Li Îranê 10 hezar zarok di navendên lênêrînê de dijîn
Tevî ku li Îranê daxwaza xwedîkirina zarokan pir zêde ye, alîkariya mehane ya 2 milyon tûmanî ya ji bo xwendekaran li hember enflasyonê têr nake; ev yek kêmasiyên polîtîkayên civakî nîşan dide.
Navenda Nûçeyan – Serokê Rêxistina Refaha Civakî ya Dewleta Îranê, ragihand ku nêzî 10 hezar zarokên ji pitikan bigre heta ciwanên 18 salî yên bêkes an jî ji aliyê malbatê ve têrkêr nayên lênêrîn kirin, li 700 navendên lênêrînê yên bi şêwaza malbatî û di bin çavdêriya rêxistinê de dijîn. Serokê Rêxistina Refaha Civakî ya Dewleta Îranê, da zanîn ku 25 zarok radestî malbatan hatine kirin.
Seyyed Javad Huseynî, ev daneyan di çalakiya Roja Cîhanî ya Zarokan de parve kirin û diyar kir ku li navendê ji pitik û zarokên biçûk ên bin sê salî bigre heta ciwanên di navbera 12-18 saliyê de komên temenî yên cihêreng hene.
Seyyed Javad Huseynî, destnîşan kir ku pêvajoya girtina zarokan hatiye lezkirin û gelek serlêdan di nava du mehan de tên encamdan. Seyyed Javad Huseynî, da zanîn ji bo her zarokê nêzîkî 25 malbat serlêdanê dikin û tekez kir beriya zarok radestî malbatan bê kirin guncawbûna malbatan tê nirxandin.
Seyyed Javad Huseynî, der barê mijara zarokên li derveyî pergala perwerdeyê de jî ragihand ku 2 hezar û 808 zarokên bi vî rengî hatine tespîtkirin û diyar kir armanc ew e ku îsal ev zarok dîsa tevlî perwerdeyê werin kirin û plansaziyek heye ku ji bo her zarokekî ku vedigere dibistanê, mehane 2 milyon tûmen wekî teşwîq bê dayîn.
Daneyên hatin eşkerekirin, careke din pêdiviya bi ewlehî, perwerde, çavdêriya berdewam û xizmetên piştevaniya civakî ya ji bo zarokên sêwî an jî yên ku ji aliyê malbatên xwe ve bi têra xwe nayên parastin, derdixin pêş. Lêbelê ev dane têkildarî zarokên li navendên lênêrînê, bi serê xwe hejmara giştî ya zarokên li seranserê Îranê ku pêdiviya wan bi piştgiriyê heye, nîşan nadin.