Stadyuma Newroz a futbolê bû meydana piştevaniya Rojavayê Kurdistanê

Di stadyuma futbolê ya Newroz de zêdeyî 10 hezar kesan diruşmeyên piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê berz kirin. Her wiha hemû dahata vê maçê ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê dê were xerckirin.

Silêmanî- 27’ê Çileyê di stadyuma futbolê ya Newroz a li bajarê Silêmanî, bi beşdariya zêdetir 10 hezar welatiyan bi bi diruşmeyên ‘Bijî Berxwedana Şervanan’, ‘Yeke Yeke Yeke gelê Kurd Yeke’, ‘Rojava ne bi tenê ye, Başur li pişte’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ piştevaniya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê dubare kirin. Her wiha  ala Kurdistan û wêneyên şervanan di sahê de hatin berzkirin. Ji ber hemû dahata maçê ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê dê were xerckirin, gelek kes  ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn.  

‘Bi rêya biletên maça Newrozê alîkarî digihe Rojavayê Kurdistanê’ 
Helbestvan û nivîskar Neşmîl Elî wiha got: “Ev zêdeyî 10 rojane em ji bo piştevaniya berxwedana Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê yê desteka xwe ji dewleta Tirk digrin di çalakiyan dene. Her wiha di berdewamiya wan çalakiyan de îro em ji bo komkirina alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine vêderê. Ev perê vêderê ji bo alîkarîkirina Rojavayê Kurdistanê ye. Wek erkekê ev cara yekeme ez beşdarî maçek a futbolê dibim. Da bikarim bivê rêyê alîkarî bigihin Rojavayê Kurdistanê.” 

‘Bi rêya deng û rengê xwe em piştevaniya Rojavayê Kurdistanê dikin’ 
Xwendekara koleja Beytar Vanêst Serwer wiha got: “Em di nava bajarê Silêmanî de ev çend roje piştevaniya Rojavayê Kurdistanê dikin. Lê belê îro cûdatire û bi rêya werzîşê hewla komkirina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê didin. Heta niha yekîtiyek wiha nehatiye dîtin. Nifşê nû şerê DAIŞ  û gelek şerên di dîtine. Divê em nifşên nû parastina xak û welatên xwe bikin.” 

‘Em di nava çalakiyan dene’ 

Xwendekara zanîngehê Hestî Umêd wiha got: “Em ciwan hatine maça Newrozê da bikarin bi rêya lîstokê xizmetê ji bo Rojavayê Kurdistanê bikin. Herçar parçeyên Kurdistanê yek netew, xak û zimanê me heye. Em nikarin biçin Rojavayê Kurdistanê, lê belê dikarin li vêderê dengê xwe bigihînin cihanê. Ew nifşê ku jêre dibêjin ji welat dûre, niha dibînin ku bi rêya fikir û niştîmanî di rijin qadan û banga azadiyê dikin. Kurd bi rêya vê nifşê ava dibe azad û serbixwe dibe.”