SOHR: di 15 rojan de 74 sivîl li Sûriyeyê hatin kuştin
SOHR’ê ragihand ku Ji destpêka meha Adarê ve heta niha li Sûriyeyê 74 mirovên sivîl di bûyerên cuda de hatine kuştin.
Navenda Nûçeyan – Di mehên dawî de her diçe li Sûriyeyê bûyerên kuştina mirovan zêde dibin. Ji kuştin û êrîşên çekdarî bigre heta gelek kiryarên xirab rojane bûyerên dizî û kuştinê her wiha mirina ji ber teqîna bermahiyên şer zêde dibin.
Di 15 rojan de 74 sivîl hatin kuştin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) mirina 74 sivîlan di bûyerên cuda de duh belge kir. Vê hejmarê asta tunebûna ewlehiyê li welat nîşan dide.
SOHR’ê destnîşan kir ku 36 sivîl di dema diziyên bi çek û serdegirtinên malan de ji ber hatine kuştin.
Mayîn û teqemeniyên şer ên ji salên şer hê jî ji bo gel gefek mezin in û 14 sivîlên ku di navbera wan de zarok jî hene dema ku li erdên çandiniyê dixebitîn an jî di navbera gundan de diçûn û dihatin hatin kuştin, vê yekê bandora şer a berdewam li ser jiyana rojane ya Sûriyeyiyan nîşan dide.
Bi hincetên cuda hedefgirtina sivîlan
SOHR’ê destnîşan kir ku di sûcên bi hinceta mezhebiyê tên kirin zêde bûne, destnîşan kir ku 7 sivîl bi hincetên mezhebî hatine kuştin û hat gotin ku ev yek aştiya civakî tehdît dike.
Bûyerên bi çekên bêserûber di demên dawî de bûne sedema mirina 3 sivîlan. Ji ber destwerdana çekan an gulebarana bêserûber li bûyeran û li deverên niştecihbûnê, xetera berdewam a belavbûna çekan ji kontrolê derketiye.
Her wiha di êrîşeke Îsraîlê ya li ser baregehên leşkerî ya Sûriyeyê sivîlek hat kuştin.
Kiryar û sûcan rawestînin
SOHR’ê tekez kir ku kêmbûna ewlehiyê ya berdewam û nebûna kontroleke hişk li ser belavbûna çekan, taxên niştecihbûnê û riyên girîng veguherandine cihên sûcên vekirî. Her wiha destnîşan kir ku ev yek aktîfkirina lezgîn a rola saziyên mafên mirovan û dadwerî ji bo şopandina sûcdaran û anîna wan ber bi dadgehê ve pêwist dike.
SOHR’ê bang li civaka navneteweyî û aktorên pêwendîdar kir ku ji bo rawestandina xwîna ku li Sûriyeyê dirije bixebitin û zextê li hemû aliyan bikin da ku ewlehiyê biparêzin û berpirsiyariyên xwe di parastina sivîlan de bi cih bînin.