Songul Guler: Pergal şêweyekî nû û xeternak dide civakê
Endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Songul Guler, têkildarî êrişên dawî yên li ser jin û zarokan zêdebûne ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hişmendiya desthilatdar bi bêcezakirinê rê li ber rizîna civakê vedike.
BERJÎN KARA
Mexmûr – Di sedsala 21’emîn de, şerê ku li dijî çand, nasname, bawerî û hebûna civakan tê meşandin, bi kiryar û qetlîamên li ser jin, zarok û ciwanan veguheriye şerekî sîstematîk û gihiştiye astek xeternak. Ev rewş, encama polîtîkayeke ku her roj di bin navên cuda de tê meşandin e. Hişmendiya desthilatdar, bi riya qanûnên ku nayên pêkanîn, bi bêcezakirina kujeran, bi zimanê medyayê yê zayendperest û nixûmandina bûyeran rê li ber van kiryar û qetlîaman vedike. Sîstema ku her roj bi nûçeyên tundiyê tê xwedîkirin, ne tenê kesên takekesî, bi temamî vîna civakê û siberoja gelan dike hedef. Herwiha bi van polîtîkayên xwe civakê di bingeh de dirizîne û sîstema xwe mezintir dike.
Ev qetlîamên ku em îro dibînin, di rastiyê de “şerekî taybet” e ku li dijî civakê tê meşandin. Her jina ku tê qetilkirin, her zarokê ku mafên wî tê binpêkirin, parçeyek ji projeya bêvînkirina civakê ye. Herwiha sîstema desthilatdar bi hedefgirtina ciwanan jî dixwaze dînamîzma civakê bişkîne û civakek wisa ava bike ku nikare dengê xwe derxîne. Civakê ji çand, nasname, hebûn û exlaqê wê dûr dixîne. Herwiha ew zarok û ciwanên ku dinava tundiyê de mezin dibin jî, wek berdewamiya vê sîstema şer tên amedekirin. Ev êrişên li ser jin, zarok û ciwanan tên meşandin ne ji rêzê ne, ev parçeyek ji polîtîkaya sîstema desthilatdar û zayendperest e ku dixwaze bi riya tirs û tundiyê, jiyana azad û rêxistinkirî ya jinan û ciwanan bifetisîne.
Têkildarî polîtîkayên sîstema desthilatdar ku jin, zarok û ciwanan dike hedef, Endama Komîteya Jineolojî a wargeha penaberan a Mexmûrê, Songul Guler ji ajansa me re axivî.
‘Tundiya li hember jinê bi şêweyê herî dijwar didome’
Songul Guler, di axaftina xwe de bal kişand ser rûyê nû yê êrişên pergalê û diyar kir ku sîstema desthilatdar êdî bi rêbazên hîn bêhtir sîstematîk û kûr tevdigere. Songul Guler got: “Ev kiryarên li hember jinê tên meşandin, ji dîrokê heta niha tê. Dema pergal, bîrdozî hatin avakirin û pergala baviksalar xwe bi sazûman kir, pêşiya jinê hat girtin, ziman, çand, hêz û fikrê jinê girtin. Heta roja îro jî ev pergal hebûna xwe didomîne. Di encamê de dema em li sedsala 21’an dinêrin jî şêwe hatiye guhertin lê zîhniyet, kiryar, sedem û armanc hîna eynî ye. Ango şêwedayîna jin, zarok û civakê ye. Her çendî ku em dibêjin ev sedsal sedsala zanist, modernîte û demokrasiyê ye jî bi wê re polîkayên deshilatê ziravtir û kûrtir bûne. Ev yek jî di bin navê heskirin, xwedîderketin û parastinê de rû didin. Encam de tundiya li hember jinê, hîna bi şêweyê herî dijwar didome.”
‘Jin dinava taritiyê de têne windakirin’
Songul Guler, qala rewşa taybet a herêmê jî kir û destnîşan kir ku sîstema desthilatdar li Rojhilata Navîn şerekî taybet li dijî jinan dimeşîne û got: “Taybet em Rojhilata Navîn bigrin dest, di her qadê de jin tên hedef girtin. Di serhildanan de jî destpêkê jin tên hedefgirtin û qetilkirin. Di şoreşa Rojava ku pêşengtiya wê jinan dikir, wek hedefgirtina Hevrîn Xelef. Di wê demê de jin hatin qetilkirin, girtin û windakirin. Bi heman şêweyî li hember zarokan jî ev kiryar hatin meşandin. Wek din dema em li Başûrê Kurdistanê ku wek herêmek federe tê zanîn, jin bi awayek veşartî têne qetilkirin. Jin dinava taritiyê de têne windakirin. Bi dehan bûyerên ku faîlên wan nediyarin rû didin. Herwiha sineta jinan hîna berdewame, jin têne şewitandin, hîna tên kirina berdêlên zewacê, di temenê biçûk de didin zewicandin û jinên ku tên qetilkirin jî wek întîhar didin pêş û bûyeran dinixûmîn in.”
