sala 2016’an de bi kongreyekê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ) hat ava kirin. Heya niha em wekî jinên Êzidî li Şingalê xebatên xwe berdewam dikin.”

Di dosyaya ku bi nameyê re hatiye şandin de ev agahî û wêne hatin pêşkêşkirin:

Çand û baweriya civaka Êzidî:

Mazopotamya dergûşa mirovahiyê ye, li ser vê axê civakbûn, çand, ol, bawerî û şehristanî bipêş ketiye. Civaka Êzidî jî yek ji civakên herî kevnar e ku bi çand û baweriya xwe li ser vê xakê bi hezaran salan jiyan kiriye. Yek ji xwediyên vê xak û dîrokê Êzidî ne. Di çand, bawerî û felsefa Êzdayetiyê de êrîşbirina ser bawerî an jî miletekî din, ferman li ser wan rakirin an jî erdê wan dagirkirin nîne. Civaka Êzidî xwedî çandek demokratîk û aştîxwaz in, her tim Êzidiyan jiyana hevpar pejirandî û parastî. Di çand û baweriya Êzidyatiyê de jin xwedî rolekî pêşeng û girîng e. Di warê parastina çanda kevnar û berdewamiya wê de bi rolek sereke rabûye.

IMG_6265.JPG

Di dîrokê de qirkirinên li ser civaka Êzidî:

Li ser xaka Mazopotamyayê û bi taybetî li Kurdistanê Êzidiyan 74 caran qirkirin jiyan kiriye. Di hemû qirkirinan de çand, bawerî, dîrok û erdnîgariya Êzidiyan hatiye hedefgirtin. 74 caran hewl hatiye dayîn ku Êzidyatiyê ji kokê ve rakin û qir bikin. Belgeyên fermî destnîşan dike ku Êzidiyan 74 qirkirin jiyan kiriye, lê fermnanên ku nayên zanîn bi sedan e. Di encamê van qirkirinên mezin û giran de hejmara Êzidiyan ji 40 milyonan daket nêzî milyonek û li cîhanê belav bûne.

fff.jpg

Bêguman di hemû ferman û qirkirinan de herî zêde jin bûne hedef. Jin hatiye dîlgirtin, qetilkirin, tecawizkirin û bi zorê ji çand û baweriya wê hatiye dûrxistin. Ji ber ku jinê di cewherê xwe de Êzdayetî diparast û mayînde dikir. Kuştin, ferman û talan bi feraseta zilamê desthilatdar bipêş ketiye û qira civakan aniye. Di şexsê jinên Êzidî de 74 caran xwestine ku civaka Êzidî ji kokê ve rakin.

Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an:

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi xiyaneta PDK û hevkariya dewleta Tirk li Şengalê fermana 74’an anî serê civaka Êzidî. Ferman bi salan hat pîlankirin, DAIŞ hat destekkirin, xurtkirin û bi ser Êzidiyan de şandin. Ji sala 2003’yan heya beriya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an pêşmergeyên PDK’ê ji parastina Şengalê berpirsyar bûn. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, 12 hezar pêşmergên PDK’ê reviyan, şer nekirin û rê  ji fermanê re vekirin. PDK’ê Şengal firot DAIŞ’ê û belgeyên ku vê yekê isbat dikin hene. Di zagonên navnetewî yên UN de tê gotin ku şirîkên jenosîdê ango sûcên jenosîdê heye. PDK’ê li dijî civaka Êzidî sûcên jenosîdê kirin û bûne şirîkê çeteyên DAIŞ’ê. Di dîroka 6’ê Tebaxa 2014’an de gerîlayên azadiyê ji bo rê li pêşiya qirkirinê bigrin derbasî Şengalê bûn. Di dîroka 13’ê Mijdara 2015’an de Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

foto.jpg

Jin:

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de 3 hezar û 504 jinên Êzidî û 2 hezar û 869 mêr dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Bi hezaran keç û jinên Êzidî li bazarên wek Reqa û Mûsilê hatin firotin, hatin tecewizkirin, îşkencekirin û kuştin.

20200531_133435.jpg

Heya niha hezar û 184 nêzî 2 hezar jin hatine rizgarkirin û 2 hezar û 900 mirovên Êzidî di destê DAIŞ’ê de dîlgirtî ne û çarenûsa wan ne diyar e, piraniya wan jî jin û zarok in. DAIŞ’ê bi zorê ol û bawariya wan dan guhartin. Her wiha li Mûsilê sala 2016’an meha Hezîranê 19 jinên Êzidî ku di destê DAIŞ’ê de bûn, ji ber ferzkirina ola îslamê red kirin û baweriya xwe neguhertin, çeteyên DAIŞ’ê wan 19 jinan bi saxî di qefesan de  şewitandin.

IMG-20200507-WA0024.jpg

Zarok: 

Bi sedan zarokên Êzidî di fermanê de ji ber tî û birçîbûnê mirin. Bi sedan zarok hatin kuştin. Zarok dîl ketin destê DAIŞ’ê û bi zorê ola îslamê li ser wan hat ferzkirin û baweriya wan guhertin. Wan zarokan li ser fikrê îslamiyeta tundrew perwerde kirin. Bi zorê zarok kirin leşker û tevlî nav şer kirin. Hinek zarok jî li ser xwe teqandinê perwerde kirin. Du Zarokên birayê hev ji gundê Til Qaseb a girêdayî Şengalê, bi navê ku DAIŞ‘ê ew nav lê kiribûn, Ebû sêf Elsencerî û Esed Ebû Elxetab di 14’ê Sibata 2017’ an de xwe li Mûsilê di şer de teqandin. Di fermanê de hejmara kesên bê dayîk û bav  mane jî 2 hezar û 745 e.

