Li Sîstan û Belûcistanê aloziya hêzên Fatimiyûn û Zeynebiyûn
Milîsên Fatimiyûn û Zeynebiyûn li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê cihwar dibin û operasyonên xwe berfireh dikin. Ev rewş li herêmê dibe sedema binpêkirin, tacîz, pevçûnên rasterast û nîgeraniyên kûr di nava xelkê de.
Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên çavkaniyên li Sîstan û Belûcistanê, hêzên girêdayî milîsên Fatimiyûn û Zeynebiyûn hebûna xwe li seranserê parêzgehê berfireh kirine, operasyonên xwe ji baregehên leşkerî ber bi deverên ku welatiyên Belûc lê dijîn ve birin e.
Li gorî raporên ji hêla ‘Halûş’ ve hatine weşandin, ev hêz li hin deveran digerin û welatiyan ji bo lêpirsînê radiwestînin. Her wiha bûyerên tacîzê li dijî xelkê herêmî jî hatine ragihandin.
Hêz hatine bicihkirin
Li gorî raporê, bi sedan endamên Fatimiyûn li herêmên Zahedan, Mircaveh, Rask, Gaşt, Saravan, Zabol, Sib-o-Suran, Çabahar, Konarak, Zarabad û Îranşarê hatine bicihkirin. Di nav xalên bicihbûnê yên li bakurê parêzgehê de gundên Ladiz, Poşt-e Sad-e Gazu û Cûnabad ên li navçeya Mircaveh; herêma Padag a li herêma Lar; hin beşên Kurin û herêma Rudmahî li navçeya Hasaruiyeh a Zahedanê jî cih digrin.
Hat ragihandin ku li beşên navîn û başûrê parêzgehê, bi taybet li deverên derdora Şehr-e Deraz, Îranşehr, Çabahar, Konarak, Rask, Deştiyarî û Zerabad, hêzên leşkerî hatine belavkirin. Di heman demê de, raporên hebûna hêzên Zeynebiyûn li hin deverên başûrê Sistan û Belûcistanê derketin holê.
Raportên dawî devera Samsurê li navçeya Kurin a Zahedanê wek cihek ku hebûna hêzên Fatimiyûn bûye sedema pevçûnên rasterast bi gelê herêmî re tê pênasekirin. Li gorî rapora ji aliyê ‘Halûş’ ve hatî amadekirin, jinek Belûc ku bi motorsîkletê re bi hevjînê xwe re diçû, ji aliyê hêzên Fatimiyûn ve hatiye şopandin û hedef girtin, lê bi dûrketina ji herêmê kariye xwe ji wan xilas bike.
Hewldanên destdirêjiyê
Çavkaniyên herêmî îdia kirin ku hêzên Fatimiyûn li heman herêmê li ser zewacên demkî (sîxe) welatî lêpirsîn kirine. Di raporê de her wiha îdiayên hewldana destdirêjiya zarokan dizîya ajalan, serjêkirin û gulebarankirina pezên şivanên koçer jî hebûn. Ev agahî li ser daneyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin hatiye amadekirin.
Raporên berê jî destnîşan kiribûn ku hin baregehên Besîc ên herêmî radestî hêzên Fatimiyûn û Zeynebiyûn kirine. Li gorî van raporan, baregehên ku berê ji hêla personelên herêmî ve dihatin birêvebirin, dane hêzên girêdayî van her du koman. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku ev gav di nav hin hêzên herêmî de bûye sedema fikar û nerazîbûnê.
Koma Fatimiyûn piranî ji şervanên Şîe yên Efganî pêk tê, koma Zeynebiyûn ji endamên Şîe yên Pakistanî pêk tê. Her du kom jî li kêleka hêzên ku ji hêla Komara Îslamî ve têne piştgirî kirin, beşdarî operasyonên leşkerî li Sûriyeyê bûne. Raporên vê dawiyê yên li ser bicihbûna wan li Sîstan û Belûcistanê di rewşek ku agahiyên fermî û zelal li ser rolên rast ên van koman an jî çarçoveya desthilata wan di nav pergala ewlehiyê ya parêzgehê de tune ne derketin holê.