Îmzeyên ji bo Rojîn Kabaîş dan Wezareta Dadê
Endama Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet Elçîn Kurdoglu diyar kir ku ew dixwazin telefona Rojînê bê vekirin, mînakên DNA’yê aydê kê ne bên aşkerakirin û da zanîn heta edalet pêk neyê wê têkoşîna wan bidawî nebe.
Navenda Nûçeyan – Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş di 27’ê îlona 2024’an de winda bû û cenazeya ê di 15’ê Cotmeha heman salê de hat dîtin. Komîsyona ji bo Rojîn Kabaîş Edalet ku ji bo mirina bi guman ronî bibe têdikoşe, di meha Adarê de kampanya îmzeyan da destpêkirin û 70 hezar û 501 îmze kom kir. Komîsyonê îmzeyan radestî Yekîneya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar kir. Endama Komîsyonê Elçîn Kurdoglu derbarê mijarê de axivî.
'Hemû delîl nîşan didin kur Rojîn xwe nekuştiye'
Elçîn Kurdoglu da zanîn ku ji bo mirina bi guman a Rojîn Kabaîş ronî bibe ev du sal in têdikoşin û got: “Bi armanca daxwazên me bigihêjin girseyên berfireh, me kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Hemû delîl nîşan didin ku Rojînê xwe nekuştiye. Em ji vê re dibêjin cînayet e. Daxwazên me hene. Divê telefona Rojînê bê vekirin, dozgerekî pispor ji bo dosyayê bê peydakirin, hemû pêvajo bi zelalî bê aşkerakirin, navê kê derbas dibe, bila bê darizandin.”
'Em dixwazin mirinên bi guman yên jinan ronî bibin'
Elçîn Kurdoglu bi lêv kir ku armanca wan ev bû ku bi kampanyayê mirovan bikin hevkarê daxwazan û got îmzeyên kom kirine teslîmê Yekîneya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar ya Wezareta Dadê kirine û dixwazin daxwazên wan bên cih. Elçîn Kurdoglu wiha dirêjî dayê: “Em dixwazin mirinên bi guman yên jinan ronî bibin. Di sala 2025’an de hejmara mirinên bi guman yên jinan ji hejmara qetilkirinan zêdetir bûn. Em dixwazin ev mirin ronî bin. Polîtîkayên şerê taybet û sûcên li hember jinan jî parçeyekî têkoşîna me ne. Em bêyî ku van polîtîkayên şerê taybet ji nedîtî ve bên, têkoşîna xwe dimeşînin. Em ji bo Rojînê jî têdikoşin û ji bo hemû jinên din jî têdikoşin.”
‘Em dizanin di telefonê de çi tê veşartin’
Elçîn Kurdoglu wiha berdewam kir: “Telefona Rojîn Kabaîş di alî lêpirsînê de girîng e. Telefon tevî ku şandin Ispanya û Çînê jî, hê nehatiye vekirin. Ev du sal in telefon nayê vekirin. Em dizanin çi di telefonê de tê veşartin. Bila mînakên DNA’yê û delîlên din jî bên aşkerakirin. Gelek kesên divê bên lêpirsînkirin hene. Divê ev hemû bên lêpirsînkirin û darizandin. Hemû kesên ku sersarî kirine, bila bên darizandin.”
Elçîn Kurdoglu daxuyakirin ku heta ku daxwazên wan neyên cih wê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Hedefa me ya ewil 25’ê Mijdarê ye. Em ê têkoşîna xwe bi heman hêzê hîn xurtir bidomînin. Hedefa me ev e ku em bi girseyek xurt biçin 25’ê Mijdarê. Em di 25’ê Mijdarê de hemû jinan vedixwînin kolanan.”