SOHR: HTŞ operasyonên girtina sivîlan li Sûriyeyê didomîne
SOHR’ê ragihand ku Hêzên Ewlekariya Giştî ya girêdayî HTŞ'ê êrîşî gundê Zerzuriye yê gundewarê rojavayê parêzgeha Humsê ya Sûriyeyê kirine û dest bi hemleya girtina niştecihan kirine.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh ragihand ku Hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî Heyat Tehrîr El-Şam HTŞ’ê êrîşeke berfireh li ser gundê Zerzuriyê li gundewarê rojavayê parêzgeha Humsê ya Sûriyeyê ku piraniya wan ji pêkhateyên Şîiyan e, pêk anîn.
Jin û niştecihên gund bi binpêkirinan re rûbirû man
Operasyona ku ji bo êrîş û girtinan hat lidarxistin hejmarek mezin ji sivîlan hedef girt. Bêyî ku fermanên girtinê yên fermî pêşkêş bikin an jî ji bo sedema girtinan tu tişt bibêjin. Her wiha li gorî SOHR'ê niştecihên gund ku di nav de jin bi îşkence û lêdanê re rûbirû man û gule li wan hatin barandin.
Hewl didin rê li ber koçberî û guhertina demografîk vekin
Li gorî çavkaniyên herêmî yên ku bi SOHR’ê re axivîn, zêdebûna rewşa ewlehiyê ya dawî berdewamiya rêze kampanyayên ewlehiyê yên vê dawiyê ye ku ji hêla Hêzên Ewlehiyê ve li herêmê hatine kirin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku ev tevger û serdegirtin beşek ji siyaseta sîstematîk e, armanc ew e zextê li ser niştecihan bike, rê li ber koçberkirina bi darê zorê ya gel û guhertinên demografîk li gundên ku li gundewarê rojavayê parêzgeha Humsê vedike.