Suweydayî bertek nîşanî êrîşan dan

Gelê Suweydayê li dijî êrîşên li ser herêmên ku Durzî û Xiristiyan lê dijîn li Sûriyeyê protesto kir û hişyarî da û got, “Ger carekê agirê nakokiyan were pêxistin, tu herêm ewle nabe."

Suweyda – Di demekê de ku komên çekdar ên girêdayî rêveberiya demkî ya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) aloziyên mezhebî zêde dikin, Îsraîlê bi karanîna balafirên bêpîlot du êrîşên bombeyî li dijî HTŞ’ê pêk anîn. Hat ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê de endamekî HTŞ'ê hatiye kuştin û kesek jî birîndar bûye.

Êvara duşemê (28’ê Nîsanê), li bajarokê Ceramana yê li gundewarê Şamê ku nifûsa Durzî û Xiristiyan lê zêde ye, pevçûnên çekdarî qewimîn. Li gorî çavkaniyên medyayê, di van pevçûnan de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di heman rojê de, li herêma Sahnaya ya Eşrefiyeyê yên Şamê di pevçûnên di navbera komên çekdar de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Her çend ev pêşketin fikaran zêde dikin ku Sûriye dikeve nav pevçûnek mezhebî, Civaka Ciwanên Sivîl a Suweydayê roja çarşemê (30’ê Nîsanê) li dijî êrîşên li Suweydayê nerazîbûn nîşan da. Di xwepêşandanê de, endama civakê Vela Tecceddin li dijî xetereyên mezhebîperestiyê hişyarî da.

Banga yekîtiya Sûriyeyê kirin

Vela Tecceddin di daxuyaniya xwe de bi van gotinan banga yekîtiyê kir: "Em Sûriyeyî ne û em êdî baweriya xwe bi cudahiya di navbera kêmnetewe û piraniyê de naynin. Em bi peyameke hezkirinê ji Suweydayê derketin rê. Em yekîtîya Sûrîyê diparêzin û bawer dikin ku dengê hezkirinê ji dengê nefretê bihêztir e. Mezhebî tenê xwîn û wêraniyê tîne. Ger carekê agirê nakokiyan were pêxistin, tu herêm ewle nabe."