Sidika Suleymanoglu ya 83 salî ku hat binçavkirin hat berdan
Sidika Suleymanoglu ya 83 salî ku li Amedê di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin, hat berdan.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/01/20240123-20240123-823x463cc-amd-23-01-24-sidika-suleymanoglu-gozalti-manset-jpg555f65-image-jpg4038bc-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya lêpirsînekê de îro di saetên sibehê de li navçeya Rezan û Peyasa Amedê bi ser malan de hat girtin.
Di encama serdegirtina malan de Sidika Suleymanoglu ya 83 salî û bûka wê Netîce Suleymanoglu ya 53 salî hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Sûrê.
Sidika Suleymanoglu bi hinceta wêneyê wê bi neviyê wê yê PKK’î re hatibû binçavkirin, piştî kar û barên îfadeyê li Emniyetê hat berdan. Netîce Suleymanoglu ku bi hinceta wêneyê wê bi keça wê ya PKK’î re heye tê sûcdarkirin, li bendê ye ku îfadeya wê were girtin.