Sîmge Yardimci: Sedema tiştên diqewimin pergala heyî ye
Sekretera Navenda Egîtîm-Sen’ê Sîmge Yardimci der barê êrîşên du xwendekaran li Riha û Mereşê ku mamoste û hevalên xwe yên polê kirin hedef de, nirxand in kir û diyar kir ku sedema bûyerên diqewimin pergala heyî ye.
ELÎF AKGUL
Navenda Nûçeyan – Êrîşa li ser lîseyek li Siwêrega Rihayê û êrîşa bi çek a zarokek dijî dibistana navîn a Mereşê pêk anî, bûn sedema nîqaşên li ser tundiyê. Li Siwêregê ciwanek 19 salî ket dibistanê û gule berda, li Mereşê jî zarokek ku hê di temenê biçûk de bû êrîşê dibistaneke navîn kir û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Di herdu bûyeran de, di aliyê parastina zarokan û atmosfera tundiya li ser civakê de nîqaşên berfireh çêbûn.
Piştî êrîşê Sekretera Navenda Egîtîm-Sen’ê ya Rihayê Sîmge Yardimci, diyar kir ku li pişt van herdu êrîşan, polîtîkayên demeke dirêj e tên pêkanîn hene û got: “Pergala perwerdeyê, bi awayê mafê zarokan û nirxên demokratîk esas nagire bi teşe bûye, ev rewş bi ciwanan de hesta bêhêvîbûn, meyldariyên tundiyê û bê pêşeroj kûr dike. Di heman demê de polîtîkayên bêcezatî û belavbûnê biçekbûna kesî, asan dike ku zarok xwe bigihîjînin amûrên tundiyê. Çareserî ne bi ewlekariyê, bi nêzîkatiyên pedagojîk û veguherînên civakî dibe.”
‘Herdu bûyer encamên polîtîkayên desthilatdariyê ye’
Sîmge Yardimci da zanîn ku ev herdu bûyer encamên polîtîkayên demek dirêj e tên meşandin in û got: “Hem di aliyê polîtîkayên desthilatdariyê, hem jî di aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî de, me pêşbînî kir ku pêşeroja hemû polîtîkayê li ser civakê serdestiyê dikin ji vê derê derbas dibe. Bi taybetî ji Yusuf Tekîn ku bû Wezîrê Perwerdeya Milî diyar e ku desthilatdarî perwerdeyê weke amûra avakirina îdeolojiya xwe dinirxîne. Polîtîkayên perwerdeyê û naveroka pergala perwerdeyê bi pirsgirêkên ku ciwan dijîn de rasterast têkildar e. Dema em li mufredat û protokolên didin meşandin û pêkanînan MESEM’ê dinêrin, em rû birûyî polîtîkayeke ku mafên zarokan, di warê perwerdeya demokratîk, aştiyane û wekhev de esas nagire dimînin. Ev jî di aliyê zarokan de, bûye pêvajoyeke ku çanda tundiyê bi pêş bikeve, nêzîkatiyên zayedperestiyê zêde bibe û cudakarî kûrtir bibe. Zarok xwe di vê pergala perwerdeyê de bi nirx hîs nakin. Dema îro em mêze dikin di ciwanan de pirsgirêkeke cidî ya bêhêvîbûn û bê pêşerojiyê heye. Ji ber vê her yek ji van pêvajoyên ku di aliyê zarokan de bi awayê psîkolojîk jî bandorê li wan dike, dema di demên dawî de em binirxînin, em dibînin ku bi van bûyeran re hejmara întihara ciwanan zêde bûye.”
‘Bê cezahiştin û tundî tê rewakirin’
Sîmge Yardimci bal kişand ser atmosfera tundiya civakî û da zanîn ku ev yek di qadên cuda de xwe dide der û wiha got: “Careke din em dibin şahid ku di nava ciwanan de bikaranîna madeyên hişbir her diçe zêdetir dibe. Di heman demê de her diçe tundî zêdetir dibe. Em vê di tundiya li dijî jinan de jî dibînin. Em di destdirêjiya li ser zarokan de jî dibînin. Polîtîkayeke bêcezahiştinê heye. Tundiyê rewa dike, kiryar nayên cezakirin. Di encama van hemûyan de tundî tê rewakirin.”
Sîmge Yardimci îfade kir ku divê xalê de li dijî dîtina zarokan wek kiryar derketin, berpirs pergale û divê tiştên hatiye jiyîn di çarçoveyek berfireh de were destgirtin û wiha got: “Lê belê ger di aliyê zarokên li vêderê de binirxînin, di aliyê gelek beşan de em rû birûyî berpirsyartiyên kiryarên zarok û daxistina zarokan in. Lê belê di vê derê de, di aliyê Mereş de em behsa zarokek 13 salî dikin. Ya Sêweregê 19 saliye. Ji ber vê berpirsyartiya ku ev zarok hê di navbera 13-19 salî de hatine vê rewşê, bi giştî em dikarin bêjin aîdî vê pergalê ye. Li cihê ku berpirsyartiyê li ser zarokna tarîfkirin, divê di bingehek rast de li ser van herdu bûyeran, pergalê di bingehek gelek rast de avakirin, tarîfkirin û li gorî vê avakirina civakek nû divê çawe be beşek wê were ragihandin. Ji ber psîkolojiya van zarokan xirab bûne, rasterast nehatine vê xalê. Divê gelek faktorên ku sedemê vêne were nirxandin, daku ev atmosfera tundiyê gerdûnî nebe.”
