Di bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezayê de: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Êrîşên hewayî yên Îsraîlê li ser Xezayê didomin gelek kes hatin kuştin û mal hilweşiyan. Di heman demê de bi hewldanên navneteweyî ji bo rawestandina aloziyê hê jî cenaze ji bin kavilan tên derxistin.
Navenda Nûçeyan – Çavkaniyên Filistînî ragihandin ku îro di encama rêze êrîşên hewayî yên Îsraîlê li ser deverên cuda yên Zîvala Xezayê de, 7 kes hatine kuştin. Operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê piştî ku 112 cenaze ji bin kavilên xaniyên wêranbûyî li taxa Sabra ya bajarê Xezayê hatin derxistin, berdewam kirin.
Rayedarên tenduristiyê yên Filistînî diyar kirin ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de cihên li bajarê Xezayê her wiha Deyr El-Belah û Xan Yûnis hedef girtine. Parastina Sivîl a li Zîvala Xezayê tekez kir ku di encama bombebaranê de 7 kes mirine.
Binesaziyê hedef digrin
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê her wiha ragihand ku depoyên bijîşkî yên Nexweşxaneya Şehîdên El-Eqsayê hatine bombebarankirin, 2 ji 4 depoyan wêran bûne û zirarên zêde dane depoyên mayî.
Di Tîrmehê de 152 kes hatine kuştin
Li gorî Wezaretê, di meha Tîrmehê de hejmara miriyan zêde bûye, 152 kes hatine kuştin, ev jî hejmara herî zêde ya mehane ye ji destpêka salê ve. Li gorî daneyên Wezaretê, hejmara giştî ya Filistîniyên ku di operasyonên leşkerî yên Îsraîlê de ji Cotmeha 2025'an vir ve hatine kuştin gihîştiye hezar û 222'an.
112 cenazeyên ku di navbera wan de jin û zarok hene hatin dîtin
Li taxa Sabra, Parastina Sivîl ragihand ku tîmên rizgarkirinê qonaxek ji operasyonên lêgerînê yên nêzî du hefteyan domiya temam kirine, di nav wan de 112 cenazeyên ku di navbera wan de 40 zarok, 38 jin û 7 kesên kêmendam hebûn dîtine.
'Herî kêm 157 cenaza di bin kavilan de asê mane'
Karbidestê Parastina Sivîl ê berpirsiyarê rizgarkirina cenazeyan diyar kir ku herî kêm 157 cenaze di bin kavilan de asê mane, di heman demê de Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor piştgiriya hewldanên tîmên rizgarkirinê dike.
Ev yek di demeke ku aloziya leşkerî berdewam dike, bi daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump re li ser "pêşketinek girîng" a der barê hewldanên ji bo bicîhanîna peymana agirbestê ya li Xezayê ya ku par hatibû îmzekirin de, hevdem e.