Komxebata diyalogê ya li dijî tundiya li ser jinan li Qamişlo bi dawî bû
Di berdewamî û dawiya Komxebatê de, beşdarên wê girîngiya yekrêziya helwest û xurtkirina têkoşîna hevbeş a jinan tekez kirin. Her wiha, li ser domandina xebat û çalakiyan ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û parastina maf û azadiya jinan rawestiyan.
Qamişlo – Tundî li dijî jinan yek ji wan pirsgirêkên civakî ye ku bandora xwe ne tenê li ser jiyana takekesî ya jinan, lê li ser tevahiya civakê jî dihêle. Ev tundî di gelek awayan de derdikeve holê û carinan bi zextên derûnî, cudakariyê, bêparhiştina mafan û astengkirina beşdariya jinan di jiyana civakî û siyasî de xwe nîşan dide. Ji bo vê yekê, têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê bi danasîna wê û şermezarkirina kiryarên tundîtiyê pêk tê, lê pêdivî bi avakirina hişyariya civakî, xurtkirina parastina mafên jinan û yekrêzkirina hewldanên hemû hêz û saziyên civakî heye.
Di vê çarçoveyê de, 25’ê Mijdarê dibe derfeteke ku ji nû ve bilindkirina dengê jinan û tekezîkirina li ser domandina têkoşîna hevbeş ji bo civakeke bê tundî û li ser bingeha wekheviyê ye.
Pêwîste jin di hemû qadan de bibe xwedî biryar
Mijara Yekemîn ya siyasî ji aliyê Semer Ebdelah û bal li ser cih û rola jinan di pêvajoya guhertinên siyasî û entegrasyonê de û pêwîstiya misogerkirina beşdariya wê ya rasterast di saziyên siyasî û rêveberiyê de. Beşdariya jinan di biryardayînê de, pêwîst e ne tenê di asta temsîlkirinê de bimîne, lê divê jin xwedî rola bingehîn û desthilatdariya biryardayînê jî be.
Her wiha, mijara parastina destkeftiyên Şoreşa Jin, bi taybetî pergala hevserokatiyê û prensîba wekheviya di rêvebirinê de, wekî yek ji mijarên sereke tê pêşxistin. Di vê çarçoveyê de, nêrîna ku jin di hinek saziyên hikûmetê de wekî hevkarê siyasî û biryarder nayê qebûlkirin, dibe mijareke girîng a nîqaşê.
Mijara Duyemîn ya hiqûqî ji aliyê Îlham Mitlî û nîqaş li ser pêwîstiya parastina mafên jinan di pêvajoya entegrasyonê de û misogerkirina van mafan di destûr, qanûn û sazîyên fermî de ye. Yek ji mijarên sereke ew e ku mafên ku jin di salên Şoreşa Rojava de bi dest xistine, di her pêvajoya guhertin û entegrasyonê de bên parastin û bibin beşek ji pergala hiqûqî ya nû.
Di vê çarçoveyê de, mafê jinan di wekheviyê, azadiya kesane, mafê perwerdehî, kar, beşdariya siyasî û parastin li hember tundiyê de tên nîqaşkirin. Her wiha, girîngiya hebûna qanûnên ku mafên jinan diparêzin û pêkanîna wan di pratîkê de tê pêşxistin.
‘Yek ji destkeftiyên bingehîn, pergala hevserokatiyê ye’
Mijara Sêyemîn ya entegrasyon û destkeftiyên jinan ji aliyê Bêrîvan Xalid ve hat nirxandin, Bêrîvan wiha got: “Jinên ku di nava Şoreşa Rojava de bi têkoşîn û kedeke mezin beşdarî avakirina pergala civakî, siyasî û rêveberî bûne, di vê pêvajoyê de jî li ser parastina destkeftiyên ku di salên şoreşê de bi dest xistine disekinin. Yek ji wan destkeftiyên bingehîn, pergala hevserokatiyê ye ku wekî modeleke rêvebirinê, beşdariya hevpar a jin û mêr di biryardayîn û rêvebirina saziyan de misoger dike. Ev pergal ne tenê amûreke rêveberiyê bû, lê nîşana nasîn û misogerkirina rola jinan di warê siyasî û civakî de ye. Lê di pêvajoya entegrasyonê de, pirsa cih û beşdariya jinan di saziyên hikûmetê de jî derdikeve pêş. Nexwestina qebûlkirina jinan di asta rêvebirin û biryardayîna hikûmetê de, dibe mijareke girîng ku pêdivî bi rawestandina li ser wê û vekirina nîqaşên cidî heye. Ji ber ku entegrasyona saziyan bê parastina maf, beşdarî û naskirina destkeftiyên Şoreşa Jin, nikare tenê wekî entegrasyoneke demokartîk were nirxandin.”
Piştre deriyê nîqaşê ji jinên beşdar hat vekirin:
Jinên beşdar di axaftinên xwe de bal kişandin li ser girîngiya rol û destkeftiyên jinan ên di Şoreşa Rojava de û tekez kirin ku parastina van destkeftiyan di qonaxa heyî de berpirsiyariyeke hevbeş e. Her wiha, beşdarî û rola Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di parastina jinan û destkeftiyên şoreşê de hate nirxandin.
Di heman demê de, bandora pêvajoya entegrasyonê li ser pêşeroja cihê jinan di saziyên rêveberî û leşkerî de, mafê wan ê beşdarbûna di biryardayînê de û girîngiya parastina pergala hevserokatiyê bûne mijarên sereke yên nîqaşê. Beşdaran tekez li ser vê yekê kirin ku tu pêvajoyeke siyasî û rêveberî nikare bêyî parastina maf û destkeftiyên jinan bê temamkirin.
Encamên dawî:
Sazkirina mafên destûrî yên jinên Sûrî: Bicîhkirina wekheviya tevahî di navbera jin û mêran de, ne cudakarî li ser bingeha zayend, etnîsîte, ol an girêdana civakî û garantîkirina van mafan di destûr û qanûnên neteweyî de.
Misogerkirina beşdariya wekhev a jinan di biryardanê de: Pejirandina mekanîzmayên zelal ji bo misogerkirina beşdariya jinan di saziyên yasadanîn, rêveber, îdarî û dadwerî de û di hemû astên serokatiyê û berpirsiyariyê de, ji temsîliyeta fermî an sembolîk derbas dibe.
Têkoşîna li dijî şîdeta siyasî û saziyî ya li dijî jinan: Bidawîanîna polîtîkayên dûrxistin û marjînalîzekirinê, rûbirûbûna bi gotarên ku rolên jinan kêm dikin an jî hewl didin wan vegerînin kevneşopî û misogerkirina azadiya rêxistinbûn, îfade û beşdariya siyasî ya jinan.
Nivîsandina qanûnên bi bandor ji bo parastina jinan ji şîdetê: Pêşxistina qanûn û mekanîzmayên ji bo parastin û hesabdayînê ku şîdeta navmalî, civakî, aborî û cinsî çareser dikin û gihîştina jinan a edalet û parastinê bêyî cudakarî misoger dikin.
Xurtkirina rola tevger û rêxistinên jinan: Naskirina tevger û rêxistinên jinan wekî hevkarên bingehîn di şekildana polîtîkayên têkildarî mafên jinan de û beşdarkirina wan di diyaloga neteweyî, pêvajoyên avakirina aşîtiyê û edaleta veguhêz de.