Pervîn Buldan li Wanê bi Dayîkên Aştiyê re civiya

Endama Heyeta Îmraliyê û parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan, di serdana xwe ya ji bo Dayîkên Aştiyê de anî ziman ku pêşengiya herî mezin a têkoşînê jin û dayîk dikin û got, "Silavên Birêz Ocalan ji hemû dayîkan re hene.”

Navenda Nûçeyan –  Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, li bajarê Wan ê Bakurê Kurdistanê serdana Dayîkên Aştîyê kir. Serdan li avahiya DEM Partiyê pêk hat û parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê û nûnerên saziyên sivîl di serdanê de amade bûn.

‘Pêşengiya herî mezin jin û Dayîkên Aşitiyê dikin’

Di serdanê de destpêkê Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û pirsgirêka Kurd û wiha got: “Ev pêvajo encama têkoşîna bi salan a gelê Kurd li hemberî zilm, zordarî û polîtîkayên şer e. Ev têkoşîn berî her tiştî hemû qad û her çar parçeyên Kurdistanê digre nava xwe. Di nav vê berxwedanê de jî pêşengiya herî mezin jin û Dayîkên Aşitiyê dikin.”

‘Ji Îmraliyê silavên Birêz Ocalan hene’

Piştre Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan anî ziman ku di hevdîtina xwe ya dawî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav li Dayîkên Aştiyê kiriye û wiha pê de çû: “Berî her tiştî ez silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di hevdîtina dawî ya 13’yê Îlonê de gihandibû me, ji hemû dayîkan re tînim. Têkoşîna aşitiyê têkoşîneke zehmet e û di refên herî pêş ên vê têkoşînê de dayîk û jin hene. Ji ber ku bûne hedefa herî mezin ên şer ew in ku zarokên xwe dane axê.”

‘Daxwaza me, aşitiyeke birûmet e’

Pervîn Buldan di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ger em îro aşitiyê dixwazin, ji bo kezeba tu dayîkeke din neşewite, tu zarok jiyana xwe ji dest nede û nekeve bin axê em dixwazin. Ev erd û ev erdnîgarî rastî êşên gelek mezin hat. Tu malbat nema ku bedel nedabe; an zarokê wan çû bin axê, an ket girtîgehê an jî hatine surgûnkirin. Êdî piştî vê demê daxwaza me ew e ku bedel neyên dayîn û maf û hiqûqa gelê Kurd bê nasîn. Daxwaza me ne aşitiyek ji rêzê ye, em aşitiyeke birûmet diparêzin.”

‘Hêza pêşeng a pêvajoyê dayîk in’

Pervîn Buldan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku baweriya wan bi rola dayîkan heye û got: “Di vê têkoşînê de dîsa berpirsiyarî û erka herî mezin dikeve ser milê dayîkên me. Em dizanin û jê bawer dikin ku dayîkên me di vê pêvajoya aşitiyê de jî, mîna berê, dê bibin hêza pêşeng a vê berxwedan û tevgerê.”