‘Bihêzkirina aboriya jinan riyek din a ber bi azadiyê ye’
Aboriya jinan, projeyeke ku rolên dîrokî yên jinan zindî dike û di rêxistinê de vediguherîne hêza veguhertin. Bi vê yekê ji bo avakirina civakek dadmend û hevseng li ser bingeha serxwebûn, beşdarbûn û wekheviyê derfet çêdibin.
ESMAA MUHMED
Qamişlo – Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salên dawî de tevgerek jinan a çalak ku di avakirina modelek aborî û civakî ya bêhempa ya jinan di navenda pêşketin û veguherîna civakî de bi cih dike de serkeftî bûye derdikeve pêş.
‘Jin hêza guhertinê ne’
Endama Aboriya Jin Rodîn Îsa, destnîşan kir ku desteserkirina mafên aborî yên jinan, yek ji cureyên herî diyarker ên tundiya li dijî jinan e. Rodîn Îsa, diyar kir ku 25’ê Mijdarê ji bo parastina rûmeta xwe û mafê jiyana xwe ya azad û bi rûmet, sembola têkoşîna dirêj a jinan a li dijî her cure bêdadî û zordariyê ye. Rodîn Îsa, wiha got: "Jin di dîrokê û roja me ya îro de jî bûne sembola comerdî û îradeyê. Jinan bi sedan salan li dijî hişmendiya mêran ku hewl dan wan bê rol bihêlin û bêqîmet bikin, hêza guhertinê temsîl kirin.”
Rodîn Îsa, destnîşan dike ku projeya Aboriya Jinê êdî ne tenê hewldanek ji bo destpêkirina projeyên hilberînê ye, vuguheriye riyeke stratejîk a ji bo jinûveavakirina civakê li ser bingeha beşdarbûn, edalet û wekheviyê. Rodîn Îsa got: “Ev projeya ku xwe dispêre dîrokek dirêj a berxwedan û afrîneriyê, jinan vedigerîne rola wan a pêşeng a mîna damezrînerên pêşîn ên aboriyê, pêşengên pêşîn ên fikra hilberîn, rêxistin û xweseriyê. Her ku tecrubeyên jinan ên di rêvebirina serkeftî ya projeyên çandinî, pîşesazî û bazirganî de berhev bûn, nîşaneyên aboriyek alternatîf a li ser bingeha hevgirtin û hevkariyê derketin holê. Ev aborî hêz û xwerêvebirina jinan ji nû ve dide û wan ji girêdanê dûr dixe.”
‘Jin ji bo ji nû ve avakirina civakê gavek stratejîk avêt’
Rodîn Îsa, da zanîn ku projeya Aboriya Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê bi avakirina projeyên hilberînê ve sînordar e, di heman demê de di jinûveavakirina civakê ya li ser bingeha beşdarbûn û edaletê de jî gaveke stratejîk e û wiha axivî:
"Girîng e ku were bibîrxistin jin ji destpêka dîroka mirovahiyê ve yekem kes bûn ku bingehên aboriyê danîn. Yên ku nirxa kar, hilberîn û rêxistinê zanîn, çandinî kifş kirin, tov kom kirin, ax çandin û berhem berhev kirin jin bûn. Bi vî rengî, ne li ser kedxwarî û serdestiyê, pergalek li ser bingeha beşdarbûn û hevkariyê ava kirin. Jinan karên malê û civakê birêve birin, hewldan û çavkaniyan ava kirin, bi vî rengî yekem şêwaza xwezayî ya aboriyê li ser bingeha hevsengî û edaletê afirandin."
‘Jinan îsbat kirin ku bingeha hilberîn û jiyanê ne’
Rodîn Îsa, da zanîn ku jinan bi aqil û hestên xwe girîngiya rêxistin, teseruf û ewlebûna xurekê ya pêşerojê fêm kirine, bûne yekem kesên ku berî derketina pere yan bazirganiyê, ramana plansaziya aborî demek dirêj fêm kirine û got: “Lê belê bi demê re piştî serweriya zihniyeta mêran li ser civakan, jin ji vê rola pêşeng hatin dûrxistin û di nava pergalek aborî ya serdest a mêran ku li ser bingeha îstîsmarê bû, hatin hepskirin. Lê ruxmê vê yekê jî her dem ruhê xwe yê kar û hilberînê parastin û di her qonaxê de îsbat kirin ku ew bingeha hilberîn û jiyanê ne.”
Rodîn Îsa, diyar kir ku projeya Aboriya Jinê ya îro, berdewamiya vê dîroka kûr e û hewl dide jinan ji aliyê aborî ve bihêz bike û ji nû ve hevsengiyê bi civakê bide qezenckirin û got: "Dema ku jin xwediyê çavkaniyên xwe yên dahat û serxwebûna darayî bin, dikarin biryarên xwe didin û ji her cure girêdan û tundiyê rizgar dibin. Aborî ne tenê amûrek debara jiyanê ye; amûra azadbûyîn û avakirina xwe ye. Jinan îsbat kiriye ku ew xwedî hêza veguherina aboriyê ya qadeke têkoşîn û afirîneriyê ne."
