Stres bandorê li ser bedena jinê dike

Vegotinên zêde yên jinan ên li ser bêserûberiya regilê, xwînjêçûnên tund û weşandina porê yên ku jin difikirin bi stresa kronîk re girêdayî ye, di nûçeya rojnameya "Payam Ma" ya îro de hate weşandin.

Navenda Nûçeyan – Nûçeya ku îro roja çarşemê di rojnameya "Payam Ma" de hate weşandin, vegotinên zêde yên jinan ên bêserûberiya regil, xwînjêçûnên tund, weşandina por û êşa bedenî ya zêde, vedibêje; gelek jinan van nîşanan bi zextên derûnî û stresa kronîk a meha Çile û rojên dawî re girêdidin.

Li gorî nûçeya Payam Ma, bi dehan jinan li ser medyaya dîjîtal û di hevpeyvînên qadê de diyar kirin ku di rewşa xwe ya fîzîkî de guhertinên tirsnak dijîn; li gorî jinan ev guhertinan bi zêdebûna zexta derûnî û tengezariya civakî ya bi heman demê re tundtir bûne.

Di parvekirinekî li ser platforma medyaya dîjîtal a  "X" hati weşandin de, bikarhênerek wiha nivîsand: "Hema bejê hemû jinên li dora min weşandina por û xwînjêçûnên regilê yen eceb dijîn." Ev parvekirin, bi hezaran bertek wergirt û di şîroveyan de gelek jinan ezmûnên wekhev ên xwînjêçûna dirêj, bêserûberiya regilê, êşên tund û weşandina por a tund vegotin.

Hinek jinan gotin ku di demek kurt de çend caran regil dîtine an jî xwînjêçûnên wan heta 20 rojan dom dike. hinek jinan jî ragihandin ku nîşanên sendroma PMS’ê tundtir dibin, bêhalbûn, westandin û guhertinên çerm dijîn. Hinek jinan jî diyar kirin ku nîşanên wan bi belavbûna nûçeyên neyînî an jî zêdebûna stresa rojane girantir bûne.

Strêsa dirêj dikare bandor li eksana hormonal a beden bike

Pisporan jî girêdana di navbera stresa kronîk û van celeb nîşanan de piştrast dikin. Li gorî lêkolînên zanistî, zêdebûna asta kortîzolê di bin şert û mercên stresdar de dikare çerxa mezinbûna porê têk bibe û bibe sedema zêdebûna weşandina porê. Her wiha stresa dirêj dikare bandorê li eksana hormonal a beden bike û di çerxa regilê de bibe sedema bêserûberiyê.

Leyla Fouladvand, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameyê de, destnîşan kir ku rêveberîna stresê, şêwirmendiya pisporan û di hin rewşan de takviyeyên mîna vîtamînên B û çînko dikarin werîna porê kêm bikin. Psîkiyatrîstek jî, destnîşan kir ku di bin şert û mercên stresa kronîk de, beden dikare bibe qadekî ku fikarên nepêvajoyî derdikevin holê û nîşanên fîzîkî girantir bike.

Nûçeya "Payam Ma" der barê ezmûna hevpar a jinan a di nav zexta derûnî de di bedana xwe de bi guhertinan re rû bi rû dimînin de tabloyek pêşkêş dike; ezmûnekî ku hinek jinan vê yekê bi vê hevoka êş îfade dikin, “Ez êdî naxwazim bibim jin."