‘Zarok êdî dighîjin çekan’
Li gorî Sîmge Yardimci, zimanê polarîzeker ê ku di siyasetê de tê bikaranîn û bandora xwedîkirina çekan a ferdî ya li ser belavbûna tundiyê, nayê kêmkirin. Sîmge Yardımcı dibêje, “Ji ber vê yekê, xala ku zarok dighîjin çekan wekî pirsgirêkek krîtîk derdikeve holê” û wiha didomîne: “Ev zimanê polarîzeker ê ku ji hêla hikûmetê ve tê bikaranîn û di heman demê de polîtîkayên şer ên demdirêj, bingehek rewatiyê diafirînin. Ji bo demek dirêj, ev siyaseta polarîzeker bûye sedema xwedîkirina çekan a ferdî û di vê gavê de, zarok êdî dighên çekan. Ev pirsgirêkek pir cidî ye. Rewşek ku zarok dikarin bi hêsanî bighîjin çekan, bi hêsanî bikevin dibistanekê û guleyan li xwendekar û mamosteyan bireşînin û paşê jî xwe bikujin, analîzek civakî ya cidî û têkoşînek xurt hewce dike.”
‘Divê Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî îstifa bike’
Sîmge Yardimci, balkişand ser pêwîstiya guhertinek radîkal a di polîtîkayên perwerdê de, girîngiya çarçoveyek perwerdê ya pedagojîk û demokratîk li dijî nêzîkatiyên ewlehiyê destnîşan kir û wiha got: “Îro hin tiştên bingehîn hene ku divê em bikin. Pêşî, divê em polîtîkayên perwerdehiyê bipirsin û biguherînin. Berî her tiştî, divê Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî, yê ku ev rewşa pirsgirêkdar afirand, yê ku bû sedema kuştina zarokan li MESEM’an û yê ku zemîna pêvajoya ku em îro li Sêwreg û Mereşê dijîn amade kir, îstifa bike. Divê polîtîkayên perwerdê bi awayekî ji nû ve werin sêwirandin ku daxwazên xebatkarên perwerdehiyê, xwendekar û dêûbavan tê de hebin. Lê gava ku em vê nerazîbûnê tînin ziman, yek ji tiştên ku derdikeve holê pirsgirêka ewlehiyê ye. Belê, divê dibistanên bi ewle werin afirandin. Lê em, wekî Eğitim-Sen, li ser ewlehiya ku dikare ji hêla ewlehiya taybet û polîsan ve were peydakirin naxivin. Afirandina hawîrdorek bi ewle bi ewlehiya taybet nayê bidestxistin; hebûna kesên bi cilên yekreng di dibistanan de ji bo zarokan pirsgirêkên hîn mezintir ên pedagojîk tîne. Ji ber vê yekê, li şûna ku nêzîkatiyek rûberî bê nîşandan û çareseriyên rûberî werin hilberandin, pêwîst e ku em li ser hilberandina çareseriyek bingehîn bisekinin. Divê em hejmara şêwirmendan zêde bikin, pergalek perwerdehiyê ava bikin ku zarok bikaribin xwe îfade bikin û polîtîkayên ku dê zarokan ji vê fikar û bêhêvîtiyê li ser pêşerojê azad bikin, bipêş bixin.”
‘Dema ku zimanê aştiyê serdest be, zimanê perwerdê jî dê bibe zimanê aştiyê’
Sîmge Yardimci ku balê dikişîne ser pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê ya berdewam, tekez dike ku aştî û zimanê aştiyê ji bo perwerdehiyê û pêşeroja zarokan pêdiviyek in û wiha didomîne: “Ji ber ku di civakek demokratîk de, dibistan jî dê demokratîk bibin. Şêwazên jiyana zarokan dê biguherin. Şêwazên jiyana ciwanan dê biguherin. Di hawîrdorek ku zimanê aştiyê serdest be, zimanê perwerdeyê dê bi xwezayî bibe zimanê aştiyê. Û ev yek ji xalên herî bingehîn ji bo zarokan e. Ji ber ku perwerde tevahiya civakê eleqedar dike.”
‘Nobeta Jiyanê' ya sê rojan dest pê dike
Sîmge Yardimci ku nûnertiya Eğitim-Senê dike, diyar kir ku ew ê sê rojan li ber Wezareta Perwerdehiya Neteweyî "Nobeta Jiyanê" li dar bixin. Wê tekez kir ku ev tenê destpêk e, lê divê têkoşîn bi beşdariya hemû beşên civakê were meşandin û wiha got: “Divê her kes berpirsyariyên xwe bicîh bîne, bêyî ku van bûyeran wekî bûyerên yekane bibîne, da ku hemû berpirsyar hesab bidin. Ji ber ku berpirsyariya van bûyeran ne ya zarokên 19 û 13 salî ye, ya pergala ku ev afirandiye ye. Di hawîrdorekê ku kuştinên jinan zêde dibin, ciwan ber bi xwekuştinê ve têne ajotin û ciwan dimirin, zarok ewqas meyldarê tundiyê dibin de, divê herkes berpirsyariya pêşeroja tevahiya welêt bigre ser xwe.”