Siwarên Şengalê qîrîneke sînemayî ya jinên Êzîdî ye
Berpirsyara Kolektîva Kezî û Derhênera fîlmê Siwarên Şengalê Dêrsim Zêrevan, diyar kir ku sînema rêya herî baş a ji bo jin xwe bînin ziman e û xwest ku jin li viya xwedî derkevin.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Di destpêka mîhrîcana Nujiyan a Fîlmên Jinan ku di 25’ê Gulanê de li Qamişloyê hat lidarxistin de fîlmê Siwarê Şengalê hat pêşandan. Fîlmê Siwarên Şengalê trajediyek ku di bîra jinên Êzidî de zindî dimîne, vedibêje. Fîlm ne tenê pêşkêşkirinek dîtbarî bû, kêliyek ji rûbirûbûna bi êşa kolektîf re bû, ku bi dengê jinên ku ji destê mirinê sax filitîne ji nû ve hatiye vegotin. Derhênera Fîlmê Siwarên Şengalê Dêrsim Zêrevan ji ajansa me re behsa naveroka fîlmê Siwarên Şengalê kir.
‘Jinan li ser vê axê şoreş lidar xist’
Dêrsim Zêrevan behsa girîngiya mîhrîcana Nujiyan a Fîlmên Jinan a ji wan re wek derhêner kir û got: “Mîhrîcana Nujiyan ya Fîlma Jinan ji bo me festîvalek pir girîng bû ku em balê bikşînin li ser mijar û fîlmên jinan. Em sîwanek çêkin ku seranserî cîhanê, Rojhilata Navîn û her çar parçên Kurdistanê kom bibin. Ji ber ku jinan li ser vê axê şoreş li dar xist, şer û têkoşîn kirin û niha jî serpêhatî û çîrokên xwe bi riya filmekî di mîhrîcana Nujiyan de wê pêşkêş bikin.”
‘Sînema rengê çandan e’
Dêrsim Zêrevan bal kişand ser girîngiya Sînemayê û naveroka fîlmê Siwarên Şengalê û wiha berdewam kir: “Sînema rengbûyîn û parvekirina çandan e, îro bi vê parvekirinê li vê deverê ji fîlmek wêdetir em naskirina êş, azar, berxwedanî û têkoşînên jinan li seranserî cîhanê û çawa çalak dibin, dibînin. Fîlmê Siwarên Şengalê di vekirina Mîhrîcanê de hat pêşandan. Ew fîlm behsa fermana herî dawî ku di sala 2014’an de li ser gelê me yên Êzîdî hatibû çêkirin, dike. Ew hovîtiya DAİŞ’ê li ser jinan dikir, destdirêjî û revandinên ku li ser jinan pêk dianî, qetilkirina zarokan li çiyayên Şengalê, dida pêşandan. Ew fîlm çîroka fermanê û azadiya Şengalê dide pêşandan, ji bo wê jî me navê fîlm kir Siwarên Şengalê, ji ber ku keç û xortên Şengalê berê xwe dan Şengalê û bûn mertal, li hemberî hovîtiya DAİŞ’ê liberxwe dan û Şengal azad kirin.”
‘Em hemû jin hunera xwe biparêzin’
Dêrsim Zêrevan xwest ku jin bi riya fîlman êş, azar û xweşiyên xwe bînin ziman û bi riya sînemayê fîlmên xwe nîşan bidin û wiha bi dawî kir: “Her karekî ku tê kirin zor e. Di vê qadê de jî me tengasî kişand. Hemû kolektîfên jinan yên Bortoga, Viyana, Îtalya, Misir û Lubnanê hatin. Me bi parvekirin û bi hevkariya wan ev mîhrîcan li dar xist. Mêvanên vê mîhrîcanê ji her deverê hatine, jin ji wan jî li ser sînor asê mane û nikarin beşdarî fastîvalê bibin. Ew tiştê herî zehmet e. Di jiyana me jinan de tiştê ku me bîne ser ziman, huner e, di nava huneran de jî ya herî xweşik, hunera sînema ye. Ji bo wê jî divê em hemû jin li derdora hunerê kom bibin û hunera xwe biparêzin. Fîlm û çîrokên wê, dê bi riya sînemayê werin pêşandan.”