Newaya Jin bi manşeta 'Parastina cewherî mafê hebûnê ye' derket

Rojnameya Newaya Jin, di hejmara xwe ya 260’an de bi manşeta "Parastina cewherî mafê hebûnê ye" derket.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 260’an a Newaya Jinê bi sernavê "Parastina cewherî mafê hebûnê ye" derket. Di rojnameyê de, rehendên civakî yên tundiya li dijî jinan, ezmûnên jinan ên di qada rêxistinbûnê de û têkoşîna ji bo azadiyê, hate nirxandin.

Bandora polîtîkayên qeyûm a li ser jinê

Yek ji nivîsên balkêş ên hejmarê nivîsa Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê (SAMER) Yuksel Genç e, ku bi sernavê "Jin di bin siya qeyûman de: Qada cemaweriyê ya tengbûyî, newekheviya kûrbûyî û jinûve xurtkirina piştevaniyê" hate weşandin. Yuksel Genç di gotara xwe de bandora polîtîkayên qeyûm li ser jiyana jinan û bidawîkirina polîtîkayên jinê li asta xwecihî nirxand.

Di nivîsê de hate ragihandin ku têkoşîna li dijî tundiya li jinê tenê bi hewldanên şexsî nameşe; pêwîstî bi daîmiya saziyî, berpirsyariya cemaweriyê û piştevaniya jinê heye.

Nivîskar Ezda Baran jî polîtîkayên tundiyê yên li herêmên cuda yên Kurdistanê yên li dijî jinan vegot. Ezda Baran li gel sedemên tundiyê, her wiha rê û rêbazên rêxistinbûn û xweparastinê yên jinan jî destnîşan kir.

Li Îranê zextên li dijî jinan

Di beşa têkildarî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ya rojnameyê de Berdevka Çapemeniyê ya PJAK'ê Gelawêj Ewrîn bi wesîleya 25'ê Mijdarê gotarek nivîsî. Hate ragihandin ku Îran di mijara darvekirina jinan de li rêzên destpêkê yên cîhanê ye û tenê di sala 2025'an de herî kêm 61 jin hatin darvekirin. Di nivîsê de hate gotin, jin bi hincetên têkildarî sûcdariyên 'kisas' û 'narkotîkê' hatine darvekirin. Di nivîsê de rewşa aktîvîstên jin ên Kurd Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî hate vegotin ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Konferansa Jineolojî û têkoşîna jinê

Di rûpelên Ewropayê yên rojnameyê de cih ji çavdêriyên têkildarî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê re hate dayîn ku di 16-18'ê Cotmeha 2026'an de li bajarê Haelen ê Hollandayê hate lidarxistin. Rojnamevan Seval Balci di nivîsa xwe ya têkildarî konferansê de li ser bingeha azadiya jinê hilberîna agahiya alternatîf û lêgerîna veguherîna civakî nirxand. Di beşa forûmê ya rojnameyê de nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî jinê ya 23'ê Çileya 1994'an hate weşandin. Di nirxandinê de ku bi sernavê "Şoreşa herî mezin a civakî şoreşa jinê ye" hate weşandin, li gel jiyana çandî û aborî ya jinan her wiha rola wan a di azadkirina civakê de jî hate nirxandin.

Ji nivîskarên rojnameyê Haskar Kirmizigul jî bi wesîleya 25'ê Mijdarê li ser qirkirina jinê û têkoşîna jinê ya enternasyonalîst nivîsî.

Rojeva cîhanê û çand

Li gel çalakiyên ciwanan ên li Fransayê, sedem û daxwazên çalakiyên ciwanan û nêzîkatiya dewletê, daxwazên tevgerên jinan ên têkildarî guhertina qanûnî ya li ser tundiya li jinê di rûpelên rojnameyê de hatin weşandin. Di rûpela cîhanê de her wiha hevpeyvîna bi Ayni Apahtli Ruiz Reyes a Meksîkayî ya li Parîsê dimîne hate weşandin ku hevpeyvîn bi sernavê "Şamanek, jineke şîfakar" hate weşandin. Ruiz Reyes qala şêweyê bawerî û jiyanê ya li ser têkiliya tiba Aztek a kevneşop (Nahuatl) û şîfayê vegot.

Roza Metîna di nivîsa xwe ya bi sernavê "Ziman û Wêje" hate weşandin de, destnîşan kir ku ziman û wêje du têgînên girîng in ku hevdu temam dikin. Roza Metîna ziman weke bingeha nasname û fêhmkirina jiyanê, wêje jî weke qadeke li ser dewlemendiya ziman afirandî pênase kir.

Bermal Çem jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Li Ewropayê çanda Kurdî" ragihand ku jinên Kurd di herikîna dîrokê de yek ji hilgirê civak û çandê ye.

Endama Akademiya Zanistên Civakî Viyan Lolan di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Ji misogeriya hebûnê ber bi vejîna azadiyê ve" pirsgirêkên ku ji ber feraseta netewe-dewletê li Rojhilata Navîn hatin afirandin û pêvajoya avakirinê ya aştî û civaka demokratîk nirxand.

Dîrok û têkoşîn

Sebelan Kiliç, di nivîsa xwe ya bi sernavê "Sembola wêrekî û serîhildanê: Sojourner Truth) jiyana parêzvana mafên jinan û dijberê kolektiya li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Sojourner Truth nirxand. Fîdan Yildirim jî li ser Helen Bamber nivîsî ku yek ji kesayetên girîng ê têkoşîna mafên mirovan e.

Di rûpela dawî ya rojnameyê de Jiyan Çiya (Salîha Kaytan) a ku Tebaxa 2019'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwana nemiran bû, bi pênûsa Hêlîn Dersim hate vegotin. Di nivîsa bi sernavê "Hilgira jiyana bêhesab û bê berjewendî: Dr. Jiyan" de qala Jiyan Çiya hate kirin ku hem weke doktorekê hem jî weke fermandarekê cihekî çawa di jiyana hevrêyên xwe de girt.

Di nivîsê de nirxên ku Jiyan Çiya li derdora xwe afirand, feraseta wê ya têkoşînê û kêfxweşiya wê ya jiyanê hate vegotin.