Sezen Çîlengîr: Divê pêvajo li gorî daxwazên civakî were birêxistinkirin

Siyasetzan Sezen Çîlengîr got ku dengê ji çar aliyên Tirkiyeyê bilind dibe, tenê bi binçavkirina Ekrem Îmamoglu nekarî bê binavkirin û destnîşan kir ku divê ev pêvajo li gorî daxwazên civakî were birêxistinkirin.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan – Tirkiye roja 19’ê Adarê bi operasyona li dijî 106 kesan ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di nav de bû, şiyar bû. Di agahdariya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat dayîn de Ekrem Îmamoglu wek “Serokê rêxistina sûc” hat pênasekirin. Çalakiyên ku piştî girtina Ekrem Îmamoglu çêbûn, ji berteka ku ji bo binçavkirina şaredarek zêdetir, bûn sedem ku desthilatdariya AKP- MHP’ê di her warî de were şermezarkirin.

Di vê pêvajoya ku “Tiştê nayê aqilê mirov diqewimin” de, rojeva welat her carê bi binpêkirina mafan tê dagirtin. Hemleya dawî ya ku di vê pêvajoya Serokomar Receb Tayyîp Erdogan divê bibîne de, ne diyar e ku dê ber bi ku ve biçe. Em bi siyasetzan Sezen Çîlengîr re li ser bûyerên dawî yên li welat qewimîn û tiştên di wêneyê ku derketiye holê de, axivîn.

‘Ev pêvajo bi erêkirinê ket meriyetê’

Hilbijartinên herêmî yên di sala 2019’an de çêbûn û AKP têk çû, li gor hinekan wek mîlad bû. Encama ku di hilbijartinên 2019’an û piştî wê de çêbû, jî aliyê guherîna polîtîk û aborî ve,  Tirkiyeyê bi lezgînî guherand. Sezen Çîlengîr, li ser guhertinên piştî hilbijartinan çêbûn ev nirxandin kirin: “Piştî ku AKP’ê di 2019’an de Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi dest nexist û di hilbijertinê de tek çû, mîna ku gelek caran hat gotin û nivîsandin, bi xwe re encamên aborî û polîtîk ên ku bandorê li ser hemû civakê bike, anîn. Mirov dikare bêje ku pêvajoya heyî ya îro ku ‘tiştê mirov digot nabe bûye’ wisa ji nişkave çênebûye. Dûbarekirina hilbijartinan jî di nav de, her merhele, di navbera muxalefet û desthilatdariyê de bûye berxwedan û bêguman bi hezimkirinê ket meriyetê. Hemû mekanîzmayên desthilatdariyê, li gorî rejîma yekzilamî her ku xwe bi hêz kirin, di serî de daraz, muxalefeta civakî qels kirin.”

‘Her dem îhtîmala pêşketina refleksên civakî hebû’

Sezen Çîlengîr bi gotinên; “Destkeftiyên ku di sala 2019’an de bi hilbijartinên herêmî çêbûn, her çiqas fragmana qelsbûna desthilatdariyê werin dîtin jî, ji aliyê civakî ve her çend hilbijartinên ku ezberên dîrokî dem bi dem xirab bûne çêbibin jî, ev yek pêk nehatiye” balkişand ser kêmasiyên di encama qelsbûna desthilatiyan û wiha berdewam kir: “Dema ku em rojevê dinirxînin, çawa salên bi AKP’ê dest pê kirin û bi pêş ketin, divê merheleyên wê werin dîtin. Çalakiyên Geziyê yên di sala 2013’an de, (weke hilbijartina 7’ê Hezîranê) divê werin dîtin. Lewre dû re ev yek bi berdewamî yan jî forma xwe ya nû, her dem îhtîmala refleksên civakî hebûye.”

