SOHR: Di rojekê de li Sûriyeyê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
SOHR’ê, diyar kir ku li Sûriyeyê di 24 saetan de bi kêmanî 8 kes hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihad ku di 24 saetên dawî de ji ber tundî, şer, êrîş, teqîn û bikaranîna şaş a çekan, bi kêmanî 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.
SOHR’ê têkildarî hûrguliyên mirina 8 kesan de agahî parve kirin, da zanîn ku li gundê Kerasîn Bisincar ê Idlibê ji ber teqîna mayînek a bermahiyên şer kesek jiyana xwe ji dest da, li taxa Qisûr a bajarê Hemayê jî ji ber gulebarana ji aliyê çekdarên nenas ve mêrek hat qetilkirin.
SOHR’ê diyar kir ku li kampa Kemûna ya li bakurê Idlibê jinek hevjînê xwe kuşt, li gundê Mixtariyê yê bakurê Humsê şêniyek Elewî di dikana wî de hat gulebarankirin û qetilkirin.
Li nêzî çerxeriya Ebasiya ya li taxa Sebîl a bajarê Humisê dewriyeya hêzên ewlehiya giştî wesayîdek sivîlan gulebaran kir, di encamê de kesek di wesayîdê de hat qetilkirin.
Li bajarê Ezazê yê dagirkirî yê li bakurê Helebê, ji ber pevçûna di navbera du malbatan de jinek hat qetilkirin, li bajarokê Meredesê yê bakurê Hemayê di encama gulebarana bêserûber a di pîrozahiya dawetekê de ciwanek jiyana xwe ji dest da. Her wiha li gundê Mezeiyê yê Derayê ciwanek dema bi çeka xwe dilîst gule pê ve teqiya û di encamê de jiyana xwe ji dest da.