Sosyolog Nîl Mutluer: Siyaseta vederkirinê li pêş aştiyê astengiya herî mezin e

Sosyolog Dr. Nîl Mutluer, got ku ji dema damezrandina netew dewletê ve heta niha pratîka vederkirin û netewperestiyê didome û diyar kir ku bi polîtîkaya li dijî Sûriyeyê, li ser nîqaşên aştiyê ev siyaset dubare dibe.

ELÎF AKGUL

Stenbol Li Tirkiyeyê nîqaşên netewperestî, nasname û aştiyê ji nû ve geş bûne, ev mijar tenê bi pêşketinên rojevî yên siyasî nîn e, bi pratîkek vederkirî ya ku ji dîrokê ve hatiye avakirin tê destgirtin û ev yek balê dikşîne.

Li gorî sosyolog Dr. Nîl Mutluer, mantiqa avabûna netew dewletê, tenê pêvajoya avakirina nasnameya hevpar nîn e; di heman demê de aqilê siyasê yê ku di navbera a “meqbul” û ya “din” de sînoran xêz dike ava kir. Ev aqil, bi demê re beşên cuda yên civakî carna tune hesibandn, carna weke gef bin av kir û dubare bû. Bi vê yekê di bîra civakî de êşên ku hevrûbûn bi wan re çênebûye kom bûn; mekanîzmayên edalet û beramber qels man, netewperestî jî di nava jiyana rojane de weke refleksekek bicihbûyî hebûna xwe domand. Nîl Mutluer, bal kişand ku polîtîkaya li dijî Sûriyeyê, gotinên ewlekariyê û mijarên ku di raya giştî de veguherîne nîqaşên sembolîk, ji vê bingeha dîrokî serbixwe nîn in. 

Pêvajoya avakirina netew dewletê û vederkirinê

Li gorî sosyolog Dr. Nîl Mutluer, nîqaşên îro, teyîsîna pratîka vederkirinê ya dîrokî ye û wiha got: “Mantiqa avakirina netew dewletê, tenê nasnameyek çênekir; di heman demê de awayê sîstematîk afirandina “yên din” jî ava kir. Îslamîstan weke yên din bi nav kir, Kurdan nas nekir, Elewiyan nas neki. Netewperestî di nava xwe de veguherî, tu carî li vî welatî ji aliyê civakê ve me dengê hev nebihsît, heta ku me êşe nekişand, me êşa kesên din nedît. Hevrûbûn û bihîstina dengê hev çênebû, bi  vê yekê re mekanîzmaya edaletê jî destek neda vê yekê. Her dem ên ji aliyê dewletê, netewperestî di jiyana rojane de her dem hat vegotin.”

Meseleya Sûriyeyê û dijberiya Kurdan

Dr. Nîl Mutluer, diyar kir ku vê çarçoveya dîrokî di ser polîtîkaya derve û gotinên ewlkariyê ji nû ve hatiye avakirin û da zanîn ku bi taybetî awayê ragihandina meseleya Sûriyeyê ji raya giştî re, bi şêwazeke ku refleksên netewperest xurt bike di raya giştî de hatiye vegotin. Dr. Nîl Mutluer wiha got: “Dema em li vê pêvajoyê dinêrin, dibînin ku ger beriya deh salan bûye, dibe ku bihata wê xalê. Dema ku DAIŞ zêdetir di rojeva me de bû. Mijara Sûriyeyê çawa pêşkêş dikin? Em dizanin DAIŞ xwe bi awayê veşartî bi rêxistin dike lê çi dibêjin: Dibêjin erê DAIŞ xirab e lê Kurd jî xirab in. Ger were bîra we dema ku behsa mijara Sûriyeyê dihat kirin kesên ku digotin “Kurdên me, Kurdên wan” jî hebûn. Gelo tiştek wiha dibe? Her dem vederkirin, dibe ku dem cuda be lê ziman hemane.”

