SOHR: Di rojekê de li Sûriyeyê 8 kes hatin qetilkirin

SOHR’ê ragihand ku li Sûriyeyê di nava 24 saetan de jin û zarok jî di nav de 8 kes hatine qetillkirin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku li herêmên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetan de 8 kes hatine qetilkirin.

SOHR’ê der barê qetilkirina 8 kesan de hinek hûrgulî parve kir û da zanîn ku li taxa Kerem El Loz a bajarê Humisê çekdarên nenas gule li keçek barandine û qetil kirine. Li taxa Eyn El Xidra ya bajarê Tilkelex ê gundewarê rojavayê Humisê jî kesek ji aliyê komeke çekdar ve hat qetilkirin. Li gundê Şêx Seed ê li rojavayê bajarê Derayê çekdaran ciwanek qetil kir.

SOHR’ê diyar kir ku li nexweşxaneya El Weir a bajarê Humisê jî cenazeyê ciwanekî ku ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin hatiye dîtin.

Hat destnîşankirin ku li derdora gundê Ebû Herdob ê rojhilatê Dêrazorê jî cenazeyê ciwanekî hatiye dîtin.

Girêdayî heman mijarê, şêniyan li taxa Bab Şerqî ya li herêma El Ideşeriyê ya Şamê cenazeyê zarokekî dîtin.

Hat diyarkirin ku ji ber teqînên bermahiyên şer, li devera Meret Misrîn a bakurê Idlibê kesek jiyana xwe ji dest daye û li çolistana Mehkan a rojhilatê Dêrazorê kesek bi parçeyên teqîna mayînek jiyana xwe ji dest daye.