Siyasetmedar Roya Sabêt rewşa giran ya girtîgeha Adel Abad eşkere kir

Siyasetmedar Roya Sabêt girtiyek Behayî ye ku li girtîgeha Adel Abad li Şîrazê tê girtin, di peywendiyek kurt bi malbata xwe re bal kişand li ser qerebalixiya zêde, her wiha şert û mercên xerab ên di hucreyan de.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine belavkirin, siyasetmedar Roya Sabêt, girtiyeke Behayî li Zindana Adel Abad a Şîrazê tê girtin, di hevdîtineke kurt de rewşa xirab a giran ya zindanê ji malbata xwe re ragihand.

Di hevdîtineke kurt bi malbata xwe re, rewşa girtîgehê bi giştî diyar kir, her wiha got ku ji ber qerebilixiya zêde hucre bi girtiyan dagirtîne, girtîgeh pir bê hewa ne û ji ber şerê dawî û operasyonên hikumetê yên girtin û binçavkirinê bi giranî rewş pir xirab bûye.

’49 girtî di yek hucrê de dimîn’

Li gorî rapora ku hatiye parvekirin, siyasetmedar Roya Sabet qerebalixiya zêde li girtîgehan wekî yek ji pirsgirêkên herî girîng û xirab destnîşan kir û got ku niha 49 girtî di odeyek biçûk de tên girtin. Girtî tevahiya rojê di vê cihê teng de derbas dikin û ji hewaya paqij bêpar dimînin.

Her wiha, tevî şert û mercên krîtîk, daxwaza siyasetmedara Behayî, Roya Sabêt ya ji bo destûrê wekî xewnekê pênase kiriye û nehat qebûl kirin. Fikarên li ser rewşa girtiyan zêde bûne.