SOHR: Di 24 seatan de 8 kes li Sûriyeyê hatin kuştin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li herêmên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 seatên dawî de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav de rojnamevanek heye.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li herêmên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 seatan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di bûyerên cuda de rojnamevan jî di nav de 8 kes di hatin kuştin
SOHR'ê derbarê kuştina 8 kesan agahî parve kir û diyar kir ku li gundewarê Tertûsê di 3 bûyerên cuda de 3 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin kuştin. Hate zanîn ku bûyer li Pira Xerîbat, gundê Mecdelûn û riya Beyt Elyan rû dan.
Li herêma Dimêr a gundewarê Şamê jî 2 endamên "Firqeya 54'an- Tîma Endazyariyê" ya girêdayî desthilata Şamê dema mayîn bê bandor dikirin jiyana xwe ji dest dan û hin din jî birîndar bûn.
Her wiha hate diyarkirin ku li herêma Meza Besatîn a Şamê çekdarên nenas kesek bi tawana ku bi rêjîma berê re didan û distandin hate kuştin.
Li gor SOHR’ê, rojnamevanek ku beriya du hefteyan li Şamê winda bibû, cenazeyê wî li nêzî bajarokê Ceyrûd ê Qelemûnê di nava kavilan de hat dîtin. Li nêzî Nexweşxaneya El-Emanî ya li herêma Kiswa ya gundewarê Şamê jî şerekî çekdarî rû da, endamekî hêzên ewlekariyê ya desthilata Şamê dema navbeynkariyê bike û dawî li pevçûnê li herêmê bîne, hat kuştin.