IMG_6267.JPG

Gorên komî:

Bi hezara mirovên Êzidî hatin kuştin û di gorên kom de hatin binaxkirin. Çeteyên DAIŞ’ê li ser mirovên Êzidî mirin an jî erêkirina baweriya Îslamê ferz kirin. Mirovên ku hatin kuştin ji ber ola îslamê qebûl nekirin û bawariya xwe ya Êzdayetiyê neguhertin hatin kuştin. Li Şengal û gundewarên wê heya niha 93 gorên komî hatine dîtin û hîna jî tên dîtin. Li gor wezareta parastin û karûbarên gorên komî, ji sala 2019’an heya neha 62 gorên komî hatine vekirin. 31 gorên komî li benda vekirinê ne. Hejmara cenazeyên ji gorên komî yên li Şengalê hatine derxistin 798 e. Li gundê Solax di gorek komî de 80 jin û 2 zarok hatine binaxkirin. Her wiha di 18’ê Tebaxa 2024’an de girêdayî Til Efer gora komî a Elo Enter hat vekirin ku tê de hezar û 500 heya 2 hezar cenaze hatine dîtin û piraniya wan cenazeyên mirovên Êzidî ne. 

IMG_٢٠٢١٠٦٢٠_١١٥٠٤٤.jpg

Koçberî:

Her wiha 350 hezar an jî 400 hezar mirovên Êzidî ji ber fermanê ji mecbûrî ji cih û warên xwe koçber bûne. Hezar kes ji Iraqê koçberî welatên derve bûne, 2 hezar kes koçberî başûrê Kurdistanê bûne.

Li gorî mûnezema koç û koçberan a navdewlewtî ( IOM ) di nava 11 salan de nêzî 120 hezar yan jî 130 hezar koçberên Êzidî vegeriyane cîh û warê xwe Şengalê. Her wiha li gorî mûnezema IOM’ê hê 80 hezar an jî 70 hezar koçber in û piraniya wan li kampên başûrê Kurdistanê ne.

16.jpg

Êrîşên li mazargehên pîroz:

Çeteyên DAIŞ’ê di fermanê de êrîş bir ser cih û mazargehên pîroz yên civaka Êzidî bi dehan cih teqandin. Yek ji mezargehên pîroz ku DAIŞ’ê teqand, Quba Şêx Mend a li gundê Sinêkiyê yê navçeya Til Îzêr a Şengalê ye. DAIŞ komek jin û mêrên temen mezin dike hundirê Qubê û diteqîne.

8bd99c06-3a74-4b41-ab78-acd31a1211c2.jpeg

Encam:

Li gor peyamana pêşîlêgirtin û cezakirina sucên jenosîdê ya UN a 9.12. 1948 an, li gorî xala 2 ya vê hevpeymanê, kuştinên komî, revandina keç, jin, zarok û mirovên Êzidî, ola îslamê li ser mirovên Êzidî ferz kirin, şideta derûnî û fîzîkî meşnadin, tecawiz û destdirêjiya li ser zarokên keç û jinên Êzidî, firotina keç û jinên Êzidî, teqndina cihên pîroz yên civaka Êzidî, koçberiya bi darê zorê û leşker kirina zarokên kur û beşdariya nav şer, ev kiryarên ku çeteyên DAIŞ’ê kirine, hemû sûcên jenosîdê ne û li dijî zagon û hevpeymanên navnetewî û mafên mirovan e.

 

Li gor heman peyamana pêşîlêgirtin û cezakirina sucên jenosîdê ya UN 9.12. 1948’an, xala 3 e. Kiryarên PDK’ê di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de dikeve çarçoveya sûcên şirîkatiya di jenosîdê de. PDK hem Şengal radestî DAIŞ’ê dike, hem jî rê ji jenosîdê re vedike.

IMG_6266.JPG

Di 11’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî de me pêwîst û girîng dît ku vê dosyaya berfireh ji we re bişînin, da ku hûn jî li ser lêkolîn bikin. Em didin xuyakirin ku Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an derveyî ehlaq û wijdanê mirovahiyê ye. Bi temamî derveyî zagonên navnetewî ne û mafên mirovan binpê dike. Li ser vê bingehê em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji we daxwaz dikin ku hûn bi erk û berpirsyariyên xwe yên wijdanî û mirovî rabin û hûn fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî li Şengalê pêk hatî, bi fermî wek jenosîd nas bikin.”

Navê welatên ku name ji wan re hatiye şandin wiha ne:

Serokatiya Afrîkaya Başûr

Protokola Merasîma Dewletê ya Îtalyayê

Ofîsa Serokkomar û Têkiliyên Dîplomatîk ên Giştî yên Bulgaristanê

Ofîsa Serokkomarê Komara Slovakyayê

Serokkomarê Slovenyayê

Wezareta Derve ya Fransayê

Serokkomarê Komara Fînlandiyayê

Serokkomarê Qibrisê

Serokkomarê Komara Hirvatistanê

Wezareta Karên Derve ya Maltayê

Wezareta Karên Derve û Bazirganiyê ya Macaristanê

Serokkomarê Avusturya

Ji bo Serokkomarê Yewnanistanê

Serokê Hikûmeta Spanyayê

Wezareta Karên Derve ya Çînê

Ofîsa Serokatiya Hindistanê

Serokatiya Komara Erebî ya Misrê

Birêz António Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî

 Serokkomarê Komara Lîtvanyayê