Suweydayî ji bo kesên hatine revandin meşiyan

Bi sedan gelê Suweydayê, bi meşekî girseyî daxwaza berdana kesên hatine revandin û vekirina lêpirsîneke navneteweyî der barê sûcan de, kirin.

Suweyda – Îro li bajarê Suweydayê meşek girseyî pêk hat. Bi sedan kes derketin kolanan û bi yek dengî daxwaza berdana kesên hatine revandin kirin. Meş, him bi daxwaza gelê Suweydayê ya serxwebûnê û him jî ji bo bibîranîna werzîşvanên ku di êrîşên dawî de jiyana xwe ji dest dane, hate li dar xistin.

Beşdarên meşê, dixwestin werzişvanên ku di êrîşên dawî yên ji aliyê Cebhet El-Nusra ve li Suweydayê jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin. Beşdaran, destnîşan kirin ku werziş ne tenê çalakiyek keyfxweşiyê ye, di heman demê de qadek berxwedanê û rêbazek  têkoşînê ya li dijî bêedaletiyê ye.

Beşdaran, daxwaza mafê diyarkirina aqûbeta gelê Suweydayê kirin û banga vegerandina windayan û ji nû ve bidestxistina gundên hatine talankirin kirin.

Gelek jin beşdarbûn

Di meşê de, beşdariya zêde ya jinan balkişand. Dayik, jin û xwişk, wêneyên hezkiriyên xwe yên hatine windakirin hildigirtin û destnîşan kirin ku têkoşîn êdî ne tenê mijara wan a şexsî ye û li seranserê cîhanê veguheriye mijarek gel. Gelek jinan, wiha gotin: “Eşê me, me neşikand; berevajî me bihêztir kir. Êdî ne tenê em, divê hemû cîhan dengê me bibihîze.”

‘Em tucaran gav paşve neavêjin’

Werzîşvan Hadîl Abû Raslan a beşdarî meşê bû, der barê mijara serxwebûna Suweydayê de wiha axivî: "Em dixwazin bi awayekî azad bijîn. Zarokên me, xizmên me û werzişvanên me ji bo axan jiyana xwe ji dest dan. Em niha daxwaza mafên xwe dikin. Em mafê xwe ya serxwebûn û diyarkirina çarenûsa xwe diparêzin. Em tucaran gav paşve neavêjin.”

Hadîl Abû Raslan, diyar kir ku ew ê parastina berxwedana gelê Suweydayê û rûmeta hemû gelê wê bidomînin.

‘Mafê perwerdehiyê tê astengkirin’

Xwendekar Xaliya Obeid ya di meşê de axivî, behsa zehmetiyên ku di perwerdehiyê de pê re rû bi rû dimînin kir: “Mafê xwendekar tê desteserkirin. Gelek hevalên me ji bo gef û tirsê dev jî zanîngehê berdan. Me tenê ji ber nasnameyên xwe yen mezhebî mafên xwe yên akademîk winda kir. Ev cudakariyek eşkere ye.”

‘Em ê tiştên hatine jiyîn ji bîr nekin’

Xezema Nabîl El-Baînî ya di saziyên xwendina bilind de dixebite, wiha got: “Birayê min di êrîşên dawî de hate qetilkirin. Êşên ku em îro dijîn, nîşan dide ku emê tiştên hatine jiyîn ji bir nekin. Helwesta rêveberiya demkî, hê zêdetir bêhêvî kir.”

Xezama, diyar kir ku ew daxwaza lêpirsînek navneteweyî û vegerandina kesên hatine revandin dikin.

‘Em li Suweydayê jiyanek bi rûmet dixwazin’

Herî dawî jina binavê Henadî Ubeyd jî wiha axivî: Li Suweydayê tiştek hêsan nebû. Em her tim mîna gel li ber xwe da. Gava ku zarokên me, dayikên me û bavên me hatin qetilkirin û îşkencekirin, em hê zêdetir xurttir bûn. Em gelekî bi rûmet in. Divê êdî cîhan alîkariya me bike û ji bo qadekî bi ewle ya perwerdehiyê avabike. Her wiha divê mafê me ya jiyanek birûmet bênaskirin. Li Suweydayê hemû tişt hatin şewitandin, lêbelê emê heta dawiyê li ber xwe bidin.”