‘Siyaseta demokratîk ji bo Rojhilata Navîn xwedî girîngiyek jiyanî ye’

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 1040’an de bi biryardarî didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 202’an, di roja 1040’an de bi biryardarî didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî şehîdên meha Gulanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 201’an Dîcle Benek daxuyanî xwend.

‘Hê jî tecrîd berdewam e’

Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê jî didome û wiha berdewam kir: “Ev nêzî du meh bûn hevdîtin li gel Rêbertî nedihat kirin. Ev yek bi eşkereyî nîşan dide ku, tecrîd hîna berdewam e. Ji aliyê gelê Kurd û rêxistinê ve pêngavên girîng hatin avêtin, lê li aliyê din bêdengiya dewleta Tirk heye. Hewl didin dem derbasbikin û aliyan mijûl bikin.”

‘Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomîn in’

Daxuyanî bi van gotinan dawî bû: “Rêber Apo jî dibêje, siyaseta demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo gelê Tirk û Rojhilata Navîn jî xwedî girîngiyek jiyanî ye. Herwiha dibêje ku, dibin pêşengtiya jin û ciwanan de wê civaka demokratîk bigihêje armanca we. Ji bo wê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma nû û dirûşmeyan dawî bû.