Semîra Salih: Nebûna hişyariyê sedema sereke ya windabûna dîroka jinan e

Nivîskar û romannivîs Semîra Salih got: “Jin ji bo îfadekirina hêza xwe avahiyek sînordar bûn. Berê, hêza îfadekirin û nivîsandinê nedidan jinên ku li gundan jiyan dikirin, lê niha ew xwedî fikrek azad in û li dijî vê kevneşopiyê serî hildane.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Di çend dehsalên dawî de, behskirina dîroka jinên Kurd bûye beşek girîng a gotûbêja çandî û akademîk ên Kurdî. Jinên ku bi salan di tomarên dîrokî de winda bûne an jî tenê wekî rûpelek li kêlekê hatine behs kirin. Niha hewldan hene deng û şopa wan vegerînin dîrokê, lê pirsa girîng ev e: gelo em bi rastî dîroka jinan tomar dikin, an tenê em çîrokeke nû diafirînin?

Pirsgirêka sereke di dîroka jinên Kurd de ne tenê ‘ku nehativû nivîsandin’, di heman demê de nebûna arşîvan jî sedem bû. Piraniya jiyana jinan di bîranînên devkî, stran, çîrok û wêneyên malbatî de dimînin, ne di belgeyên fermî û arşîvên dewletê de. Wêne, tomar û bîranînên jinan; Bi taybet ji bo jinên şoreşger, pêşmerge, penaber û jinên ku di şeran de canê xwe feda kirine û serî rakirine, ev hewldan girîng in, ji ber cara yekem jin bi xwe dibin çavkaniya dîrokê, ne tenê mijara dîrokê. Carinan arşîvkirina dîroka jinan ji hêla gotûbêjên siyasî û neteweyî ve tê bandorkirin.

‘Tiştê ku tê tomr kirin mayînde ye ya ku nayê tomar kirin tê jibîr kirin’

 Tenê dengên ku bi vegotinên hevpar ên rayedar û partiyan re li hev dikin têne parastin. Jinên ku bi awayekî cûda diaxivin, civaka xwe rexne dikin, an jî tundiya navmalî û civakî dijîn, pir caran di arşîvên fermî de cihê wan tuneye. Arşîv ne tenê cihek e ku belge lê tên parastin, di heman demê de cihek ê hêzê ye. Tiştê ku tê tomar kirin dimîne û tiştê ku nayê tomar kirin hêdî hêdî tê jibîrkirin. Ji ber vê yekê, pirsa girîng ne ew e ku di dîrokê çi tê nivîsandin. Ji ber dîroka jinan ne tenê dîroka qehremanan e, di heman demê de dîroka jiyanan e ku bêdeng û anonîm jiyan e û beşek rastîn a civakê pêk anîne.

‘Zîhniyeta zilamê kevneperest sedema windabûna nasnameya jinên gundan e’

Nivîskar û romannivîs Semîra Salih diyar kir ku beriya sedsalan rola sereke ya jinan di piştgirî û serkeftina gelê Kurd de hebû û got: “Ji ber nebûna teknolojî û astengiyên li pêşiya hêza jinan rê li ber wan girtiye ku van destkeftiyan tomar bikin.  Jin di sedsala 19-20-21’an de rêveber û karekterên girîng ên welat bûn, lê belê ji ber sedemên siyasî û nebûna teknolojiyê navê wan winda bû. Nasnameya jinan winda bûye. Li gundan jinên têkoşer hebûn, lê belê nebûna xwendin û nivîsandinê û hişyariya kesane bû sedema windabûna navên wan. An jî nebûna hişyarî û zîhnyeta mêr kavneperest sedemek din ên windabûna nav û nasnameya jinên gundan e.”

Semîra bi berdwamî destnîşan kir ku nebûna nivîskarên jin û veşartina navên wan pirsgirêkek din e. Semîra wiha pê de çû: “Nebûna nivîs û helbestên jinan ji bo nivîsînê û arşîvkirina dîroka jinê pirsgirêk çêkiriye. Lê belê hin helbestvanên Kurd di helbestên xwe de behsa jinan û hêza jinan dikin. Gelek jinan girîngî dane gotinên pêşiyan. Gelek jinan ji bo pêşxistina xebatên xwe gotinên pêşiyan ava kirine.”

‘Berê mêran ji ber nebûna jinan di şanoyê de cilên jinan li xwe dikirin û dilîstin

Semîra Salih destnîşan kir ku her çend di demên berê de nivîskar û hunermendên şanoyê yên jin ji ber gelek kevneşopiyan nikaribûn xuya bikin jî, di sedsalên 20 û 21’an de çîrokbêj û romannivîsên jin hene û got: “Gelek lîstikvanên şanoya kevnar mêran ji ber nebûna jinan, cilên jinan bi kar anîne. Dîrok diguhere. Jinan ji demên kevnar ve gelek guhertin dîtine, lê guhertin ji bo nivîsandina dîroka jinan ne xweş bûn. Lê belê, niha jin gelek karên serkeftî û mezin dikin, lê hêza jinan qet nayê dîtin. Gelek sedemên hêza jinan werin jibîrkirin hene. Mîna, hebûna medyaya dijîtal sedemek e ku hêz û dîroka destkeftiyên jinan werin jibîrkirin.”

Samîra Salih di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo berhevkirina dîroka destkeftiyên jinan û tomar kirina destkeftî û hêza wan, pêwîstî bi xebat û hewldanên partî, hikûmet û rewşenbîran heye. Ji ber belgeyên di pirtûkxaneyan de kevin in, wê demê gelek şahid êdî sax nînin. Divê hevpeyvîn bi siyasetmedar, helbestvan û helbestvanên jin re werin zêdekirin da ku arşîvên jinan ji bo nifşên pêşerojê werin parastin. Nivîsandina gotaran divê ji bo pêşerojê be, ne ji bo niha be.”