SOHR: Li herêmên cuda yên Sûriyeyê 20 kes hatin qetilkirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di meha Çileyê de li herêmên di bin kontrola rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de 20 kes hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di meha Çileyê de yek jê jin bi kêmanî 20 kes li herêmên di bin kontrola rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de hatine qetilkirin.

Li gorî SOHR’ê, ev kes ji ber teqandina rasterast a guleyan, operasyonên tesfiyekirinê, êrişên çekdarî, qezayên tafîkê û teqînên berê hatine kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku bûyer li Laziqiyê, Hums, Hema, bajarê Şamê û gundewarê wê rû dane û ev agahî parve kirin: li Laziqiyê 4 kes (3 mêr û zarokek), li gundewarê Şamê 2 mêr, li Humsê yek jê jin 11 kes, li Hemayê 2 mêr, li bajarê Şamê mêrek hatin qetilkirin.