‘DAIŞ’ê destpêkê keziyên jinên Êzidî jêkir’

Dr. Nîl Mutluer, diyar kir ku mijara keziyê ku di raya giştî de bû sedema nîqaşên sembolîk ji dîrokê cuda nikare were dîtin diyar kir ku kiryarên DAIŞ’ê li dijî jinên Êzidî kir hene lê nehatiye dîtin da zanîn ku mijara keziyê digihîje wê demê û wiha domand: “Di rastiyê de di mijara keziyê de her çendî pêdivî bi hinek analîzan bibînin jî; vê yekê bi jêkirina keziyên jinên Êzidî dest pê kir. DAIŞ’yan keziyên jinên Êzidî yên dikirin kole û dikuştin jêdikirin lewre kezî ji bo Êzidiyan xwedî wateyek pîroz e. Ev heqaretek mezin e, ji ber ku li wê derê tevgera azadkirinê YPG heye. Me zulma DAIŞ’ê ya li dijî jinên Êzidî, jinên Kurd, jinên azad ji bîr kir. Bi carekê kezî bû mijar.”

‘Em hemû xwedî li aştiyê derdikevin’

Dr. Nîl Mutluer, diyar kir ku nîqaşên li ser pêvajoya aştiyê jî  bi heman awayî ji bingeha civakî cuda hatine meşandin, bal kişand ku ji ber ku pêvajo bi civakê re nayê avakirin, refleksên berê nû dibin û wiha berdewam kir: “Li aliyekî din dema em ji aliyê siyasî ve dinêrin bêkêriyek dibînin. Ev yek nîşan dide ku girîngî ji civakîbûna aştiyê re nehatiye dayîn. Ez bawer dikim ku ger îradeyek siyasî, bi awayekî rast ji nava gel gavên hevrûbûnê bavêje, ev deng dibe ku bi demê re bihelin. Em hê li hev dinêrin û ji hev re dibêjin ‘tu kî yî.’ Em di esasê xwe de li hevkariyên xwe nanêrin. Em weke civak di navberê de dijîn û divê em aştiya civakî ava bikin lewre welatiyên me xwe wekhev hîs nakin. Em çawa di navbera van welatiyên ku xwe pir wekhev hîs dikin û yên ku xwe wekhev hîs nakin de zimanekî çawa ava bikin. Em pirê çawa ava bikin? Bi van hemûyan re gelek pirsgirêkên çînî yên hevpar hene. Em ê vê mijarê çawa bikin? Bêguman em hemû li aştiyê xwedî derdikevin lê ji bo hinek kesan zêdetir xwedî wate ye.”

DAIŞ ewlehî û hemwelatîbûna wekhev

Dr. Nîl Mutluer, bal kişand ku aştî, hemwelatîbûna wekhev û mijarên ewlehiyê ji hev cuda nîn in, li ser heman bingeha siyasî divê werin destgrtin. Her wiha got ku lêgerînên ji bo çareserkirina meseleya Kurd, bi nediyariyên di warê ewlehiya civakî û rêxistinên radîkal de werin fikirin da zanîn ku divê hem daxwazên mafan, hem pirsên ewlehiyê divê bi perspektîfa hemwelatîbûna wekhev re li ser bingeha hevpar werin nîqaşkirin û wiha bi dawî kir: “Em îro nizanin li Tirkiyeyê çiqas DAIŞ’î hene. Bi qasî aştiya bi Kurdan re divê mafên hemwelatîbûna wekhev û mafên çandî jî werin bidestxistin. Pêdiviya gelek mirovên li Tirkiyeyê bi van heye. Em weke welatiyên wekhev, dikarin van daxwazên hevpar bikin. Li aliyekî jî meseleya Sûriyeyê heye. Dema ku ev hemû bi ser hev de tên, ev refleks nû dibe. Ji bo tevgera Kurd û Kurdan Abdullah Ocalan pir girîng û semboleke hêja ye. Bi riya wê xebata li ser aştiyê, bi taybetî jî ji ber MHP di nav de ye pir girîng e lewre dê bi demokratan re, bi yên ku şer dikin re aştî çêbibe da ku çareserî pêk were. Divê were zanîn ku vê bi civakê nedane famkirin. Divê di nava civakê de pêşî li ser xirabiya şer, bi awayekî nerm mirov dest pê bike. Weke dayîkan em bi awayekî bênavber van pêvajoyên ku di nava civakê de ava bibin nejiyan.”