‘Dîwarê tirsê hilweşiyaye’

Sezen Çîlengîr, diyar kir ku dîwarê tirsê hilweşiyaye, li ser bûyerên ku şewqa xwe didin kolan û civakê jî wiha got: “Di encamê de tevger dînamîk e û bi kodên xweser û dîrokî yên civakî ku ji wan bi beden dibe, hîn dibe û bi pêş dikeve. Li Tirkiyeyê xizaniya ku her diçe zêde dibe, tengbûna qadên azadiyê, bêhiqûqiya ku qada siyasî û aborî ji derve dihêle yan jî dest datîne ser, ji tekela medyayê heta rojnamegeriya muxalîf, bi rejîma çavdêriyê her tişt tê sînorkirin. Ev yek li nava hemû beşên civakê belav dibe, li dijî zexta ku zêde dibe, dîwarê tirsê her diçe hildiweşe.” 

‘Dengê ku bilind dibe bi betalkirina dîplomayê nikare bê vegotin’

Sezen Çîlengîr destnîşan kir ku desthilatdarî pêvajoyeke aştiyê ya nav lê nehatiye kirin dimeşîne û li ser vê mijarê wiha got: “Atmosferek tirsê heye ku ji aliyek ve di bin navê pêvajoya aştiyê de nayê zanîn çawa tê dîzaynkirin, ji aliyê din ve siyaseta qeyûm tê domandin û plansaziya operasyonên mezin tê kirin. Ev jî perçeyek vê yekê ye. Yanê dengên ku li çar aliyê Tirkiyeyê bilind dibin, nekarî tenê bi şewitandina dîplomeya Îmamoglu û binçavkirina wî bê vegotin. Civak her ku diçe xizan dibe, tundî zêde dibe, bê edaletî hatiye asteke girîng. Neçariya berdewamkirina jiyana wek mirinê heye. Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê tevî qedexeya walîtiyê ya ji bo xwepêşandanan jî, çeperên wan rûxandin. Yanê wek momentek dînamîzma xwendekaran civakê radike ser piyan. Lê di dema dawî de bi berxwedanên biçûk ên di gelek kargehan de û tevgerên biçûk ên bi qedexeya grevê re çêbûn, bi xwe re vê pêvajoyê amade kiribûn û belav bûn. Heta her wekî ev pêvajo ji têkiliya di navbera çîna sermayeyê û dewletê de nayê, hinek kesan hêvî kirin ku ev serîrakirina TÜSİAD’ê, baş be.  Lê di warê têgihiştinê de tiştê ku îro diqewime, encama avahiyeke civakî ye ku hêza sermayeyê ku hêdî hêdî homojeniya xwe ji dest dide. Hemû tevgerên rejîma yek zilamî ber bi qada siyasî ya çînê ve ku hemû desthilatdariya giştî ji fermanên olî bigire heta komên sermaye yên muhafezekar ên misilman di avahiyeke rêxistinî de girtiye û serdest e. Ev hemû tecrube, bi zordestiya ku hema bêje hemû aliyên jiyana rojane ya civakê girtiye, bi hev re tê fêmkirin.”

‘Rêxistinbûnek ku tevahiya daxwazên civakî dinirxîne’

Sezen Çîlengîr diyar kir ku mirov nikare bêje ku îro dê çawa bipêşkeve û balê kişand ser çalakiyên xwendekaran. Sezen diyar kir ku çalakiyan cesareta xwe ji ciwanan stendine û dawiyê wiha got: “Hêvî herî zêde, di dilê yên ciwan, çalak û yên ku bi xwe û zû xwe birêxistin dike de disitire. Lê bêhêvîtî jî herî zêde wan hêrs dike.  Di vî warî de girîng xuya dike ku pêvajoyek dilsozê hêza yekgirtin û teşwîqkirina ciwanan be, lê di warê siyasî de ji yekdestdariyê û tirsa kesî re neyê hiştin û hemû daxwazên civakî pêk bîne divê hebe. Pêwîst e wiha bê rêxistinkirin.”