Sûriyeyiyên li Lubnanê cardin di riya koçberiyê de ne

Sûryeyiyên ku piştî şerê li Sûriye neçar mabûn koçî Lubnanê bikin, cara dûyem ji cihên xwe dibin.

FADIA JUMAA

Beyrût – Sûryeyiyên ku piştî şerê li Sûriye neçar mabûn koçî Lubnanê kirin, piştî ku êrişên Îsrailê li ser Lubnanê dijwar bûn neçar man ji Başûrê Lubnanê ku lê diman koçî Beyrûtê bikin.

Hemwelatiyên ku cara dûyem ji cihên xwe bûne, li kolanan û li qadên li bendê mayînê yên nû hatine ava kirin dimînin.