Sûdan hewl dide bi festîvalê vegere cewhera xwe ya dîrokî

Pevçûna berdewam a li Sûdanê bûye yek ji mezintirîn gefên li ser mîrata çandî ya welêt. Ji ber ku ev rasterast bandorê li cihên dîrokî yên Sûdanê dike, ji bo zindîkirina geştiyariya welêt dest bi xebata ‘Festîvala Paytexta Geştiyariyê Dongola’ hatin kirin

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Eyaleta Bakur a Sûdanê yek ji herêmên dewlemend ên berhemên dîrokî ye. Îsal, armanc dike ku bi rêya paytexta xwe Dongola, pozîsyona xwe di geştiyariyê de vegerîne. Festîvala “Paytexta Geştiyariyê Dongola”, ji bo sala 2026’an hatiye destpêkirin. Armanca sereke ya festîvalê, tamîrkirina binesaziyê û danasîna şaristaniya Sûdanê ya ji bo cîhanê ye. Ji ber ku cihên çandî û berhevokên muzeyan hatine talankirin û bûne deverên pevçûnê, ji bo parastin û rizgarkirina wan, mudaxeleyên lezgîn hewce ne.
Vela Omar Îsevî ku li Wezareta Geştiyariyê dixebite, diyar kir ku pevçûnê bandorek giran li gelek deveran kiriye û di nav van deveran de sektora geştiyariyê jî heye. Vela Omar da zanîn ku cihên arkeolojîk û muze hatine talankirin, ev yek têgihiştina ku Sûdan welatekî bi ewle nîne xurt kiriye û herikîna geştiyariyê rawestandiye. Vela Omar Îsevî ragihand ku tesîsên geştiyariyê yên wekî otêl jî hatine wêrankirin, tekez kir ku bandora li ser balkêşiyên xwezayî û potansiyela geştiyariyê girîng bû, bandorek neyînî li ser mezinbûna aborî ya welêt kiriye.

‘Berhemên zêrîn ên hêja û peykerên kevirî hatin dizîn’

Vela Omer diyar kir ku dahatên geştiyariyê rasterast beşdarî mezinbûna aborî dibin û pevçûn lêçûnên rêwîtiyê zêde kirine, hejmara geştiyar kêm kiriye û dahatê kêm kiriye. Vela Omer her wiha destnîşan kir ku pêdivî bi ji nû ve avakirina tesîsan, pêşxistina planên danasînê û xurtkirina peyama ku Sûdan welatekî bi ewle ye heye. Vela Omer derbarê rewşa dawî ya li Sûdanê bi van gotinan anî ziman: “Şerê li Sûdanê di sektorên geştiyariyê û arkeolojiyê de bûye sedema karesatên mezin. Cihên dîrokî yên wekî Meroe û Naqa, her wiha muzexaneyên girîng ku di nav de muzexaneya neteweyî ya li paytext Xartumê jî heye, hatin talankirin. Berhemên zêrîn ên hêja û peykerên kevirî hatin dizîn û perçeyên arkeolojîk ên kêm bi dizî hatin derxistin.”

‘Hewldanên hevbeş ji bo vegerandina Sûdanê ya li geştiyariyê girîng in’

Gada Osman Jawîş, rayedarek ji Encumena Bilind a Çand û Agahdariyê ye. Gada Osman jî, diyar kir ku pevçûnê bandorek girîng li ser deverên geştiyariyê û arkeolojiyê kiriye. Wê got ku hin dever bi tevahî wêran bûne, muzexaneya mezin zirar dîtiye û berhemên wê yên hêja hatine talankirin. Gada Osman da zanîn ku pevçûnê bi giranî zirar daye binesaziya geştiyariyê ku di nav de otêl û tesîsên din jî hene. Li gorî Gada Osman Jawîş, ji bo ku Sûdan li cihê xwe yê berê yê di geştiyariyê de vegere, divê deverên geştiyariyê werin tamîrkirin û ji nû ve bên aktîfkirin. Gada Osman got ku pêwîst e her kes bi hev re bixebite û rêzikname ji bo ketina deverên geştiyariyê bên danîn.

‘Festîval ber bi vegera geştiyariyê ve gaveke erênî ye’

Ceyda Ahmed al-Sahîb a rojnamevan û pisporek di warê mîrata geştiyariyê de, diyar kir ku tevî van hemû wêraniyan jî, mîrata çandî ya Sûdanê di bîra kolektîf a gel de berdewam dike. Wê zêde kir ku destnîşankirina Dongola wekî paytexta geştiyariyê ya 2026’an, gelek bernameyan bi xwe re tîne ku rayedar hewce ne ku ji bo vejandina geştiyariyê û arkeolojiyê bicîh bînin. Ceyda diyar kir ku festîval ber bi vegera geştiyariyê ve gaveke erênî ye û bang li her kesî kir ku beşdarî hewildanên ji bo vejandina welêt û destekkirina pêşvebirina deverên geştiyariyê bibin.
Talan bûye sedema windabûna belge û tomarên navendî yên girîng
Rojnamevan Ceyda ragihand ku di nav deverên arkeolojîk ên zirar dîtî de deverên wekî Musawwarat es-Sufra û Naqa hene û ev agahî dan: “Ev dever di lîsteya Mîrata Çandî ya Cîhanê de ne û her wiha gorên dîrokî yên li Girava Saî jî yek ji vana ye. Çalakiyên qaçaxçîtiya berhemên dîrokî jî hatine tespîtkirin. Ofîsên rêveberiya arkeolojiyê li Xartûmê jî hatine talankirin. Ev bûye sedema windabûna belge û tomarên navendî yên girîng. Li hin deverên arkeolojîk çalakiyên avakirin û çandiniyê yên bê destûr hatine dîtin, hinên din jî bûne deverên pevçûnê.