Siyaseta xwişktiyê: Ji ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berbi demokrasiya radîkal ve
Girtiya siyasî Anisha Asadollahî ku hate berdan, li ber girtîgeha Evînê bi paçê ku navê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî li ser çalakî kir û bi bîrxist ku xwişktî ne tenê hestek a piştevaniyê ye, dikare bibe stratejiya siyasî ya avakar.
PARSHANG DOLATYARÎ
Navenda Nûçeyan – Ew çalakiya ku di 20’ê Sibata 2026’an de li ber girtîgeha Evînê hati bû jiyîn, ne tenê berdane girtiyekê bû, bi bîrxistina ji nûve asoya siyasî bû.
Anisha Asadollahî, dema ji girtîgehê derket, di destê wê de paçek ku navê Pexşan Ezîzî û Qerîşe Muradî li ser bû di destê xwe de hildigirt. Ev dîmen ji jestek a piştevaniyê zêdetir bû, halê şênberbûna sîyaseta xwişktiyê bû.
Ev siyaseta ku ji derveyî dîwarên girtîgehê, hê venegeriyaye asoyek siyasî ya serdest, li cihê ku di hundir de desthilat bi awayê herî tazî hatî tecrubekirin, wek neçariyek exlaqî û stratejîk tê zanîn.
Çima xwişktî?
Ev çalakî dibe pirsek bingehîn. Zayenda civakî, di kurtbûnên beş û milyetê de, girêdanbûna azadiyê ya di nava jinan de hatî perçiqandin, çima hê di qada civakî ya Îranê de ne bûye hêzek hegomonîk? Nirxên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di 2022’an de kolan hejandî, çima bi demê re di siyaseta gotinên rastgir de kêm ma?
Diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji daneheva pratîk û fikrî ya tevgera jina Kurd derket. Çarçoveya teorîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêbazek li derdora PKK’ê hate formîlekirin. Divê nêzîkatiyê de jin tenê ne kirdeyek ku rastî zextê têye, xala destpêkirina avakirina ji nûve a civakê ye. Jineolojî jî bi îdeya derketina ji tekelên aqlê navend-dewlet û agahiya mêrê serdest derketiye holê. Bedenên dîrok tepisandî û ji perspektîfa jinan hedef dike ku ji nûve ava bike.
Diruşme ya, beriya li Tahran û Esfehanê deng veda, li çiyayên Kurdistanê, ceribandinên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diasporaya Ewropa de zivirî. Di aliyê Îranê de jî bi qetilkirina Jîna Emînî re, seranserê welat vegeriyan nevenda serhildanê. Lê belê ev gotin, ne tenê li kolanan, li girtîgehan jî şîn bû. Beriya bi salan Şîrîn Elemhulî ev diruşme li ser ranza xwe nivîsad, biçûk bû lê belê çalakiyek a bîra dîrokî bû.
Girtîgeh divê wateyê de, ji mekanek a tepisandinê wêdetir, bû bîra arşîva azadiyê. Ya ku hê ji derve nayê gotin di hundir de tê nivîsin, bi rîsk û cesaretê.
Çarçoveya saziyê: Ji polîtîkaya aborî berbi epistemolojiyê ve
Femînîzma Marksîst, diyar dikir ku zexta zayenda civakê, ji têkiliya hilberîna kapîtalîst û ji nûve hilberandinê cûda nayê fikirîn. Keda di nava malê de, hêza kedê ji nûve hilberîn û kedxwariya dîrokî ya bedena jinê, di bingehê sazûmaniya sermayayê ya neyê dîtin deye. Femînîzma hevbirîn jî nîşan dide ku awayên zextê hevdû bi hêz dikin. Karkerek jin a Kurd di heman demê de rastî zexta zayendî, beşan û etnîkî tên.
