TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî name ji saziyên Iraqê û navneteweyî re şand
Komîteya Dîplomasiya TAJÊ ji bo zelalkirina nasnameya 19 jinên Êzidî ku di sala 2016’an de li Mûsilê hatin şewitandin û her wiha buyer weke qirkirina jinan were nasîn, name ji serokomarê Iraqê û saziyên navneteweyî re sand.

Şengal – Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo 19 jinên Êzidî ku di sala 2016’an de li Mûsilê hatin şewitandin ji endama rêveber a Neteweyên Yekbûyî (UN) ya jinan Sîma Bahous, Ofîsa Têkiliyên Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya Cenevê, Serokomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîrên Iraqê Doxtor Hamid Naeem Al-Ghazi û Rêveberê Giştî yê Daîreya Karûbarên Gorên Komî û Kesên Winda û Parastina wan Diaa Karim Taama re name şand.
Çarenûsa jinan hê jî ne diyar e
TAJÊ di nameya xwe de bal dikşîne ser şewitandina 19 jinên Êzidî û wiha dibêje: “Fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an bi destên çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Êzidi li Şengalê pêk hat. Bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin kuştin û dîlgirtin. Di vê fermana mezin û giran de qurbaniyên herî zêde jin û zarok bûn. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin, li bazarên bajarê Mûsil û Reqayê firotin, tecawiz kirin û qetil kirin. Mirovên Êzidî yên ku dîl hatin girtin bi zorê ji baweriya wan a Êzidayetiyê dûr xistin û ola îslamiyetê li ser wan ferz kirin. Heya niha çarenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de nediyar e.
Di Hezîrana sala 2016’an de, di meha Remezanê de çeteyên DAIŞ’ê 19 jinên Êzidî ji ber ku dev ji baweriya xwe ya Êzidayetiyê bernedan, jiyana kole ya cariyeyan red kirin û qebûl nekirin rojiyê bigrin, bi hovane qetil kirin. Çeteyên DAIŞ’ê destpêkê wan li kolanên Mûsilê gerandin, piştre bi sedan kesên sivîl kom kirin û di qefesên hesinî de wan zindî şewitandin. Di Hezîrana sala 2016’an de ev komkujî ji aliyê zêdetirî 10 dezgehên ragihandinê Rojhilata Navîn ên Erebî û cîhanî ve hat piştrastkirin. Her wiha şahidên vê komkujiyê jî hene.”
Li hember bûyerê bêdengiya cîhanê
Di nameyê de tê diyarkirin ku heya niha hikûmeta Iraqê, saziyên mafên mirovan, saziyên jinan û civaka navneteweyî li hemberî vê hovîtiyê di nava bêdengiyê de ye û ev nirxandin tê kirin: “Ev komkujiya hovane ya li tu devera cîhanê nehatiya dîtin, ji dinyayê re nîşan da ku DAIŞ rêxistineke herî hov û barbar a vê sedsalê ye. Ev kiryarên DAIŞ’ê heya dawî derexlaqî û wijdanî ne, li derveyî zagonan e. Heya niha nasnameya 19 jinên Êzidî nehatiye eşkerakirin û tu lêkolîn li ser wan nehatiye kirin. Heya vê kêliyê hikumeta Iraqê, saziyên mafên mirovan, saziyên jinan her wiha civaka navneteweyî di nava bêdengiyek de ne û lêkolînek nehatiye kirin.
Daxwaza TAJÊ
Di dawiya nameyê de TAJÊ ev daxwaz ji sazî û dezgehên Iraqê û navneteweyî kir: “Ji bo ev komkujiya giran a şewitandina 19 jinên Êzidi li Mûsilê bê hesap û veşartî nemîne divê têkoşîna edalet û demokrasiyê bilindtir bibe.
Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî vê daxwazê ji we dikin:
*Ji bo nasnameyên 19 jinên Êzidî bên zelalkirin û aşkerakirin divê lêkolîn bê kirin.
*Ev Komkojî weke qirkirina jinan (feminicid) divê were nasîn.”