‘Li Tirkiyê her roj li kolanan jin tên qetilkirin’
Guler, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî û wiha got: “Dema em li Tirkiyê jî dinêrin ku xwe wek dewletek demokratîk dide nîşandan û dibêje ku tenê pirsgirêka terorê li vir heye, her roj li kolanan jin tên qetilkirin, tundiya fîzîkî li ser tê meşandin. Ango êdî bi rehetî zilamek dikare li kolanê tundiyê li ser jinek bide meşandin û kes dengê xwe jî nake.”
‘Dewlet parastina kujeran dike’
Songul Guler bal kişand ser bûyerên Gulistan Doku û Rajîn Kabaîş û got: “Herwiha bi şerê taybet li Kurdistanê li hember jinên Kurd polîtîkayek qirêj tê meşandin. Ger em li bûyera Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş binêrin, em ê şerê taybet hîn baştir fam bikin. Di mijara Gulistan Doku de, dewlet bixwe dinav de ye. Ev 6 salin bûyer di taritiyê de bû, lê xuya dike ku dinav xwede ketine nav nakokiyan ku ev bûyer derket holê. Herwiha Rojîn Kabaîş jî, hertiştê bûyerê li berçave lê hîna kujer nehatiye diyarkirin û ceza kirin. Ev her du bûyer nîşan didin ku dewlet parastina vê yekê dike, kujeran vedişêre û naxwaze rastî derkeve. Ango dewlet bixwe dinav de ye. Ev jî şerê taybet ê ku li hember gelê Kurd û jinên Kurd dide nîşandan. Ev polîtîkayeke ser me gelê Kurd tê meşandin. Dewlet dixwaze jinên Kurd qetilbike, asîmîle bike, di aliyê exlaq de bixe û bi vê yekê civakek ya bê exlaq a gelê Kurd ava bike.”
‘Zarok û ciwanan dikşînin nav terîqetan’
Songul Guler anî ziman ku bûyerên li Tirkiyê di dibistanan de rû dayîn encamên polîtîkayên dewletê ne û got: “Taybet di van rojên dawî de bûyerên li dibistana rû dayîn, ne tenê bi temaşekirina dîzî û lîstokane. Ew jî dinav de ne, lê ne bi vê yekê tenê ve girêdayî ye. Sîstema deshilatdar a heyî cîhanê wek sîstemek ya şîrketan lê kiriye. Di her beşek de rêxistinek avakirine, rêxistinên wek tarîqetî avakirine û zarok û ciwanan jî dikişînin nav de. Ev bûyerên rû dane jî encamên van rêxistin û tarîqetane. Ew zarokê 14 salî ku ji aliyê bav ve hatiye perwerdekirin, bi saxî digrin û qetildikin. Li ser torên medyayê jî wek cinawirekî didin nîşandan. Beriya salek jî du jin hatin qetilkirin li ser sûran, lê ew bûyer jî hat nixûmandin. Ev hemu bi dewletê re girêdayîn, hem ew rêxistinên dij mirovî hem jî terîqetên heyîn. Ev xeteriyek pir mezine ji bo pêşeroja zarok û ciwanan. Bi hedefgirtina jin, zarok û ciwanan dixwazin civakek ketî û bê exlaq avabikin û ev jî yek ji armancên dewletên heyî ne.”
‘Li hember ev sîstema qirêj çareserî paradîgmaya Rêber Apo ye’
Songul Guler herî dawî qala çareseriya li hember vê sîstema desthilatdar kir û ev tişt anî ziman: “Li hember ev pergala ku wek cinawirekî êriş dike, çareseriyek alternatîf heye. Ew jî paradîgmaya Rêber Apo ya ku li ser bîrdoziya azadiya jin dayî avakirine. Ev paradîgma xilasbûna jin û ciwanan e. Pêwîste wek jin em li derdora vê paradîgmayê kom bibin û xwe rêxistin bikin. Ger me xwe rêxistin kir em ê xwe û zarokên xwe ji pergala desthilatdar biparêzin û xwe jê xilas bikin. Herwiha em ê bikarin hesab ji kujerên Gulistan û Rojîn bipirsin û em ê bikarin tevayî jinan biparêzin.”