SOHR: Di 24 saetan de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan

SOHR’ê ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawî de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li herêmên desthilata Şamê û yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin di 24 saetên dawî de herî kêm 11 kes hatin qetilkirin.

Li gorî SOHR’ê, li bajarê Qirdaha yê Laziqiyê, cenazeyê elewiyekî ku bi kursiyê ve hatibû girêdan û hatibû serjêkirin li mala wî hat dîtin.  Hate diyarkirin ku li bajarê Busra El Şam a gundewarê rojhilatê Derayê jî fermandarekî berê yê komên muxalefetê ji aliyê endamên Feyleqa 5’an ve hat qetilkirin.

‘Komên çekdar bi ser malekê de girtin’

SOHR’ê destnîşan kir ku komên çekdar li gundê Şiniyê yê rojavayê Humisê bi ser malekê de girtin û du hevjînên hev qetil kirin. Ciwanek ji bajarokê Mizêrîb ê gundewarê rojavayê Derayê jî di encama gulebaranê de hat kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku li herêma Cisir El Şixûr a gundewarê Idlibê cenazeyê du ciwanên  ku ji aliyê komên çekdar ên nenas ve hatin kuştin, hatin dîtin. Hate zanîn ku her du ciwan berî çend rojan dema diçûn peravê, agahî ji wan qut bibû.  

Li gorî SOHR’ê, li herêma Komonat a Çolistana Sûriyeyê ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer bi erebeyekê ve, kesek hat kuştin.

Hate diyarkirin ku li gundê Mehrûta yê Hemayê kesek dema hewl dida bi birayê xwe re derbasî Lubnanê be, li ser sînor di gulebarana çekdarên hêzên desthilata Şamê de hat kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku li gundewarê Helebê du çeteyên dewleta Tirk  di kemîna hêzên ewlehiya giştî ya desthilata Şamê de hatin kuştin. Hate gotin, her du çete ji ber destê wan di revandina ciwanekî li gundê Til Meksûr ê nêzî bajarê Babê de heye, hatin kuştin.