Jineolojî vê çarçoveyê berfireh dike. Serdestiya mêr a netew-dewlet û navend- otorîte, wek hilgirê vegotina dîrokî rexne dike. Azadiya jinê ne reformek marjînale, wek têgînek epistemîk û vegera sazî tê zanîn. Femînîzma Marksîst, îşaretê bi polîtîka aborî ya bedenê dike, jineolojî balê dide ser agahî û ji nûve avakirina exlaqa siyasî. Hatina ba hev a van herdû nêzîkatiyan, derfet dide ku azadî ne tenê wekheviya hiqûqî ye, wek vegera bi kok a têkiliyên civakê were fikirîn e.
Xwişktî: Ne tenê heste, stratejiye
Divî alî de xwişktî, ne fikrek piştevaniya romantîke, stratejiya siyasî ye.
Li Îranê, xetên fay tênê milyet, beş, îdeolojî, gelek tevger lewaz kir. Di serhildana 2022’an de ji bo demek kin ev cûdabûn hate sekinandin. Figura jina Kurd bû sembola daxwaza azadiya neteweyî. Lê belê bi demê de gotinên otorîteriya rastgiran, berê xwe dane valekirina naveroka vê radîkalê.
Tam li vêderê, xwişktî dikarî bibe rêgezek a parastinê, ji ber xeta di nava demokrasiya radîkal û azadiya jinê de, heyî dike. Israra berxwedan û têkoşînê ya Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî tevî girtîgehê, nîşan dide ku ev girêdanbûn di hundir de jî parastina wê didomînin.
Hundir û derve
Paradoks eve; awayên herî bi hêz ên piştevaniyê, gelek deman di dilê zextê de şekil digre. Girtîgeh, herçend mekanê disiplîn û îzolasyonê jî be, dikare bibe qadek ku girêdanbûn ji nûve were pênasekirin. Hilgirtina Anisha Asadollahî ya navê du jinên Kurd, hewşa ku vê girêdanbûnê ji hundir tîne derveye.
Ji derve jî rekabetên gotinî, hêza medyayê, nirxê azadiya nostaljiya otorîte dibin siyê de hile. Heqîqetek tuj a wek li girtîgehê ‘an têkoşîna bi hevre, a jî cûda cûda tinebûn’ heye. Ji derve jî mantiqa siyasî ya rekabetî gelek deman hevkariyê dide mijandin.
Pirsgirêka sazîbûnê
Xwişktî, heta venegere siyaseta civakî û saziyan, wê enerjiya azadiyê di rageşiyên îdeolojîk de xetereya belavbûnê hilgire. Ger ev rêgez, di torên siyasî, sendîka û qadên çandî de, awayên mayîn de qezenc bike, wê vegere bingehê demokrasiya radîkal.
Pirsgirêk ewe ku xwişktî gelek deman wek îdeayek etîk bimîne. Ya pêwîstî pê heye, vegerandina wê ya mantiqa rêxistînê ye. Torên domdarî di nava jinên karker, Kurd, xwendekar û mamosteyan de, tifaqên ku cûdabûna ne tepisînin û wê dike hêza kolektîf e.
Lê belê di van şertan de ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji diruşmeyê derdikeve û dikare vegere bînesaziya ji nûve avakirina qada siyasetê.
Di navendê de azadiya jinan
Îro navên di destê Anisha Asadollahî de, îhtihamelekê bi bîr dixe; xwişktî di mekanên herî tarî de dikare derbikeve û îşaret bi asoyek siyasî ya nû bike. Divê asoyê de azadiya jinan, ne di kêleka siyasetê, di navendê deye.
Di be ku mayîndebûna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji vêderê tê. Ew ne tenê diruşmeyeke, banga avakirina ji nûve ya jiyanê, pênasekirina ji nûve a siyasetê û xwişktî ne îstisna ye aniye halê quralê ye. Ger ev bang, şêweyê sazî û kolektîf qezenc bike, li Îran û Kurdistanê xwedî potansiyela guherîna aliyê xeyalkirina siyasî ye.