Deklerasyona 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat eşkerekirin
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk deklerasyona 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê di çarçoveya 15’ê Gulanê de çalakiyên cur be cur li dar bixin.
Amed – Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Ekîn Cerenê ya navçeya Peyasa Amedê bi dirûşma “Statuya Kurdî-Perwerdeya bi Kurdî” deklarasyona 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî eşkere kirin. Endam û nûnerên saziyên ziman û pêkhateyên platforma saziyên demokratîk di nav de gelek kes beşdar bûn. Di deklarasyonê de bi zaravayên Kirmanckî û Kurmancî pankarta “Statuya Kurdî-Perwerdeya bi Kurdî” hat vekirin. Endama Egîtîm Senê Semra Bîrtane deklarasyona ku bi Kirmanckî hatibû, amadekirin xwend.
Saziyên navborî ji bo balê bikşînin ser rewşa zaravayê Kirmanckî deklarasyon tenê bi Kirmanckî hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Neteweya Kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye. Zimanê Kurdî jî nirxeke bingehîn û jêneger ê neteweya Kurd û hemû mirovahiyê ye.
Sed mixabin bi sedan salan e ji ber tunehesibandina neteweya Kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku weke gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê Kurdî jî ji holê bê rakirin. Lê di encama têkoşîna neteweya Kurd de ev hewldan têk çûn. Em dibînin ku li şûna wê, pêkanînên li dijî zimanê Kurdî hatin dubarekirin; zimanê Kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin; bi rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û bişavtina li ser zimanê Kurdî bi awayên cuda berdewam dikin, bi serwerkirina zimanê Tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derê ku Kurd lê dijîn hê armanc û daxwaz ew e ku Kurd bên bişavtin û zimanê Kurdî bihele, bi demê re ji holê rabe. Ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
‘Jiyana bê Kurdî ji bo me Kurdan wek bedena bêmejî bêdil û bêgiyan e’
Bêguman em Kurd bi tu awayî destûr nadin ev yek pêk bê. Jiyana bê Kurdî ji bo me Kurdan weke bedena bêmêjî, bêdil û bêgiyan e. Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye, mifteya azadiya me ya ji her milî ve ye. Zimanê Kurdî xeta me ya herî sor e û di ser her tiştî de ye.
Rêber Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku 'Xwedîderketina li ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwîstiyeke mirovbûnê ye. Ên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Ên ku zimanê xwe nezanin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin. Tu zimanê dayîkê hîn nebî, perwerdeya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî. Meseleya zimanê dayîkê bi qasî nan û avê girîng e. Xwedîderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.'
‘Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu’
Banga Rêber Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê Kurdî jî xurt kirin. Em careke din dibêjin em heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne û diyar dikin ku mafên neteweya Kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî, ne mijara bazarê ne û divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin, zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdeyê da ku civaka azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin. Bêguman ji bo ku ev yek pêk bê divê Rêber Abdullah Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civakeke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite. Ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin û di serî de zimanê Kurdî divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya Kurd û statuya Kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Em baş dizanin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan, tecrîda li ser hemû nirxên neteweya Kurd û bi taybetî tecrîda li ser zimanê Kurdî rasterast têkildarî hev in.
Ji bo pêkhatina vê jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî ji her demê zêdetir bilindtir û berfirehtir bikin. Bi vê armancê em weke hemû saziyên zimanê Kurdî, partî, dezgeh, qad, pêkhate û derdorên cuda yên Kurd û demokratîk bi dirûşma ‘Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî’ merheleya nû ya ku sala borî ji bo têkoşîna zimanê Kurdî hatibû destpêkirin, didome.
‘Emê çalakiyên cur be cur li dar bixin’
Li ser bingeha van rastiyan; em ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di navbera 4’ê Gulanê heta 1’ê Hezîranê, li hemû derên Kurdistanê û Tirkiyeyê; têkoşîn, xebat, bername û çalakiyên cur bi cur di nava civakê de li dar bixin. Li hemû navçe, gund, tax, kolan û malan, li nav ciwan, zarok, zanîngeh, esnaf û hemû qadên din belav bikin. Meş, daxuyaniyên girseyî, xebatên belavok, pankart û bîlbordên bi Kurdî, civînên li ser zimanê Kurdî yên li nava gel û hemû saziyan, form, kursiyên gel, konên zimanê Kurdî, hînkirina alfabeya Kurdî, bernameyên helbestxwendin, çîrokbêjî û dengbêjiyê, şano, pêşengehên pirtûkên bi Kurdî, panel, sempozyûm, komxebat, konferans, şahî, konser, gotûbêj, bang û gazî, xebatên cur bi cur ên li ser qada dîjîtal, bernameyên li bin banê rêveberiyên xwecihî/şaredariyan, bernameyên li meclîsê, xebatên dîplomatîk û hwd. plansaziyeke têr û tijî amade kiriye.
‘Werin em hemû Kurd li dora zimanê Kurdî yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin’
Bi vê armanc, bîr û baweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û mirovperwer; bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû Kurdên li her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin: Werin em hemû Kurd li dora zimanê Kurdî, yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê Kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê Kurdî li her qada civakî û jiyanî bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerde, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehê bikin dibistan û zanîngeheke Kurdî, bikin kurdîgehek.
Bi van hest û ramanan em 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di şexsê pêşengên zimanê kurdî yên nemir Sêvê Demîr û Denîz Bulbun de diyarî hemû cangorî û têkoşerên zimanê Kurdî dikin. 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li me hemû Kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be!”