SOHR: Li Kobanê pêdiviyên herî bingehîn qediyan

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku li Kobanê sektora tenduristiyê ji xizmetê derketiye û hinek pêdiviyên bingehîn bi tevahî qediyane.

Navenda Nûçeyan- Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sektora tenduristiyê li ber hilweşînê ye û qeyrana mirovî yekser zarokan hedef digire.

Li gorî SOHR’ê; dorpêç û tunebûna li bajar êdî rê li ber mirinan vedike. Bijîşkekî li Nexweşxaneya Umutê ya Kobanê dixebite, ji SOHR’ê re axivî û got ku 4 zarokan ji ber xwarina kêm û hewayê sar jiyana xwe ji dest dane. Heman çavkaniyê diyar kir ku ji ber qutkirina ceyranê nikarin oksîjenê bidin zarokên nû ji dayik dibin û zarok di dema welidînê de jiyana xwe ji dest didin. 

Qeyrana mirovî kûrtir dibe

SOHR’ê, da zanîn ku qeyrana mirovî ya li bajar roj bi roj girantir dibe û mamayê pitikan û pêwîstiyên sereke hema hema qediyane. Hat gotin ku li bajêr ava paqij nayê peydakirin, welatî neçar dimînin ava qirêjî bi kar bînin û ava dawî ya di depoyan de tê bikaranîn. SOHR’ê, diyar kir ku sedema vê rewşa giran jî dorpêça komên êrişkar e. SOHR’ê got ku li rexekî ser navendê dorpêç heye û li rexa din jî li dijî gundan êriş tên kirin û HSD jî bersiva van êrişan dide.