ÎSÎG: 95 zarokan di dema xebatê de jiyana xwe ji dest

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar a Tirkiyeyê (ÎSÎG) ragihand ku di navbera Îlona 2025 û Tebaxa 2026’an de 95 zarokan di dema xebatê de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar a Tirkiyeyê (ÎSÎG) rapora xwe ya "Rapora Mirinên Zarokan ên Têkildarî Kar" weşand, ku serdema Îlona 2025 heta Tebaxa 2026’an vedihewîne.

Li gorî raporê, 95 zarok di dema xebatê de mirine. Hate diyarkirin ku 14 ji wan zarokan penaber bûn.

Di raporê de her wiha sedemên mirinê bi berfirehî hatine destnîşankirin û hatiye destnîşankirin ku ji sedî 18 ji ber pelçiqandin/hilweşînê, ji sedî 17 ji ber qezayên trafîkê û ji sedî 16 jî ji ber xeniqandin/jehrbûnê çêbûne.