‘Jin xwedî fikra ewil in’
Rodîn Îsa, da zanîn ku ev hemû serkeftin bi saya raman û felsefeya Abdullah Ocalan a li ser jinan pêkan bûye û axaftina xwe wiha domand: "Rêber Apo bi fikra xwe ya azadiya civakê bêyî azadiya jinan nayê bidestxistin û aboriyek azad li ser beşdariya çalak a jinan ava dibe, rê nîşanî jinan da. Rêber Apo, bi jinan re bingeha jiyanê û çavkaniya nirxên exlaqî û mirovî dît. Me bi saya ramana wî, aboriyê li ser bingeha edalet û wekheviyê ji nû ve ava kir."
Rodîn Îsa, diyar kir ku îro bi riya saziyên Aboriya Jinê, jinên li herêmê jêhatiyên xwe yên rêveberî û hilberînê îsbat kirine, projeyên serkeftî yên çandinî, pîşesazî û bazirganî dane destpêkirin û ji bo gelek jinan kar peyda kirine. Rodîn, wiha axivî: “Ev serkeftin delîlek eşkere ye ku dema ji jinan re derfet bê dayîn, jin xwedî wê hêzê ne dikarin biafirînin û biguherînin, aboriyek azad û serbixwe ku hemû kes dikarin sûdê jê bigrin ava bikin. Berdewamiya vê projeyê, temînata rasteqîn a avakirina civakek demokratîk û yekgirtî ye; ji ber ku jin ne tenê nîvê civakê ne, di heman demê de bingeha wê ne û xwedî fikra ewil ên tiştên îro em ava dikin in.”
Mekanîzmaya xebatê
Rodîn Îsa, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku saziya Aboriya Jinê, bi riya komînan, meclîsan û Kongre Sta, ji bo perwerdekirina jinan, têkilîdanîna rasterast, nîqaşkirina rewşa wan, avakirina hişyarkirinê ya têkildarî mafên wan û teşwîqkirina beşdarbûna wan di jiyana aborî û civakî de dixebite. Rodîn Îsa, bi van gotinan axaftina xwe domand: "Gelek jinên tên saziyên aborî, ji bo perwerde û agahdariyê ku ji bo naskirina xwe û jêhatibûnên xwe dibe alîkar, fêmkirina fonksiyona van saziyan û hevkariya di nava pêvajoyên xwe yên navxweyî de mîsoger dike, sêrledan dikin. Gava ewil ew e ku jin ji bo hevdîtin birêkûpêk bibin werin cem hev. Di van hevdîtinan de pîşe û karên ku mîna dirûtinê, xebata li nanpêjxaneyan, firoşgehên cil û bergan, hunerên destan û berhemên malê yên jin dixwazin bikin, tên nîqaşkirin. Di van civînan de ji bo her komê raman û projeyên guncaw bi şêwe dibin. Armanc ew e ku alîkariya jinan bê kirin, baweriya xwe bi xwe ava bikin, rêxistina xwe ya navxweyî xurt bikin û ji bo projeyên xwe yên pêşniyarkirî dosyayên xebatê biafirînin. “
‘Jin pêşengiya gelek projeyan dikin’
Rodîn Îsa, bal kişand ku saziyên Aboriya Jinê van projeyan bi perspektîfeke aborî û rêxistinî dinirxînin û piştre dest bi pêkanîna wan dikin û got: “Di vê çarçoveyê de, jinan di dema dawiyê de li Qamişloyê nanpêjxaneya xwe vekirin. Her wiha di gelek warên hilberîn û bazirganiyê de gelek projeyên din ên ji aliyê jinan ve tên birêvebirin jî hene. Projeyên çandiniyê yên bingeha aboriya herêmê jî di nava xebatên herî girîng ên heyî de cih digrin. Armanca sereke ew e ku bi riya komunan bigihîjin hemû jinên di civakê de û ramana aboriyeke azad û serbixwe belav bikin û bi vî rengî misoger bikin ku tu jin qels an jî girêdayî kesek din nemîne."
Di avakirina aboriyeke azad de rola navendî
Endama Aboriya Jinê Rodîn Îsa, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bingeha xebatên me perspektîfên Rêber Apo ne. Em di perwerdeyan de destpêkê beşa şeşemîn a Manîfestoya Abdullah Ocalan dixwînin. Ev beş behsa aboriya jinan û çawaniya pêşveçûna wê ya di salên dawî de dike. Manîfesto, bi awayekî berfireh behsa rola navendî ya jinan di avakirina aboriyeke azad de dike. lêkolîn dike ku ka jinan çawa xwe di seranserê dîrokê de bi pêş xistine û hebûna xwe di hemû qadên jiyanê de xurt kirine. Armanca me ew e ku bi riya van civînan hemû jinên li çar aliyên cîhanê bihêz bikin û bi ruhê jinên ku ji bo guhertin û veguherînê têdikoşin, jiyanê biafirînin. Divê jin bibin yek û ji bo bidestxistina azadî û wekheviyê û avakirina civakek li ser bingeha edalet û rûmetê, têbikoşin.”